|
Dema şerê beyandûr tê holê gelek gotin û gelek
kes li gor dîtinên xwe yan jî li gor bihîstinên
xwe li ser vê buyerê gotara dihûnin û carnan jî
ji xeyala xwe renga jêra çêdikin ku birastî pir
dûrî rastiyan ne..
Li
gor min ev buyer bersivek dîrokî bû ji gelek
tiştan re.., tevgereke wisa bû ku li hemberî
dewleteke wekî fransa wê sedî sed ne tiştekî
biçûk be, ev buyer tê wê wateyê ku kurdan her
dem li hember zulmê serê xwe rakirna û zulim bi
ti awayî li ser xwe qabûl ne kirina, rûdaneke
wisa ji min re pêwîst hat ku ez wekî kurdekî xwe
lê hembêz bikim û lê bikolim..
Di nav malbata min de gelek caran li ser buyera
Bayandûr dihat axavtin, lê brastî gutin bi tenê
têrê nakin, gotin gelek caran belge jê re divin,
bi taybetî dema ku buyer dîrokî be, ev tişt jî
di riya kesne camêr ku brastî xwe diwestênin û
dixwazin bigihin rastîyan di derbarê dîroka xwe
de. Kesne wekî mamosteyê berêz Xalid Îsa ku bi
gelek belgeyên ku ji arşivê feransî derxistine,
dide xuya kirin ku çawa Haco axayê havêrka bi vê
buyerê rabûya.
Berî niha ev buyer bi zelalî li ser ne dihat
axavtin, ji ber çi ez nizanim, bi ser ku me her
tim ji tevgere xwe ya kurdî re digot jî, lê
mixabin wan tu cara bi zelalî ev buyer ne didan
xuya kirin, her tim wekî serhildana gele kurd li
hember fransa bi nav dikirin, lê ne digotin kî
bi vê serhildanê rabûya û çawa çêbuya.
Ez na xwezim bêjim kî çi got û kî çi ne gotiya
lê ez dixwezim ya xwe bêjim, tiştên ku min ji
malbata xwe bihîstine û pê agahdar bûma di
derbarê vê buyerê de bînim ziman.
Beyandûr wekî qûnaxeka giring di dîroka tevgera
berxwedana gelê kurd yan jî gelê kurd li Sûrî li
Cizîrê li hembarî desthilatdarê fransî tê bi nav
kirin. Di wê çaxê de Sûriya wekî tê zanîn dibin
kolonyalîzma Faransa de bû. bê goman buyera
beyandûr hewldanek bû li hemberî zordariyakê, li
hembarî êşekê, lê balkî ne hewqasî jî wekî ku em
kurd dixwezin bidin xuyakirin ku ew tevgerek bû
li dijî Fransa bo standina mafê natewî yên Sûrî.
Yanî kesên bi vê buyarê rabûn ne ji bo rakirina
desthelatdariya Fransa li ser sûrî, an jî ji bo
rakirina koloniyalîzma Fransî li ser xaka Sûrî
ev tevger kirin, lê bi baweriya min bêtir ji bo
rakirina zulm neyartiyê li ser xwe û xaka xwe ev
rûdan kirin, yanî ev buyer na Sûrî bû li bêtir
kurdayatî bû!!... (eger em navê aşîrtiyê jê
rakin ).( Partiyên ma her tim ji xwe ra beyandûr
û Yûsif Alazim ,Ebrahîm Hanano wekî nimona welat
parêzîya Sûrî tênin ziman ), lê birastî ev
berxwedana bi rêk pêk li ser bingihên dî dest pê
bûn.
Piştî vê pêşgotinê ez dixwazim li ser vê buyerê
biaxivim , Haco axa mazinê hevêrka ye (heverka
aşîîreka mezina ji 24 aşîîrên biçuk pek tê).
Dorika yek ji wan aşîîrên hevêrka ne, mazinê wan
jî mala Abêsin, di wê çaxê de Silêmanê Abês
mazinê wan bû, Abasê birayê Silêmanê Abês û
brayekî wî din hatin girtin ji aliyê Fransa ve ,
ew jî ji ber ku filhan (xaç perestan) gilîyê wan
kiribûn li ser çi bû gelo, ev ne diyara.
Fransa wê çaxê pir qadrê filhan (xaç perestan)
digirt, ji xwe re wekî hevalbend di dîtin.
Qumandare fransî Abas û biryê wî girtin birin
parêzgiha (mexfera) beyandûr ku wê çaxê ordyek
askerê fransî lê dima, ev di sala 1923 an de ye.
Fransîyan zulmek pir mazin li miletên herêmê
dikirin û metodên wan yê êşkencê pir dijwar bûn,
qumandarê parezgihê Abas û birayê wî çandin (
laşê wan dixistin bin axê de û serê wan dima ji
derva te ku miribana ), bi wê êşkenca hovana
Abas dimre û birayê wî nîvmirî şandin dugirê.
