|
Ne gelakî û ne
hindikî
Nadim bi Tac û Kûrsiyê Melekî
Nadim bi bejarê dinyayê tevekî
Nadim bi Bexda û Tehranê
Nadim bi Şame şerif û Anqerê
Ez nadim bi Qûdsê û Mekehê
Aw ciyê nimêj û hecê
Nedim wilo bi hesanî
Dehl û rez ,mêrg û kanî
Ber li ser can û xwîna min bê
Jiyane min jêra qûrban bê
Lê Qamişloka min rizgar bê
çiqas dijmin bipangejê
ji xwer têde bi leyizê
Aw xwedyê hêz û esker bê
Her awê jêra du jih bê
Bere aw car serî bê
Bi çav û gûh bê
Li diji min ferman û şer bê
Li wêjêra ne cih bê
Ez Qamişluka xwe nadim
Bostek ji erde wê nadim
Bi çiyaê Zêr û Bîrê neftê
Wan xaniyê pûş û axî
Nadim bi qesir û velatê afleqî
Wan sikak û cokê herî
Nadim bi deryayên sor û sipî
Wê zimanê wê yê kurdî
Tê gûhê min xweş û zindî
Nadim bi zimanê qûran encila giştê
Ne areb ne faris û ne tirkî
Ez Qamişloka xwe nadim
Nadim bi lozanê ciyê peyimanê
Reşe li ber çavê min weka qetranê
Aw Peyimana Hilanî Navê Kurdistanê
Be zanyarî li ser neqşa cihanê
Wela nadim wê bûharê
Aw pruska serhildanê
Cihê gorna Cîgerxwînî
Ew xwedanê Helbst û îmanê
Yan Mihemd Şêxo xwedyê dozê
Ew Dildaê awaz û Stranê
Ez kufî û kulazê xwe yê herê
Nadim bi igal û ebayê wî
Êgo sunda we tim bi navê wî
Ez Qamişloka xwe nadim
Yan Kûştî û yan hiştî
Ber zikek têr û deh bircî
ne şaşbû ewê gotî
Awa bajarê evînê
Li ne ji bo Mem û Zînê
Ciyê govenda û civînê
Lê ne ji bo xwidba înê
Ew ciyê Helbesta di weşînê
Ez Qamişloka xwe nadim
Bera hrkes bibînê
Seyîdayê Arî
|