|
Sebrî Silêvanî
www.silevani.com
Suqratên Me..!
(
Ev nivîsar e bi çi kes, cih û zimanên taybet ne peywendîdar e.
Nivîsarek vekirî ye belê mafê her kesê heye ku bike awêne û tê de li
xwe binêre û gumanê li xwe bike)

Pirsyarek berela: giringtirîn tişt di jiyanê de çî ye?
Eger em vê pirsyarê arastey kesên ciyawaz bikin guman nîne ku her
kesek ji wan li gor têgeh, aşinabûn, perwerde, wec û berjewendiya
xwe bersivê bide.
Bersiva kesê ku hest bi sermayê dike: germî ye!
Bersiva kesê nesax: tenduristî ye!
Bersiva kesê hejar: dewlemndî û paye ye!
Bersiva kesê selt: jin û zarok in!
Nexwe herkes li pey hêza xweyî diçe û bêhûde bersivê amade dike belê
bersiva rasteqîne kîjan e gelo?
Dibe ku ew bersiv hemû, heta radeyekê, rast bin belê di heman demî
de jî kêm in û bersiva rasteqîne tinê di yek pirsyarê de ye ew jî
eger mirov bizane ka ji bo çî dijî?
Ev pirsyar bi temen û rayelê xwe kevnar e, li sereta di felsefeya
Axrîkî de hat afirandin bi essehî li ser demê Suqrat û şagirdeyê wî
yê bilîmet Pilatonî.
Vêca, ka ez vê pirsyarê bi awayek din arastey beşek ji - nivîsbarên
- kurd li rojavayê Kurdistanê bikim bi taybet ew nivîsbarên ku heta
roja îro rêzimanê kurdî bi awayên çewt bi kar dihînin û hindek
gotinan wek ( Devok) yan ( Herêmî) wek mehane bi hel dizanin, ku
heta roja îro ( Mê) û ( Nêr) tev li hev dikin, herwesa ( Tek) û ( Ko)
jî, û li bendî bersivên rast – kêm bimînim:
Erê hûn ji bo çî dinivîsin?
Ji bo kê dinivîsin?
Hûn dinivîsin yan li ser kaxezan diaxivin?
Belê berî van pirsyaran, pirsyarek din rêkê digire: hûn çî dinivîsin?
Bîr û boçûnên xwe yên kesayetî? Têruwanên xweyî? Hizr û nêrînên
takekesane?
Baş e, lê bi kîjan awayê nasyar û li ser kîjan binemayan ew nivîs
dihê avakirin?
Erê binemayên nivîskariyê li bal we hene?
Ez
qenc dizanim ku hûn ne ji bo zarokan dinivîsin ji ber ku zarok
fîlosofên biçûk in û bêhna felsefeyê ji nivîsarên we nahê.
Têramandin tinê karê fîlosof û zarokan e, lê, ka em sêbehrên
nivîsaran bihelsengînin ka bêhna têramndinê jê dihê?
Hûn
ne ji bo sinêlan jî dinivîsin ji ber ku kesên sinêl di dûrêyanek
hestdar û sawdar de reftar dikin û li hindek bersivên beraqil bo
pirsyarên xwe yên çarenivîsî digerin.
Xwandevanê saz nivîskarê nesaz naxwîne!
Herweha ne ji bo mezinan jî ji ber ku mezinî wateya ezmûn, serbor,
pend û mendiyê radigehîne. Ew bi awayek kirdariyane jiyana xwe dibin
serî û pêwîstiya wan bi şîrove û analîzên teyoriyane nîne ji ber ku
ew şîrove û analîz karên takekesî ne û sazî û nesaziya wan dimîne li
ser binemayên nivîskariyê û pirraniya nivîskarên me hejar in û
binemayên nivîskariyê li bal wan tune ne bigire ji ziman, xwandin,
xeyalgeh, derbirrîn û pirspiktîv.
Hûn
ji bo xwe tinê dinivîsin?
Dibe!
Lê
ew jî nesaz e ji ber ku wî çaxî nesaziya we wek xwandevan diselmîne.