Silêmanê Abês hewara xwe gihand Haco ku wê çaxê
hîn ne hatibû binxetê, hîn Haco li serxetê bû,
ji ber ku dorika jî beşekin ji hevêrka, Haco zû
bi hewara wan ve hat.
Haco bi nêzîkî 300 peyayî xwe berda binya xetê,
li Tilşaîrê Haco pîlana biser girtina parêzgiha
beyandûr danî û di kes ji vê êrîşê ra kirin
berpirsiyar, yek ji wan kur apê wî Xelefê Batê
bû û yê din kurê wî Çaçan bû.
Xelef û Çeçan bi zilamê xwe re parêzgih wêran
kirin û gelek leşker jî tê de kuştin, di wê demê
de qumandarê parêzgihê yê fransî, navê wî Rogan
bû, ne li wir bû, lê li ser riya dêrikê bû bi
karekî, xeber jê re çû, bê çi li beyandûr
qewimîya ji ber wilo jî di riya xwe re vegera,
lê dîsa Haco di riya wî de bû li devera bi navê
diyarê Topê şer dest pêkir.
Şerkî pir dijwar di navbera Haco û Rogan de
çêbû, bi sedema vî şerî Rogan tê kuştin, di wê
çaxê de wekî tê gotin ku gelek kes tevlî vê
buyerê dibin, kurd û erebên herêmê jî tevlî bûn,
ji xwe re dîtin ku ew êdî fersendeke ku haîfa
xwe ji fransa bistînin û zulma wan li ser xwe
rakin.
Helbet mebesta Haco haifa Abas bû lê ji aliyekî
din ve jî rakirina zulma fransa li ser aşîîr û
miletê xwe jî bû, Haco nikarî bû kuştina Abas
wisa hesanî derbas bike, jê dihat xwestin li gor
urf û adatan ku destê birayên xwe yên aşîîrê
bigre û bi hawara wan ve hera, yan jî çawa wê
karîbe mazinatî li aşîîra xwe kiribe.
Haco axa piştî şerê beyandûr vedgera serxetê û
fransa jî metodên xwe nermtir dike li hember
kesên herêmê, wisa dimîne ta sala 1926an, Haco
axa neçar dimîne ku ji welatê xwe bi reva ji ber
turkan (turkan piştî şoreşa şêx Said zulmek
mezin li kurdan dikirin, Haco jî yek ji wan bû
ku nema karî bû ku xwe li hemberî zora turkan
bigre).
Di roja 18an ji heyva sibatê sala 1926an Haco
bi kesna ji aşîîra xwe derbasî binxetê dibe, li
girkê şamo bi cî dibe, lê turkan bi balafira ew
bombe kirin, ji ber vê yakê neçar me û xwe avêt
bextê şêx Muhmedê tey serokê aşîîra tey ya arab.
Sêx Muhamad qedrê wî û kesên pêra pir digre, lê
Haco tê anî der ku fransa doza wî ji şêx dikin û
şêx bi vê yekê wê pir êşê eger Haco teslîm neke
ji ber vê yekê Haco beryar da ku ji cem şêx here
û xatir ji şex dixweze û berê xwe dide dugirê
cem Silêmanê Abês, yê ku bixwe dostê Haco ye û
aşîîra wî ye.
Haco hevalê xwe Galyê Şabo ( bi xwe filiha û ji
aşîîra hevêrka ye) rê dika Musilê, ku bi englîza
re bi axive ta ku hera Îraqê, lê Gelyê Şabo dest
vala vegera, englîzan şert û mercên giran dan
pêşiya wan, şartê englîza yê pêşî ev bû ku Haco
û zilamê wî bê tifing xwe teslîm bikin, û şertê
didwan ku wan koçberî başûrê Îraqê bikin, ev
şart bi Haco pir giran hatin û ji ber wilo jî
beryara xwe da ku here û xwe taslîmî fransiya
bike.
Haco bi siwarî li ser hespa Rogan bi xwe û bi
hevalê xwe yê mêraxas re Osê Azam çûn Qamişloyê
û xwe taslîmî fransa kirin.
Fransa Haco şandin Beyrûtê û li wir afûa wî
dan. Gelo çima Haco hat afû kirin ne diyare, lê
di wê demê da fransa û turk ne li hev bûn, belkî
fransa dixwest ku Haco ji xwe re bikar bîne li
hember turkan.
Piştî afûa fransa Haco û zarwê wî û beşek ji
aşîîra wî li binxetê bi cî bûn û gelek gondên nû
ava kirin.
Di dawî de beyandûr eger çibe jî helbet dîsa
tevgera gelê kurde li hember zor zordariyê ye,
zordariya ku ti caran kurdan li ser xwe qabûl
nekiriya. Tu carî di dîrokê de kurd li xwe mukir
ne hatina ku zilmê qabûl bikin û li ser xwe re
derbas bikin, kurdan her tim li ber xwe dana û
di beyandûr de jî kurdan li ber xwe dan.
Şahoz Haco
|