Neue Seite 1
Kampanya  100
Neue Seite 1
Kampanya  100
Neue Seite 1
Kampanya  100
Neue Seite 1
Kampanya  100
 

11 February 2009 11:06

Xenca çavsoran û gewîbûna wan

  Serkeft Botan:

rojava.net- 11.02.2009

  Rojhilat pirsgirêkên xwe yên bi hezar salan e hîn çareser nekiriye. Civakên rojhilat bi şêwayên çavsoriyê pirsgirêkên xwe taloqî dahatuya xwe dikin. Pirsgirêka Filistîn û Kurdistanê pirsgirêkên herî berbiçav yên rojhilat in ku ji du hazar salan wêdetir in. Heta ev her du pirsgirêk neyên çareserkirin wê rojhilat rûyekî rehetî nebîne.

Kujerên Filistîn û Kurdistanê bi her awayên xwe dişibin hev du. Peres û Erdogan motika fikir û ramanên wan ji bingeha kevneperestî û nijadperestiya rojhilat der tê. Yek jê siyonistê faşist e ê din islamê faşist e; bingeh û kirinên faşistiyê xerabî û rijandina xwîna gelên bindest e. Ez bawer nakim ku wê tu kes ji şowa Erdoganî ku li Davosê kir wê yeqîn bike. Şowa Erdoganî gerîneka ku li Kurdistanê ketiyê bi wê şowê dixwaze peyamê (mesajê) bide gelê Kurdistanê û bawermendê gelê kurd ê ku pê ve girêdayin e. Lê ev hewldana Erdoganî behûdaye. Gelê kurd ê bawermend Erdoganî bi teskerê ku li meclisa xwe da derxistin û şerê ku li Kurdistanê di dema desthiladariya wî de gurtir û xedartir û kûrtir kiriye wî nas dike. Heger ku ne xapandine bila pirsgirêka li welatê xwe çareser bike şûnde bila bibeze Peres Erdogan mûtaaleya herî mezin bila bi xwe re bike û bila bi nefsa xwe re bixeyide. Ma di kîjan dînî de rojên cejnê kuştin û ceng hatine helalkirin. Ku Erdogan di rojên cejnên pîroz de bimbeyên ku li cîhanê hatine qedexekirin bi ser gelê Kurdistanê de dibarîne û erdnîgariya Kurdistanê dike dojeh. 

Ma ew ne Erdogan e? Ku kuştina zarok û jinên kurdan li Amedê mubah dibîne.

Ma ew ne Erdogan e? Teskera kujeriyê di meclisên xwe re derbas dike.

Ma ew ne Erdogan e? Ku fetwa kuştuna gelê kurd dide.  

Ma ew ne Erdogan e? Ku karê zalimiyê li gelê kurd dike û daw û doza zalimiyê li hinî din dike.

Ma ew ne Erdogan e? Ku zor û zilmê li gelê Kurdistanê dike û xwe mazlûm dihesibîne.

Ma ew ne Erdogan e? Ku li Colemêrgê li hemberî objektîfên cîhanê ku milê zarokên kurd dişikîne.

Ma ew ne Erdogan e? Ku dayikên di cejna newrozê de li erdê rast dike û bi botin û jopan li nava guhên wan dide.

Ma ew ne Erdogan e? Ku salên milyar dolaran dide cihûyan.

Ma ê ku teyarên Herona ku ji cihûyan dikire ne Erdogan e?

Ma ew ne Erdogan e? Ku zarokên kurd di serada bişavtinê re dibuhurîne.

Ma ew ne Erdogan e? Ku daw û doza terikandina axa bav û kalê kurdan li wan dike.

Ma ew ne Erdogan e ku dibêje ya tê ji min hez bikî an tê wê derê biterikînî.

Ma ew ne Erdogan e? Piştî çalakiyên kujeriyê ku qatilan pîroz dike.

Ma ew ne Erdogan e? Ku înkara qewmekî bi deh hezar salan dike.

Ma ew ne Erdogan e? Ku Serokê Gelê Kurd di zîndanê de cezayê bê ûsuliyê lê dibire.

Ma ew ne Erdogan e? Ku ji Peres bi hezar qat caran li gelê Kurdistanê zalimiyan dike.

Bêfêde ye birêz Erdogan tu di hawinê de hawê durûtî. Tu şowa jî bikî tu reqs û dîlanê jî bikî te şûşa dilê gelê kurd şikandiye lehimkirina wê şûşê bêfêde ye. Ne tu û ne tu kesên din wê nema karibin gelê kurd bixapînin. Ji ber ku gelê kurd bi hebûna xwe bi nasnameyên xwe yên jorîn û jêrîn teva hesiyaye. Gelê kurd daw û doza hebûna xwe dike. Jixwe heta niha ku ji we bihata we yê zûde qira gelê kurd bianiya. Gelek bi qirbûnê û kuştinê naqede. Ji ber ku kurd miletekî qedîmin bişavtina we jî wê bi kêrî tu tiştekî neyê. Mîna kanala TV ya we. Jixwe ew kanal jî we ne bi dilê xwe an bi xêra bavê xwe vekiriye. Gelê kurd jî baş têdigihîje ku ew kanal bi bedela çi hatiye vekirin. Bibîne bi çi awayî Peres di nava xwîna gelê filistîniyan de bitir û gewî bûye. Hûn jî di nava xwîna gelê Kurdistanê de gewî bûne. Şowa Davosê wê tu bandorê li gelê Kurdistanê neke. Ew zebitandin û peritandina wê we ji zalimiya we xelas neke. Peres ku çi zalim e tu jî yekî jê xerabtir e. Heger ku ne xapandine peymanên ku hatine imzekirin hûn çima bi zaliman re berdewam dikin. Peyman bi imza têne peyitandin an têne betalkirin. Birêz Erdogan fermo peymanên ku bi yahudiyan re hatine imzekirin ji bo betalkirina wan aşkere bike û di daxuyaniyekê de deklere bike. Ji bo ku şowa te derewîn dernekeve. Lê tu ne li dijî zalimiya te çav bera rayê gelê kurdê mazlûm daye. Ji bo ku tu karibî xwe li ser piya bihêlî û xwe ji gerîneka Kurdistanê xelas bike te şowa Davosê kir.  Tu û Peres xenca (cîlve) li hev dikin.

Çavkanî:

www.welat.com




 

 

Design: www.hesso.de 

HEVGIRTINA REWŞENBÎRÊN ROJAVAYÊ KURDISTANÊ
rojava@rojava.net

Destpêkirina malperê: 01.12.2004 / www.rojava.net - © 2004-2005