|
Mûzîkzanê
libnanî yê navdar Selîm el-Hilû destê xwe danî
ser birînê dema navê serdema ku em anha tê de ne
kir ”Serdema Sifir [nihas]”, piştî ku ”Serdema
Zêrîn” ya çandên hinin gelên musilman di sedsala
13an de bi dawî hat û ”Serdema Lixwekêmkirinê”
dest pê kir. Helbet rewşa çanda kurdan hinekî
cihê bû, ku serdema wê ya zêrîn di dema
desthilata osmaniyan de bû, lê dîsa jî gotina
Selîm el-Hilû dema me ya anha xweşik dinitirîne.
Ne pirr in ew kesên ku têbînî dikin ku em di bin
zexta çi nijdeyeke (xezweke) çandî ya hêzdar de
ne, û bê çiqasî mezin e ew gefa ku çanda me anha
di bin de ye.. Di ti qonaxê ji dîroka xwe de
çanda me neketiye bin metrisiyeke wiha de, ji
ber ku anha cîhanîkirin (”globalization”) bêqam
xurt bûye, û bi navê ”nûjenîtiyê” ye ku çanda me
tê kirêtkirin, pişaftin, û hêvişandin (ihmalkirin).
Ez di vê gotarê de hin têbîniyan sebaret bi
mûzîka kurdî ya îroj pêşkêş dikim.
Tiştek gotina el-Hilû nade xuyakirin û
napeyitîne wek rûniştina li ber kenalên stranan
ên kurdî (û ’erebî) se’etekê yan du se’etan.
Heger mirov vê demê li ber van kenalan tehemul
bike, dê bibîne ku ji pêvî asta nizm a van
stranan û vêlbûn (sethiyet) û bêçêjiya wan ji
aliyê derbirrînî ve, pêvajoyeke ”rojavayîkirinê”
ya xurt heye ku hêdî hêdî cihê xwe bi navê
”nûjenîtiyê” digre.. ”Stranbêjên” ku stranên
wiha dibêjin ji aliyê mûzîkî de nezan û nexwende
ne. Ez bawer nakim yek ji wan bikaribe meqaman
ji hev derxe, bizanibe noteyê bixwîne, yan
bikaribe heyranekê bibêje, ev ji pêvî tiştên hîn
aloztir.. Lê ya hîn girîngtir ew e ku ev
”stranbêj” ji aliyê çandî de ne bîrwer in. Ew pê
nizanin ku bi vê rojavayîkirinê ew çanda xwe
wêran dikin. Belkî sedema dihêle ku ew wiha
bikin xwestina navdariyê be, helbet digel
ji-xwe-nebawerbûna wan li ber çanda Rojavayê, û
wek me got, nezaniya wan di warê mûzîka gelê wan
de..
Zarvekirina Rojavayê bi ti awayî ne jêhatiyek e,
jêhatiya birra di mûzîkê de ew e ku mûzîkvan
tiştekî nû (û xweş) ji hindirê kelepûra xwe
dahêne û biafirîne. Zarvekirina çandên rojavayî
nîşana kêmbûna xwebaweriyê ye, û mûzîka me bi
hezarên salan kevn û rehkûr e, û ez bawer nakim
cîhanîkirin bikaribe wê tine bike.
Tiştekî pirr balkêş e ku mûzîkvanê berhemên wî
bêtir ji yên her mûzîkvanekî rojhilatî li
Rojavayî navdar bûne jenyarê ’iraqî yê mezin
Munîr Beşîr e, ne zarvekerên (muqelidên)
Rojavayê yên wek Ciwan Haco û ’Emr Diyab.. Sedem
jî ew e ku gelên Rojavayê berê mûzîka ”pop” a bi
sed carî xweştir ji ya Ciwan Haco û ’Emr Diyab
li cem wan heye, û ji loma ew ne hewcedarî yên
wek wan in.. Guhdarên rojavayî li tiştekî birra
nû û resen digerin, û vî tiştî di mûzîkên hinerî
(û gelêrî) yên gelên ne-rojavayî de dibînin.