Xwandevanê saz nivîskarê nesaz naxwîne!
Di
axivtinên xwe de ( wek ku ez hercar dibêjim: axivtin cuda ye ji
nivîskariyê) hûn miriyên xwe diperêsin û zindiyên xwe dikujin: ey
zindîkujên mirîperês!
Rêjeyek gelek ji we bi baweriya xwe ya reha zindanek teng û tarî bo
xwe ava dike û xwe dihavêje di binî de, tif dike evraz û evca serê
xwe bilind dike, û herweha nekamiyê dike ji ber ku heta naxê xwe
reswa ye.
Caran birakujiya tifengan bû belê niha birakujiyan xameyan e.
Li başûrê Kurdistanê tinê siyasetmedar, pêşmerge, çete û bazirganên
welatperweriyê birakujî dikirin belê li rojavayê kurdistanê (
herweha li bakûr jî) kesên ku xwe nivîskar û ronakbîr li qelem didin
ew birakujiyê dikin.
Caran birakujiya tifengan bû belê niha birakujiyan xameyan e.
Ew jî tinê serencama hişmendî û awayê avakirina kesayetiyê ye.
Heta niha min nivîsek wijdandar nexwandiye ku xwediyê/a wê biwêre bi
nebezî û cegerdarî rexneyê araste bike, rexne wek têgeh, akar,
peyrew û zanist û ne wek xewneroj û aşob herwek herdû diyardeyên
nûjen: qeşmerok û tefşo bi kar dihînin.
Wêjeya tinazeyê kevn e û li nava sercem neteweyan bi rol û
karêgeriya xwe bandorên erênî encam dan belê li nava me hêj bi ser
wateya wê hil nebûne û li catê wê tinê cinêw, sixêv, xeber û
zimandirêjî ye.
Heta radeyekê basarî li bal xwandevan peyda dibe katê ku pêkhateyên
wêjeya tinazeyan ya çîhanî berawirdî ya kurdî bike bi taybet li ser
rûyên van malperên ku roj bo rojê rêjeya nivîsbaran bêhtir dike.
Zimanê nivîsandinê kambax e, rêziman kambaxtir e.
Mê dikin nêr û nêrî jî dikin mê. Tekî dikin ko û koyî jî dikin tek û
eger têbînî yan rexneyek hebe jî hîngê bi sîhkarî û rûqayimî hawara
xwe digehînin C. Bedirxan yan dê bibêjin hêj zimanek sitandart
nehatiye sazkirin.
Ev bûye mehaneyek ku gelek ji nivîsbaran rewayiyê didin nasnameya
xwe wek nivîskar û ji aliyê hevastê xwe, hevbîrê xwe, hevziman û
hemtuxmê xwe dihê pesendkirin.
Wek penda mezinan dibêje: ( Tirr l kûve û das li kûve?)
Tu mê û nêr ji hev nas bike, tek û ko ji hev nas bike, paşî basa C.
Bedirxanî bike.
Zêdebarê zimanê nivîskariyê, zimanê derbirrînê, zimanê xeyal û
pelefirînê, ev hemû ji wan kêm in.
Aya bêyî binemayên li jor, ma ew kes nivîskar e yan nivîsbar e?
Ez
dê dîsan li ser milê xwe bizivirim û awiriyekê bidim pirsa
mirîperêsî û zindîkujiyê:
Ma
rexneyek bo helbesta Cegerxwînî, Osman Sebrî, Tîrêj, Dilbirîn û
gelek din hatiye arastekirin ku helbestek gumandar e?
Lê
mixabin ku gelek kes ( ji ber nebûna rexneyê û akadîmiyê) Bi hest û
nasnameya xwe belê ne bi pîvaên rasteqîne, helbestê li gorî qonaxên
zemanî dinirxînin û dibêjin ku di demê wan de weha bû.
Erê
çawa di demê wan de weha bû û li heman demî, li pirr deverên din li
Kurdistanê bi taybetî û li cîhanê bi giştî, ne weha bû?
Erê
çima berî 400 salan helbesta kurdî ne weha bû?
