Kurdî
Lêkolîn

Werger

Helbest
Gotar
Çîrok

Hevpeyvîn

Nivîskar

Arşîv

Şevçira

Kurmancî

Başûrname

Êzîdxane


 

 

 


Pêjna
Baranê


Hevgirtin

Pirtûk &
Xwendin


Urkêş


Şevçira


Kurmancî


Kurdart



Êzîdxane



بعض نافذة

كردستان
 عربياً

القوس
الثالث

Dibistan
A-Z

Qehwa sibehê
 
 
عربي
 Deutsch
 English
Redaktion  

 

H.R.R.K    West Kurdistan Intellectuals Union

09 June 2008 02:43

 

 

 

Siwarê hespa kimêt

Kitêba nû ya Arjen Arî ‘Şêrgele’ di nav weşanên Avesta de derket




Pêncemîn kitêba Arjen Arî ya şi’rê bi navê ‘Şêrgele’ di nav weşanên Avesta de derket. Kitêb bi navê ‘Şêrgele’ û ‘sûretên hisretê û keservedan’ ji du beşan pêk tê.

Ji kitêbê

di xurcika min de hemû qewîtî:
kembera zîvî, hina qeşmîrê, heprî…
cotê xirxalan ji bîr dikim qet!
siwarê hespa kimêt im têm
têm ku bikim xizêm Berîka Binxetê!

kîjan mîrek e li devê riya te?
se diewte, gur dizûre, baz difîkîne
tu bilîlîne b’ wî dengê saba
şiyar ke j’ xewê çiyakên Serxetê
ev quça han a Şemeriyan
neyar in ji xwe ez û vé hikumeté
ARJEN ARÎ

Di sala 1956an de, li herêma Omeriya, li gundê Çalê hatiye dinyayê. Di sala 1979an de Enstîtuya Perwerdeyî ya Diyarbekrê Beşa Zimanê Tirkî qedand. Weke gelek şa'ir û nivîskarên kurd wî jî bi tirkî dest bi şi‘rê kir. Di sala 1976ê de li Nisêbînê ji ber belavkirina belavokekê hate girtin. Wê demê polêsan dest danîn ser şi‘rên wî yên bi tirkî û kurdî. Qasî hefteyekê di hepsê de ma. Ew berdan, lê şi‘rên wî ta niha di mexzena Dadgeha Nisêbînê de hepsî ne. Di gel, ku weke cara pêşîn kovara Tîrêjê de şi‘rên wî weşiyan tê zanîn, ya rast, şi‘ra wî ya ewil di belavokeke ku li herêma Mêrdînê hate belavkirin de weşiya. Ew şi‘r ji sê malikan/beytan pêk dihat. Malikek jê ev bû: Du mirin kirin mahne, rakirin ling Nisêbînê/Xewa sibê bela kirin, avêtin nav tirs û xwînê. Her wisa, beriya 12ê îlonê şi‘rên wî ji hêla paleyên tevrika pembû ve bi stiranî dihatin gotin. Wek:

Tevrik tevrik tevriko, tevriko
Ber tayê pembû xweş biko, tevriko
Roja me jî hindiko, tevriko
Maldar bi qurbana mi ko, tevriko
Tevrik tevrik tevriko, tevriko

An,

Roja pala erzan e
Kufletê mal giran e
Mala te xera bibe maldar
Ma qey tu pê nizane!

Bi dû 12ê Îlonê de ew li welêt ma, şi‘rên wî di Berbang, Kurdistan Press, Nûdem, Çira, Pelîn û Rewşenê de hatin weşandin. Di sala 1992yê li navçeya Nisêbînê li ber deriyê mala xwe rastî êrişeke çekî bû. Birîndar rakirin Nexweşxaneya Zanîngeha Dîcleyê. Ji wê bûyerê de Arjen Arî li Amedê dijî.

Berhemên wî
Ramûsan min veşartin li geliyekî, Şi‘r, Avesta, 2000
Ev çiya rûspî ne, Şi‘r, Avesta, 2002
Destana Kawa, Weşanên Elma, 2003
Eroûtîka,Weşanên Lîs, Şi‘r, 2006
Bakûrê Helbestê / Antolojiya Helbesta Bakûr, Weşanên Yekîtiya Nivîskarên Kurd-Duhok, 2007
Şêrgele, Şi‘r, Avesta, 2008

Şêrgele
Arjen Arî
Şi’r
ISBN: 9789944382489
19.5x12, 64 rûpel
8 YTL
 

ji bilî nivîsên ku bi navê Hevgirtina rewşenbîran û bi navê malpera rojava. netê
werin weşandin, her nivîskarek berpirsê naveroka nivîsa xwe ye!

 
Destpêkirina malperê: 01.12.2004 / www.rojava.net - © 2004-2005

HEVGIRTINA REWŞENBÎRÊN ROJAVAYÊ KURDISTANÊ
rojava@rojava.net

Design: www.hesso.de
rojava.net rojava.net_INDEX_KURDI Neue Seite 1 rojava.net rojava.net Neue Seite 1 Neue Seite 1 Neue Seite 1