Serhan
Isa
Hoşeng Broka weku helbestvanekî Kurd.
Di cîhana dahênvaniyê de
û tanî ku tu karibe
weku dahênerekî xwe di
qada cîhanvaniyê de bide pejirandin, pêdiviya ku merov pêşî xwe di
nav derdor û netewa xwe de bide pejirandin.
A dinê divê tu ji kul û
derdên cîhanê têkildar be, têkeve bin bandora têkçûn û serkeftinên
wêna
û ku karibî bi rengekî
ji rengan bi karwanê şaristaniyê re bi rê keve; û bibî karkerek ji
karkerên barhilgirê kul û derdên wê serdemê.
Sêyemîn gav ew e ku
zimanê te yê helbestyane zimanekî pêşverû û bi serkeftî be, ango
ew zimanê ku tu bi kar ditînê, gerek fakter û hîmên nûjenî û xwe
guncandina bi serdemê re têde peyda bibin.
Her weha pêdiviye ku ew
merov dahênerekî (a) rewşenbîr be. Her weha têgihishtiyê ewê
xebata xwe be.
Îcar gelo em dê karibin
serpêhatiya H. Broka a helbestyane têxînin bin vê pîvanê? Her weha
gelo ewî kariya tanî nuha weku helbestvanekî Kurd xwe bi xwênerê
Kurd an jî xwe di cîhana helbesta Kurdî a nûjen de bide
pejirandin?
Û ev xalên ku me li jor
destnîşan kirine merov çawa dikare wana di ezmûna H. Broka a
helebestî de bipelîne?
H. Broka di
cîhana kurdewariyê de:
A.
Eger em wisa xwendineke hûr û kûr û rexnegiryane li berhemên evî
Helbestvanî bikin em di bibînin ku dilopên
diwîtê neşiyane ji serê pênûsa
wîna a xemhilgir bi ser zikê sipîkaxezan de
birijiyin tanî ku xwe bi hesret û
kul û derdên kurdewariyê tije nekirine.
Mînakin bê şîrove:
- Rûpelê 2 an -
bawişkandinên êvarê
hevpeyivînên girtiyan
yên vehilçinî...
di xewna termê bêdengiyê de
bi payizokên welatekî kuştî
dilorîne!
4
Serlêgeriya Bûka Mîra
Û aniha...
piştî çar welatan ji
bendemayînê
tu dê tiliyên xwe,
ji bo bi darvekirina kîjan
rengî,
yan serbitackirina kîjan
serokî,
bikî dargulîk?
De bêje bo min yarê:
Tu dê tidarikeke, ku hêjayî êşa
me be
Ji pizrûkên kîjan baranê,
ji xewna kîjan hicrikê,
û ji şêtbûna kîjan demsalê,
li dar bixînî?!
De bêje!
5
.............................
Wexta ku sînor herikîn
xwîna te
Û ji wir;
Ji dema ku Girê Heyhayê
li pîngepînga te
hişyar bû,
tu hilperikî ser milên min
û milên te:
Ji „Dimdim“ heta bi „Koçgirî“;
ji „Dêrsim“ heta bi „Çarçirayê“;
û ji agirê „Sînema Amûdê“
heta bi birînên „Helepçê“
yên xweşik,
bilind,
û mezin,
mişt bûn ji derreh
û sînoran:
Barana te sînor bû.
Keskesora te sînor bû.
Berfa te sînor bû.
Şevên te sînor bûn.
Şînên te,
şahiyên te,
û êşên te sînor bûn.
Rengê te sînor bû.
Navê te sînor bû.
Dengê te sînor bû.
Xweda,
pêxember,
pirtûk,
seqa,
nimêj,
û rojiyên te sînor bûn.6
............................
Merov dikare girêdana dahêner bi pirsa wî a netewî
ve û têkildariya di navbera wîna û civatê de ji van her sê mînakên
jorîn bixwîne, û bi gumana min ev babet ne bi hewceyî şîrove û
analîzkirinê ye.