Diyardeya ”world fusion” - anku hillandina du
mûzîkan ji bo afirandina mûzîkeke ”nû” - pirr
belav bûye vê dawiyê, lê bi raya min divê ew
nebe tiştekî bingehî. Divê pêrabûna kelepûra
resen bingeh be. Ji xwe gellek caran mûzîka
hinin ”stranbêjan” nema ”fusion” e jî. Hew peyv
bi kurdî dimînin, mûzîk digel hemû hêmanên xwe
bi temamî dibe rojavayî.. Mixabin, hinermendekî
mezin wek Nîzameddîn Arîç jî carina zêde bi
aliyê Rojavayê de diçe. Gellek caran, wek mînak,
meqamê Beyat li cem wî dibe Ferehefza ji ber
bikaranîna amûrên rojavayî wek okordiyon û
gîtarê..
Mûzîka gelêrî peywirin wê yên civakî hene, û ew
beşek girîing e ji kelepûra her gelekî. Ez
nizanim heger hebûna mûzîka ”pop” ji kokê de
pêwist e, lê ez dizanim ku nijdeya ku ev mûzîka
bi pirranî vêl û pûç, dike, mûzîka hinerî ya
hemû gelên cîhanê xistiye bin gef û metrisiyê.
Yek ji tiştên girîing di mûzîka hinerî de (anku
ya ”klasîkî,”ne ya gelêrî yan a ”pop”) kûrbûn e,
çi ya sozî (’atifî) çi ya ramanî. Tenê di mûzîka
hinerî de pêşketina mûzîkî gengaz e.
Divê kilam û mûzîka kurdî ya klasîkî bên
vejandin. Kes nikare kelepûrê li pêş bixe,
mûzîkvanên baş hew dikarin wê bi şêweyeke xweş
pêşkêş bikin. Bi raya min ew tawaneke çandî ye
dema ku hinin stranbêj teqil (rîtm) û amûrên
rojavayî di edakirina mûzîka gelêrî û hinerî ya
kurdî de bikar tînin, bêyî ku pê raman bikin ku
ev mûzîk di barûdoxine cihê de hatiye afirandin
û li gor teqil û amûrin xwe yên taybet. Ji aliyê
mûzîka hinerî (”klasîkî”) ya ku anha tê
afirandin, divê ew bê merckirin li gor serdema
ku em tê de ne, lê bêyî wendakirina gewherê wê
yê kurdî. Divê mûzîkeke amûrî (anku mûzîka
aletan) a kurdî jî çê bibe.
Gellekî pêwist e mûzîkvan û guhdarên kurd baş
cihêtiyê di nav nûjenîtî û rojavayîkirinê de
binasin, çimkî nûjenîtiya mûzîkî bi pêşxistina
mûzîkê ve girêdayî ye û ti pêwendiya wê bi
rojavayîkirinê ve tine ye. Li vir heye ku xwêner
bipirse: Gelo ”pêşxistina mûzîkê” çi ye û gerek
çawa be? Li cem min pêşxistina mûzîkê berî her
tiştî firehkirin û kûrkirina naveroka wê ya
derbirrînî ye, anku pirrkirin û kûrkirina hest û
sozên ku ew derdibirre. Di vê heyamê de sozin
têveltir û aloztir ji yên heyamên berê hene, û
divê mûzîk li gor vê rewşê li pêş bikeve.
Ez naxwazim kesek têgihiştineke şaş li ser rayên
min bistîne. Ez yekcar ne li dijî guhdarîkirina
li mûzîka rojavayî me, nemaze ya klasîkî (hinerî)
jê, û ez ne li dijî ”fusion” im jî. Ez ne li
dijî tesîrbûna bi mûzîkine din im, lê ez bawer
im ku tesîra van mûzîkan divê 15% derbas neke..
Ez ne damargîr an lixwegirtî me, lê ez di wê
baweriyê de me ku heger gelên cîhanê giş dest ji
çandên xwe berdin û zarî çanda emrîkî bikin, dê
ev têvelî û cihêtiya xweş a di nav wan de – ku
ta îroj xwe girtiye - wenda bibe, û dê
wekhevbûneke melûl têkeve şûna wê de..
Gelo em dê di vî şerê çandî de bi ser kevin? An
em dê nasnameya xwe ya ku di hezarên salan de
pêk hatiye wenda bikin? Dê dem tenê bikaribe
bersivê bide!
|