|
Li
dora heştê sal in ku li Tirkiyeyê kurd
ketine sikinca xwe û weke mirişka ku
serê wê xistibin bin bazikên wê.
Serdestên kurdan ji wan re dibêjin heger
hûn xwe bi vê hêlê ve bibin derya
bêbiniyê heger ku hûn xwe bi hêla din ve
bibin agir û cehenema bêserî ye. Ya rast
ew e ku hûn xwe tev nedin. Ev jiyan li
me kurdan hatibû fesilandin û jiyan li
me qusandibûn. Bi destpêka berxwedana
netewî ve gelê kurd serê xwe ji bin
baskê xwe derxist û ji nû ve bala xwe da
cîhanê û mêze kir rewşa jiyana ku tê de
dijî ne rewşeke baş e. Ji serok û
pêşengê xwe re guh seridand û bîbika
çavên xwe kuta çiyayên xwe mêze kir ku
sewta qîz û lawên wî ji navsera çiyan tê.
Bi rastî tu bibêjî ev hesreteke civakan
kurdan a bêrîkirin û serxwebûn azadiya
wî bû ew sewta hanê. Di serî de belkî
şik û guman kir lê pêl bi pêl dema ku
têkoşîna rizgariya wî li deşt şewil û
newalên wî bela bû. Şikirbûna xwe ji
xwedayên xwe re anî û kir hewar got
bihar hat bihar hat gelî gundiyan
malbatiyan û welatiyan keran tûr avêtin.
Bi dil û can xwestin ku pişgiriya
têkoşîna azadiyê bikin û pesin û beradên
zarokên xwe û gerîlayên xwe kirin û
rabûn ser tapana azadiya xwe. Ew kurdên
ku bi hezar fen û fûtî hatibû xapandin û
ketibû xewa mirinê bi tîrêjên ku ji
navserên çiyayên wî dida textikê eniya
wî ew şiyar kir û rê li ber ronî kir.
Xwe nas kir civaka xwe nas kir têkoşîna
xwe nas kir rêxistina xwe nas kir sazî û
dezgahên xwe nas kir partiyên xwe nas
kir gerîlayên xwe nas kir û serokê xwe
nas kir û bi ser de dost û neyarên xwe
nas kirin. Felsefa serokên xwe û neyarên
xwe dan berhev û danuhurandin. Her ku
danuhurandin parzinandin kir xwe bi ber
heq û edaletê ve kişandin û neheqî nalet
lê barandin. Kesên ku bi fen û fûtiyan
ew dixapandin xwe ji wan dûr girtin.
Hînajî ev pêvajo li Kurdistanê nehatiye
qedandin û bi lez û bez tê ajotin.
Her ku kurd şiyar bûn serdestên wan ji
wan qehirîn ji ber ku berjewendiyên wan
derdoran ên ku bi peyvê tiştin digotin û
bi wan gotinên xwe nanê xwe pê dixwarin.
Ew derdorên ku digotin en demokratin an
sosyal demokrat in an komînîst in an
sosyalîst in an lîberal in û weke wan.
Ev derdor ne ku dijberiya civaka kurdan
kirin. Dezgeh hizip sazî partî û serokên
kurdan jî dane ber xwe dijberî û
dijminyetiya xwe aşkere kirin.
Em bêjin ew kurdên ku emrê wan 50’î û jê
wêdetir e û ku li Kurdistanê xwedî
kariyer an burokrat bû ji ber ku
berjewendiyên wan kesan ketine talûkê ne
ji gelê kurd ne ji pêşengê azadiyê û ne
ji serokên kurdan hez dikin û
dijminatiyê dikin. Ji ber sedema ku ev
kes nema karin li Kurdistanê siyasetê
bikin û ku kurdan bixapînin. Ji ber ku
pêşengiya gelê kurd ew deşîfre kirin,
kumikê wan ji serê wan kir û da bin
cengên wan. Ma mimkûn e ku wê ev kes ji
kurdan an ji serokên kurdan hez bikin an
xatir bidinê. Di nava van kesan de bes
ne siyasetmedar an burokratên kurdan bi
tenê ne. Hinek oldar, nivîskar û
wêjevanên kurdan jî bi ber vê pêla bayî
xwe dihejînin. Dibêjin çima gelê kurd li
serokê xwe xwedî derdikeve û gel sûcdar
dikin.
Beşek ji lîberal û demokrat û nivîskarên
tirkan jî gilî û gazinên xwe bi gelê
kurd dikin û dibêjin çima gelê kurd li
serokên xwe xwedî derdikeve. Dijminiya
gelê kurd dikin û a serokatiyê dikin. Ma
gelo derdê wan çiye.
Beriya ku gelê kurd hişyar bibe û bibe
xwedî rêxistin û xwedî serok van
derdoran li Tirkiyeyê û li Kurdistanê bi
awayekî rehet jixwe kar û barê
demokratîkbûnê dikirin û ew sembol bi
rehetî bi xwe dadikirin. Heta ku berî
pêşengiya gelê kurd bibe xwedî bandor
gotina kurdbûniyê û navê Kurdistanê
jixwe bi kar netanîn. Piştî ku kurd
derketin pêş ev derdor mecbûr man ku
navê kurdan û welatê wan Kurdistanê
telafûz bikin. Ji ber van sedeman stêrka
wan derdoran jî pêşengiya gelê kurd
rijand.
Deng û his yekcaran ji arîstokrat û
demokratan ji dihat behsa aştiyê dikirin.
Tu rastiyê bibêjî aciziya van derdoran
dema ku artêşa tirk û gerîla li hev
didin hizûr û kêfa wan direve û gelek
berjewendiyê wan dikevin talûkê. Bi
rehetî nema karin nivîskariya erzan
bikin. Daxwaza van derdoran dibêjin bila
pêşengiya gelê kurd dev ji çeka berde lê
newêrîn bêjin bila artêşa tirk jî dev ji
çek û operasyonên xwe berde. Li gor van
arîstokrat û demokratan pêşengiya gelê
kurd zarok jin û ciwanên kurdan dixapîne
û wan li dijî Tirkiyeyê bi kar tînin. Ev
hêla arîstokrat û demokratan pirî
sextekar û di warê pirsgirêka kurd de
hem pêşengiya gelê kurd û hem gelê kurd
dixapînin ji serdestên xwe re pisîk in û
ji gelê Kurdistanê re dibin şêr. Lê kî
çi dibe bila bibe li Kurdistanê “bihar
hat û keran tûr avêt.”
ji
www.welat.com
|