B.
Dahêner bi zimanekî Kurdî xuro, zelal û bijwên
dinivîsîne, û her weha û ji bilî ku bi zimanekî Kurdî dinivîsîne,
helbestvan dikariya zimanekî wisa bijwên, wisa bejinbilind, wisa
bedew tayîbet bi xwe biafirîne, û ev êk bi xwe yek ji pêwistirîn,
giringtirîn hîmên nûjeniyê ne ku bêyî wêna helbestvan dê neşêt
bostekê jî ber bi helbestê weku karekî dahênerî û ne jî cîhaniya
helbestê
ve bibeze.
Ango eger em bi hûrî bala xwe bidin zimanê
helbestvan û şêweyê avakirina
têkistê em dê bibînin ku merema wîna ew bûye ku ji
bilî nirxên wêjeyî,
nirxekî dîrokî jî bide helbesta xwe, û merov evî
nirxê dîrokî gelek caran di
ferhenga helbestvan a ziman de bipelîne.
Bi wateyeka din ziman aleveke ku roleke sereke di
destnîşankirina nirxên têkista helbestyane di seranserê ezmûna H.
Broka de dileyize.
Di astekî dîtir de ew zimanê ku dahêner bikar
ditîne hew çendî ku di gelek ciyan de di astên xwe yên helbestî de
bilind û ne zelal têt lê qabiliyeta ravekirin û bi destxistina
kilîtên ravekirinê têde peyda dibin, û eve jî bê guman
serkeftineke dîtir li serkeftinên dahêner pirtir dike.
Îcar çiqas ciwane dema helbest bibe nirxekî
dîrokî, û merov vê êkê di têkiliya
di navbera dahêner û têkista wîna de jî dipelîne
ku têkiliyeka di qûnaxine
suriştyane de derbas dibe, êdî rûbirûkirineke
aktîfyane di navbera her diwan
de pêktîne ( dahêner û têkist) ê.
Dêmek di asoyên nivîsandina bi zimanê Kurdî de H.
Broka ziman dibîne merc û elementekî tayîbet ji bo cihêwazî û
serkeftina têkista helbestyane. û ev yek di danûstandin û
bikaranîna wîna ji ziman re di hemî astande astê Tîp, Xurde û
hevokê re diyar dibe.
Hindek peyv û bêje ji ferhenga Helbestvan a ku di
her sê dîwanên xwe de
bikaranîne:
|
Bawişkandinin ji
kopên
minareyin
razayî
7
Bawişkandin
Şêlandin
Gurxenîq
Xerîbo
Hêkesorê
Qitik
Belqitî
Barbarîtk
Basimbar
Tevzînok
Kûrik
Dirreh
Zîpik
Kixkixandin
Kulîn
Bişirîn
Qolek
Bêkav
Kaniya sipî
Qumatk
Batizmî
Kenar
Nehayîkirî
Şehitî
|
Serborekên.
Çareşembên tozê
8
Hicrik
Şivîlok- şivîl
Keservedan
Berbisk
Dûkelkêş
Nijinand
Bûka Mîra
Tidarik
Tixûb
Stûna Mirazan
Banahî
Serêvar
Melûlreng
Rewangeh
Xîve
Şevberat
Bûka Baranê
Hincinî
Kisîr
Giyaxwîn
Rexerêk
Serêlok
Xemilavêtî
Hênijok
|
Keskê
dawî di
cenazeya
Xwedê
de
9
Pîtanok
Tembîkname
Çarkopal
Xewletgeh
Xwedayên hişî
Şêlandin
Sênc
Xirên xafil
Diyarê Felekê
Neşter
Keskê Xwedê
Mikurhatin
Dara Herherê
Reşgirêdan
Nankor
Pêşabûn
Êvarname
Xwedanname
Siwarê ezelê
Emînê Xwedê
Semagerî
Endekof
Gulgenim
Qubletgeh
|
Li gor xwendin û agadariyêd min ji MED ya Kurdî re,
ez bawer dikim ku ev bêje û peyvêd ku helbestvan bikaranîne, ev cara
yekemînin ku di helbestê de têne bikaranîn, ne tenê wisa belê ez
guman dikim ku ev cara yekemînin ku bi awayekî nivîskî têne
bikaranîn, û zîrekiya helbestvan ewe ku di helbestê de bikaranîna,
ku bi rastî buhayekî dîrokî, efsaneyî, hunerî û bedewîtî li ber
bejna wana kiriya.