Diyar e ku li gor pîvanên helbestê pirraniya berhemên wan yên ku bi
navê helbestan hatîn weşandin ne helbest e?
Cegerxwîn, Osman Sebrî, Tîrêj, Dilbirîn û gelek din, rast e kurd in,
kurdperwer in û dibe ku hindek ji wan rêber û serwerên civakê xwe
bin, dibe ku pakrewan û bawerpêkerên neteweya xwe bin, dibe ku bi
xebata xwe ya rasteqîne insiyatîvên mezin damezrandibin, dibe ku
şorişgêr bin, nimûdar bin, payedar bin, ev hemû dibe belê dibe jî ku
hindek ji wan ne helbestvan bin belê dibin helbestvan.
Lê,
serbarê hemûyê hûn wan digehînin radeyê pîroziyê û berhmên wan li
gor hez û migêzên hozî, kesayetî, herêmî berteng dinirxînin.
Û
di heman katî de helbestvanên rasteqîne, saz û efrîner di rojgara
îro de li rojavayê kurdistanê hene belê hûn wan feraoş dikin,
diçewsînin û ji bîr dikin ( jibîrkirin bi wateya nerênî ango bi hemd
û hewes).
Bi hindek kiryar û sîkaran hûn wan helbestvnan diêşînin li demekê ku
ew ji we hez dikin, derdê we derdibirrin, nûneriya nasname, ziman,
bûnewerî û hebûna we dikin.
Li van welatên ku hûn lê akincî, xelkê van bajêran bi serê
helbestvanên xwe sûndê dixwin, ji wan fêr dibin bêyî ku li rabirdû
yan vewîniyên takekesî binêrin çunkî nivîskarî û helbestvanî diyarde
û pirosese nek form û pêkhate ye heya ku bi awayek diyardeyî bihê
nirxandin.
Heya niha hûn tinê li ser helsûket, taybetmendî, reftar û livînên
wan radiwestin belê ne li ser berhem, peyam, derbirrîn û pirsyarên
wan.
Ji we nahê waztin ku hûn çi hinêran encam bidin çunkî zana ye ku ji
hêza we zêde ye û we pê çênabe!
Nahê xwaztin ku hûn lêborînê ji kesek taybet bixwazin çunkî dîsan
zana ye ku ew sinc di ferhengê perwerdeya we de nebû ( bi hêviya ku
hebe)!
Nahê xwaztin ku her yek ji we bibe gayek Aspanî û vê nivîsarê wek
pateyê sor bibîne!
Nahê xwaztin ku heryek ji we bibe Suqratê serdemê xwe belê tinê yek
tişt ji we dihê xwaztin: ku heryek ji we gotina Suqratî li bîra xwe
bihîne demê ku digot: (( Ez tinê yek tiştî dizanim ew jî ew e ku ez
nizanim!))
Belê, ez nabêjim ku hûn nizanin ji ber ku wî çaxî ezê mafê Suqratê
bedbext bixwim û we berawirdî wî bikim, heyhat.
Hûn tev zana ne lewra jî kesê me yê ku nizane( Suqratê me) nîne.
Têbînî: Di hindek nivîsarên din de min amaje bo hindek diyardeyên
din daye lewra ev nivîsar taybat e bi reftar û helsûketên takekesane
di cîhana nivîskariyê de li rojavayê Kurdistanê bi taybetî û li
aliyên din ji Kurdistanê bi giştî.
Ji bo xwandina babetên hevcor:
-
http://www.silevani.com/Nivisar-helwist1.htm ( Helwîst û
zimanê ronakbîrê me).
-
http://www.silevani.com/Nivisar-12Adar.htm ( 12yê Adarê û
bandora wê li ser wêje û çanda kurdî li rojavayê).
-
http://www.silevani.com/Nivisar-Kovara.Erebi.htm (
Helbestvan û nivîskarên Kurd, ez bibêjim we aferîn yan bidaxe?)
derbarey nivîskarên ku bi erebî, dihizrînin, derdibirrin û
dinivîsin.
|