H  E  V  G  I  R  T  I  N  A

REWŞENBÎRÊN KURDÊN ROJAVA LI DERVE


اتحاد المثقفين الكورد-غربي كوردستان في الخارج
rojava@rojava.net
 

 
 

Hevgirtin   Kurdi عربيEnglishSwedish Deutsch

 
 

 

 
 

Kurdologî


Kurmancî


Mafê Mirovan


Arşîv




Û TU CÛYÎ
 

rojava.net 02.05.2005

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 


Selamo



Tiþtên min dixwestin min nikarîbû ji te re binivîsandana

Û tiþtên min nivîsandin jî her bê bersiv man

Min tenê bersivek jî ji te wernegirt

Ez tim li cihkî li te digeriyam

Di mal de li te geriyam

Bi rîyan de li te geriyam,

Li kolanan li te geriyam,

di muzikê de li te geriyam

Û herî pir min tu di wir de dîtî,

Tu bixwe awazek bûyî.

Carna bûyî melodîyeke xemgîn,

Û te xwe berda nav germahiya dilê min

Ji kûr ve li ber guhên min lorand

Min xwest te himbêz bikim

Lê bendê destê min li sinorê singa min disekinîn

Min xwest te maç bikim, min xwest rapelînim,

Min xwest te bibînim,

Lê te dengekî xemgîn di hundirê min de hiþt û tu dûr cûyî.

Nediþiyam bi pey te de bazbidim

Çogên min bêhêz bûn,

Bê deng bûm, min guhdar kir, xeyal kir,

Ez qurnisîm û min xwe li hev pêca

Min pêjna bedena xwe wenda kir

Û min nikarîbû ji xwe bipirsiya

Ew (tu) ya di hundirê te de, kî ye?

Û min bêriya rûbarekî kir,

min bêriya darekê kir,

Min bêriya dengê avê kir

Û min du tîp li ser dara mezin dîtin,

ser wan qaþil girtibûn

Min paqij kirin mac kirin, min serê xwe xiste ber xwe û bi dûr ketim, mijûl bûm!

Û min bêriya kevirekî kir, Mistek axa hiþk, nanekî tenûrê,

Li ber dîwarekî ketî, min bêriya dayikekê kir,

Bi piþteke xûz, riha spî, kiþandina hilmek cixare

Min bêriya kalekî kir.

Bi cilên qetyayî, ruwê bi gemar û bi cavên zerdoq

Min bêriya zarokekî kir.

Bi porê dirêj , bi evîneke qedexekirî, min bêriya qizekê kir.

Min bêriya berxekî, pisîkekê, çukekî kir

Û min bêriya stêrkekê û biharekê kir,

Gundekî, malek ji kelpiçan û min bêriya xwe kir.

Çiyakî, kulîlkeke sor û min bêriya te kir.



16. 01. 01 (selamo)

 

 

 

 

 

 
 

HEVGIRTINA REWŞENBÎRÊN KURDÊN ROJAVA LI DERVE