Icar ewî ji bo berdewamiya pêvajoya
bihevredanûstandinê ku bi ziman pêk tê bi hêz kiriye.
Ziman li ser astê
têkildariyê mirov bi tiştan re.
Ji ber ku em bi ziman
li ser tiştan diaxivin, em her tiştî di hundirê xwe de bi ziman
derdibirin, û bi ziman em li ser ziman diaxivin. Dêmek ziman alavekî
derbirînê yê herî mirovane ye.
Ew alavê derbirîna
têkiliyên me bi derdora me re ye. Bi ziman em xwe û her tiştî nas
dikin, herwekî çawa ku em xwe û her tiştî bi yên din û derdorên xwe
didin naskirin.
Çiqas li helbestvan zor tê dema ku li hember
ziman radiweste „Helbestvanek hezarê kîlometran dûr diçe daku karibe
pêrgî xwênerên xwe werê, û
helbestvanek nikare ji dervayî wê kaxeza ku li
ser dinivîsînê çar bostan dûr biçe. Helbestvanekî jî di kûrahiya
deryayan de avjeniyê dikê, û helbestvanekî din di dilopeke diwîtê de
binav dibê û difetis e“.10
Bê guman di warê
helbestê de jî astengiya yekemîn ku xwêner rastî wê tê, ziman e.
Helbest bi baweriya min
ruhê ziman e, herwekî çawa ku ziman jî ruhê helbestê ye. Lewra
zimanê helbestê zimanekî taybetmend û cihêwaz e. Ji ber ku eger hat
û ne wisa be, êdî tu cihêwazî nakeve nevbera zimanê helbest, çîrok,
roman, siyaset, aborî, civak û şanogerîyê.
Ziman jî dema gelekî
tête bikaranîn pûç û sar dibê. Ew hinekî ji reng û bedewiya xwe
winda dike, êdî di vir de rola helbestvan tête xuya kirin dema ku tê
û wî
( Ziman ) vedigerîne
bedewî û bengîniya wî a herî destpêkê.
„Ziman wekî ku suryalî
dibêjin çemekî binerd e, û sererdkirin û diyarkirina wî çemî, berî
her kesî, erka helbestvanê nûjen e“.
Ev çem jî, li gora
suryaliyan, milkê her kesî ye, û pêwîste ku mirov ne tenê li
xurxura wî guhdar bike. lewra divê ji nuh ve mercên ku guhdarkirina
wî xweştir vejînin, werin bicîanîn.“
11
Durêd Yehya Xewace
helbesta nûjen di van hersê xalên jêrîn de li qelem dide:
1. Nûjenkirina naverok
û kêsimê helbestê
2. Rizgarkirina mûzîka
helbestê ji zindana
rêzbend û kêşeyê, û
herweha afirandina
mûzîkeke nuh ji
gewde û giyanê peyvan
(ahenga hundurîn).
3. peydakirina
derfetan ji bo pêşxistin û vejandina
zimanê helbestê bi şêweyekî zanistî.12
Bedewiya Zimanê helbestê bi pileya yekemîn girêdaye
bi sistêma bikaranîna xurdeyan ve, ew sîstêm jî dikeve bin bandora
Ezmûna dahêner û kela hinavên wîna, ne bi guhertin ( Nûjenî ) ji bo
guhertinê, û ji vê derê merov dikare bêje Zimanê helbestê Zimanekî
rewan vekirî û bê sînor e Zimanekî li bedewvaniya xwe û ya tiştan
digere, ne mîna Zimanê, Zanistyane û van karên din e.
