|
Sebrî Silêvanî
21.03.2005
www.silevani.com
Awiriyek
li kovara (
جهة الشعر
)
û
zimanên biyanî

Kovarek
wêjeyî, çandî serbixwe ye wek ku ew xwe pêşkêşî xwandevanan dike. Bi
bêhtir ji zimanekê dihê amadekirin wek zimanê: erebî, ingilîzî,
aspanî, ferensî û îtalî.
Ez bawer dikim
ku mêhvan û xwendevanên wê jî gelek in, ji cihên cuda cuda ne
seranser zemînî.
Berpirsiyar û
xwediyê wê, helbestvan Qasim Hedad e ( ereb e) û sernivîskarê hêmayî
jî Selîm Berekat e ( kurd e).
Gelek ji
helbestvan û nivîskarên Kurd bo wê kovarê dinivîsin bi taybet ew
helbestvan û nivîskarên ku bi zimanê biyanî, zimanê erebî, dinivîsin.
Hêj yek ji wan jî – wek ku ez dizanim- bi zimanek cîhanî wek:
ingilîzî, ferensî, aspanî û îtalî berhemek tê de belav nekiriye belê
hemû jî bi zimanê erebî. Herweha gelek berhem hatine wergêran û ew
jî tev, dîsan, bo zimanê erebî.
Heya vê derê
mirov dikare bibêje ku diyardeyek baw e (
عادی )
ji ber ku wêje kamneya herî buha û bilind e di jiyana mirovayiyê de
û peyva azad û ciwan jî dikare qonaxan di navbera netewe û gelan de
nêzîk bike.
Sernivîskarê
wê ( Selîm Berekat) û pirraniya wan helbestvan û nivîskarên kurd bi
erebî dihizrînin, derdibirrin û dinivîsin, lê li demên giftûgoyan
wekî din radighînin. Dibêjin ku ew bi kurdî dihizrînin, derdibirrin
û zimanê erebî rol û karêgeriya wî sinordar e!
Helbt ev
berevanî ye û berevanî jî li katê bergunnehiyê pêwîst û rewa ye
tevlî ku gumandar jî be.
Ew kovar roj
bo rojê berfireh û dewlemend dibe û niyaz heye ku li ayindeyê nêzîk
bi hindek zimanên din jî belav bibe wek: farisî, tirkî û rûsî.
Pirsiyar:
Ji bo çî û ji
ber çî kovar bi wan zimanan hemûyan dihê berhevkirin?
Aya çawa
dikare wê hevkariyê û hevguncandinê bi wî tevnî birêse?
Erê çima dê bi
hindek zimanên din jî wek farisî, tirkî û rûsî dest bi weşana xwe
bike?
Ziman bûye
alavek sereke ji bo berdewamiya wê kovarê belê kîjan armanc in ku
awayên bi kar hînana zimanî vedibirre?
Pirsiyar:
Erê çima bi
zimanê kurdî nahê amadekirin?
Eger
helbestvan û nivîskarên kurd tê de nebin xem nake û pirsiyar jî dê
bêwate bimîne çunkî kovar bi xwe kovarek erebî ye û mafê wê heye
hewl bide ku zimanê erebî li gor guhorînên giştî werarê bike çunkî
ziman mîna rûbarê avê ye gerek e xwe nû bike ji bo ku genî nebe û di
akam de zuha bibe, belê, ji bo çî ew helbestvan û nivîskarên kurd
hewl nadin ku bi kêmayî wek pêşniyaz pêşkêşî berpirsiyarên wê bikin
ji bo ku peywendî û têkiliya wan bi helbestvan û nivîskar, tenanet
li gel xwandevanan jî bibe têkiliyek saz û mukum û heya radeyekê
zimanê kurdî jî wek zimanên din bizavê bike?
Mebest ne ew e
ku zimanê kurdî bi biyaniyan bihê naskirin, helbet no, belê hevkarên
kovarê yên Kurd bêhtir in ji hevkarên tirkî, ferensî, rûsî û rûsî
belê cexar ( pirr mixabin) ku bandora wan ji ya hmûyan kêmtir e ew
jî eger hebe.
Ma qey zehmet
e, gunneh e, qedexe ye, sîkar û tawan e ku rûpelek- bi kêmayî – bo
wergêrana helbesta kurdî ya kilasîk û herwesa ya nûjen ba?
Ne wek niha
hindek helbest bihên wegêran û di nava ên din de hunda bibin ji ber
ku tinê navê helbestvan yan nivîskarî xuya ye û xwandevan nikare
regez, welat û zimanê wî nas bike. Lê, eger rûpelek sereke bi navê
wêje û çanda kurdî heba hîngê da pirsiyar û bersiv hemû bi awayek
din bin.
Derencam:
Tinê eger
kovara (
جهة الشعر
) zimanê kurdî giring dîtiba, tinê eger hizrek li ser temen û
dîroka wêje û çanda kurdî heba, tinê eger rêz bo helbestvan û
nivîskarên kurd heba, tinê eger raz û niyazek ji bo danasîna
nasnameyên neteweyan heba, tinê eger sernivîskarê kurd, helbestvan û
nivîskarên kurd yên ku bi berhemên xwe alîkariya wê kovarê dikin
karêgerî û bandor heban, hîngê kovar da bi zimanê kurdî jî belav
bibe yan beşê wergêran û danasîna wêje û zimanê kurdî da tê de hebe.
Sernivîskarê
kovarê:
Helbestvan û
nivîskarên Kurd:
Ez bibêjim we
aferîn an bidaxe..?
|