Neue Seite 1
Kampanya  100
Neue Seite 1
Kampanya  100
Neue Seite 1
Kampanya  100
Neue Seite 1
Kampanya  100
 

22 May 2009 09:56

Bi Navê Xwedê Binivîse Qamişlo
Sebrî Silêvanî

 

rojava.net- 22.05.2009

 

Bi pelên xemên xwe

darbejnên me yên tazî binixumîne

çolistana demsalên pirr leylan bi tîrêjên elindek nû bixemlîne

bi êsirên hesretên xwe

zuhabûna me av bide

tu dikarî

birînên gendel,

di ruha me de

bi hilma henaseyên xwe sarêj bikî

û di xewna keçkên bênivêj de

evîna aşiqên dilrizî li Firengistanê bipalînî

tu dikarî jî di giriyê xwe de,

stirana bendiya me û azadiya xwe

bi lêvên zarokan bistirînî.



Bi ximava sor ji desmalên Fînosan

tu dikarî

dastana avdarên bê av û dar binivîsî

tu dikarî,

li ber dengê nalîna birîndarên axê û toza berbangan

bendên kemera tarî biqetînî

û bihêlî bûjin bi lawendiyên sipî-sor bihelperin,

tu dikarî me hêc bike

û semaya kurdbûnê di agiristana me de bigêrênî

tu dikarî jî li şûna Xwedê bibêjî:

( یا نار کونی بردا و سلاما.. ).



Tu dikarî

bi kevrên sêwiyên bêsaw,

çîvanokên şevistana bendeman û bêgunnehiyê binivîsî

ka çawan,

di guhên pîrhevûk û Esedên daristanê de

gazî dikin ey reqîb maye qewmê Kurd ziman

na şikîne danerê topî zeman

na na..

na şikîne qamişlo

ka çawan,

dûhî di nava agirê Amûdê de

wek moman tarîstana welatek vemirî dagirsandin

heman zarok in

pêr li Efrîna ku ji keçîniyê hatî xistin

xatir ji zarokiyê xwaztin

heman zarok in..

betrapêr li Helebçeyê mest bûn bi bêhna sêvan

nivistin û di xewnên xwe de dîrok bi kurdî nivîsandin

heman zarok bûn

betrapêrar li ber dîwarên burca belek,

Mem û Zîn di giravên binê deryayan de gehandin hev

heman zarok in

li ber sîha kirasê Hewlêra birîndar

Mistefayê Barzanî ji xewa giran hişyar kirin

li ber sêdareyên Mehabada bêqerar

Qazî Mehemed birin sûlavê

tu dikarî binivîsî..

ka çawan , zarokên rojavayê li rojhelata nizim

bejna xwe bilind dikin

bilindtir ji bejna komarên çewsandinê

bilindtir ji bejna Bastêlên nû

bilindtir ji bejna minareyan Ezheran

bilindtir ji erşê serkomarên qehbejin

Wa Qamişlo:

tu dikarî binivîsî..

ka çawan zarok bi hêvênê xwîna xwe Avamezin dimeyînin

ka çawan bi hestiyên xwe peykerê jiyanê ava dikin

û pûtên mirinê li serê sikakan diherifînin

ka çawa bi gulleyên agirînî di bedenên xwe de,

zulumata erd û esmanan diçirisînin



tu dikarî binivîsî..

dastana qentereyên cizîra birsî bo bihostek axa azadiyê

dastana hevwelatiyê têhnî bo firek yeksaniyê



tu dikarî binivîsî:

ayetên mirina wan

ayetên jiyana me

û di navbera wan û me de

agirdanên dîrokê hêj gurr in

girên hestiyan hêj bilind in

deryayên bêmasî û bêberav

deştên zincirî û bêgulgenim

di navbera wan û me de,

welatek dagêrkirî,

dîrokek direwîn,

jiyanek havî,

mirinek dûbarekirî

tu dikarî binivîsî :

di navbera wan û me de

zaroyek e, suba dê ji dayik bibe.



08.06.2005

www.silevani.com


 

 

Design: www.hesso.de 

HEVGIRTINA REWŞENBÎRÊN ROJAVAYÊ KURDISTANÊ
rojava@rojava.net

Destpêkirina malperê: 01.12.2004 / www.rojava.net - © 2004-2005

Ne ku bi tenê şêx bû, ne jî bi tenê pîrozmendekî me yê ji ronahiyê bû, têkoşerê evînê bû, xweşik mîna giyanan û zelal mîna eşq û evînan bû. Çîroka me ji me re şirove kir, em fêrî evînê, fêrî silavê kirin,  em hînî ku em dê çawan welat di maçekê de kurt bikin, kirin. Em hînî ku em dê çawan şehîdên xwe bi stiranan rapêçînin, kirin. Şêxê me bû, hevalê me yê ku me jê hezdikir û hezdikin, bû. Şehîdê biyan, şehîdê dastana hişê me yê nû, hevalê me yê ku tembînameya me bi destê xwe nivîsand û hetahetayê nemir û dê nemire. Em di salvegera jiyana wî de silavekê lê dikin!