Di xwendina têkistên evî helbestvanî de merov
dipelîne ku bi vîn, hêz û hestekî pir nazik û dilşewat xwe di tavêje
asoyên Demuqratiyet û wekheviyê ku karibe têde serxwebûn, azadî û
cudabûna her afrîdeyekî biparêze, û ev têkista jêrîn teqezkirineke
li ser vê nerînê.
Te ...
Fereh koç dikir;
Fereh bang dida;
Fereh sibeh,
bajar,
û minare,
hişyar dikirin;
fereh dûwa dikir;
fereh xewn didîtin;
fereh distra;
fereh nalîna yara xwe;
ya ji avê û kulîlkên hinarê;
şeh dikir;
fereh hez dikir,
û fereh bêriya axa sar,
stirana sar,
mirina sar,
xatirxwestin,
ramûsan,
û yara sar dikir.
tu...
dibûyî demsaleke fereh,
mezin,
û bilind,
ji tazîbûnê:
13
Derencam:
Helbestvan xwedan ferhengek ziman a pir zengîn,
dêrîn, û bedew e.
Ev yek jî vedgere wê jîngeha ku Dahêner tête rabûye,
tevî ku gelek kes di vê yekê de dikevine tevheviyekê dema vî şêweyê
ziman yê rasteqîne û ciwan mîna devokên herêmî li qelem didin, dibe
di hindek ciyan de mebest ( li nik hindek ezmûneyên din ) ev nerîn
rast be, lê qet bi tu awayî ji awayan ev li ser ezmûna H. Broka
nayête çespandin, çimkî ew bi xwe kurê jîngeheke tayîbet û dêrîne,
êk ji mercên dêrîniya vê jîngehê jî ewe ku zimanên biyan mîna zimanê
Erebî ku zimanê dîn û dewletê bûye, û zimanê Tirkî, Farisî,
bandoreke dîrêkt û nêkatîv li zimanê wîna nekiriye.
Diwem:
Zîrekiya helbestvan di şêweyê danûstandin û
bikaranîna wîna ji vî zimanê tayîbetmend re, û bi cîkirina wîna ji
xurdeyê re.
Sêyemîn:
Çawaniya danûstandineka zimanî û gihandina peyvê bi
rengê wê yê durist û ciwan bi xwendevan re.
Ku ew hewil dide ku peyv an jî ziman bi tevayî
giran, cûtî, û biyan newête guhên xwendevan.
Jêder û
çavkanî:
4. H. Broka, Bawişkandinin
ji kopên minareyin
razayî çapa yekem
Elmanya 1995, rûpelê - 60 -.î
5. H. Broka, serborekên
çarşembên tozê, çapxane:
Apec, çapa yekem 1999,
Sweden, rûpelê 15 an.
6. H. Broka, jêderê -1- ê
rûpelê -104-105-106- an.
7. Hoşeng
Broka,Bawişkandinin ji kopên minareyin
razayî, Elmanya, çapa
yekem, 1995.
8. Hoşeng Broka,
Serborekên çarşembên tozê,
çapxana Apec, çapa
yekem, 1999.
9. Hoşeng Broka, Keskê
dawî di cenazeya Xwedê
de, weşanên Pêrî, çapa
yekem Stenbol - Cotmeh,
2002.
10. El-Sofîye
we-El-Suryalîye Edonîs
11. Îşaret El-Luxe we
Delalet El-Kelam Morîs Ebû
Nasir
12. Elximûd El-Şi,rî fî
El-Qesîde El-Erebîye El-
Cedîde. Durêd
Yehya El-Xewace.
13. Hoşeng Broka, Keskê
dawî di cenazeya Xwedê
de, weşanên Pêrî,
çapa yekem Stenbol - Cotmeh,
2002. rûpelê
35.36.37an
Dumahîk
heye
|