|
Li holê,
kuştina çil hezar însan, çar hezar
gundên şewitî, bi hezaran zarokên sêwî,
jinên bî, bi hezaran girtî hene.
Li holê civakek ku werê lê hatiye kirin
ku êdî nikaribe bi zimanê xwe, derdê xwe
bîne ziman.
Li holê 28 serhildan û çewsandina wan a
bi darê zorê heye.
Li holê miletek, dîrokek hatiye înkar
kirin heye.
Li holê dîrokek ku bi îmha û înkarê
hatiye "neqişîn" heye.
Li gel ew qas tiştên heyî, aştiyek,
çareseriyek, çawa dê pêk bê?
Kiryarên ew qas êş û trajediyan, bêyî ku
li kirinên xwe mikur were, beyî ku
lêborîn û bexşînê bixwaze, gelo aştiyek
dikare pêk bê?
Tekane sersedema çil hezar însanên kuştî,
çar hezar gundên şewitî, bi hezaran
zarokên sêwî, jinên bî û bi hezaran
girtiyan, encama polîtîkaya komara tirk
e ku ji damezîrîna komarê ve li ser
kurda daye meşandin e.
Tekane sersedema koça bi mîlyonan
însanên kurd ên ji welatê xwe, encama
politikayên komara tirk e.
Niha qala riyek çareseriyê tê kirin,
qala aştiyekê. Baş e!
Ev çareserî, ev aştî dê çawa pêk bê?
Bi xîşkirina nivisên "ne mutlu turkum
diyene" ên li çiyayan gelo dê ev aştî
pêk bê? (ji xwe di mêjiyê kurdan de ev
nivîs hatine xîş kirin)
Serbestkirina weşanên tv'yan ên bi kurdî,
gelo dê bikaribe aştiyek pêk bîne? (di
vê serdema înternetê de ji xwe tu wateya
qedexeyan nemaye û bi dehan tv'yên
kurdan hene)
Bi vegerandina navên gund û bajaran ên
kurdî dê ev aştî pêk bê? (ji xwe tu
kurdî navên wan ên bi tirkî bi kar
neaniye)
Gelo, şertê çekdanînê dê bikaribe
aştiyek û çareseriyekê pêk bîne?
Şertê wan çi ne nizanim. Lê ez dizanim
ku dê şertên wan nikaribin aştiyekê pêk
bînin.
Ma şertên wan tenê hene? Şertên me jî
hene. Û Hetanî ev şertên me neyên
pêkanîn dizanim ku tu çareserî û aştî
pêk neyê.
Şertên me gelek in. Lê emê bi tenê yek
şertê bibêjin. Loma ev şert, serê hemî
şertan e. Hetanî ku ev şert pêk neyê, ne
şertê din dikare pêk bê û ne jî aştiyek
dikare pêk bê.
Şertê me ev e:
Bila komara tirk, bi awayekî fermî li
kirinên xwe yên ku ji damezerîna komarê
ve û hetanî niha li ser kurdan daye
meşandin mikur were û ji miletê kurd ê
mezlûm û azadixwaz û aştîxwaz lêborînê û
bexşînê bixwaze.
Heke komara tirk tiştek wiha bike, riya
aştî û çareseriyê vedibe. Di rewşek wiha
de, kurd dê ji samimiyeta tirk bawer
bike.
Beyî lêborîn û bexşînxwestinê, tu
gotinên komara tirk nikare gelê kurd bi
xwe bide bawerkirin. Berî bicihanîna vî
şertî, hemû gotinên komara tirk, dê
parçeyek ji politikayên xapandinê bin.
|