Li ser gaziya tayekî rîhanê vecineqîm.
di gevizka rojê da, ketim pêpeskê.
Di kurkê patîşahî da, duzelvanî,
awazêt bersê dijenîn.
dava tariyê,
mijgul di reqasê da melûl dikir.
Tango bi sê pêngava dipîva.
Li ser xunava soregulê ketim çelepka.
Bînahiya revok ez firandim,
li hindava heşt çavêt ji lerza birsê
û dengê hovêt dupê
sinc dibûm.
Li ser tiblên desta ,
mêjûya xwe dubare dikirin.
Bi sê tibilkan,
xoşava li ser cêrikê gula bê nav,
serûbin dikir.
Rihên dila li gel têlên gula
dane hev di cohniya dilê xwe da.
min guvaştin.
Xunava rokê
min û şaraba .
Şêxê sani’anî,
şerma soregulê,
li ser perên ewra xwe
diveşartin.
Bûm piyvek ji xuda mezintir!!
Peyvek ji heft pîta afirandî:
E –evro
V –Vînek
R –ronî
Û –û
D - di
E – esmana
T – tête xwar !
Di sîtava pîroz da,
li ser hemû zimana digeriyam.
Dibûm gulçinek kêzotkirî,
li ser sînorêt Mezopotamiyayê,
perên dewleteke tozgirtî
dineqşand .
Bi gofî û qutasiya,
li kolana Sêrtê dihejand.
Her gofiyek çîrokek bû.
Her qutasiyek kaniyek bû.
Bêhna şalêt şernexî,
mûzîka Êrîvanê û dengê Karapêtê Xaço
jê diherrikî.
Mêvanek ji Ibrê,
silav li ser têlên tembûra dijwar dikir,
li nav guhê min da zikrê xudayî dikir.
Silawatên min li ser mestegulê
bê hêvî diman.
Feriştê bê nasname,
li kêleka sîpela bejna min,
aloziya vîna xwe,
li ser keleha keçike
dihejmart.
Li ser dînatiya pêlên derya reş,
şoka xwe di nav ewran da hêla.
Awazeke tûj û bêdeng,
êvara min di pêkek mey da
sewdaser dikir.
Li himbêza bîzentistanê,
qeder şîn dibu.
Ji kerba mestegulê,
şeva xwe li ser bihna
tayekî rîhanê
vedilîsand.
istenbol
5-
9 – 2004