|
|
 |
 |
 |
 |
 |
 |
 |
 |
 |
 |
 |
 |
 |
|
|
25 May 2009 23:30 |
|
 |
Salih Cefer
Kujerên te newêrek bûn |
|
rojava.net- 26.05.2009 |
|
|
|
Şêxê hêja,
Dijmin mêr jî dibe û newêrek jî dibe. Dijmin heye singê xwe dide
singa te û enî bi enî, rû bi rû, yan kujere yan tê kujtin. Dijminên
newêrek nikarin enîya xwe wek mêran bidin enîya lehengan, ew ji
paşîyê de derba xwe li mirovan dixin yan bi xiyanet kiryarên xwe
dikin.
Xwiya bû ku dijminên te ji newêrekan newêrektir bûn.
Birînên li termê te nîşana dijminan da xwiya kirin. Enîya te bê
birîn bû şêxê hêja, birînên te jî ne ji pêşîyê de bûn.
Gelo wan çi bi serê te kirin! tevî kiryarên wan, bira tu bawerbî ku
wê :
Çavên te yên girtî ronahîyê bidin ser rîya rêwîyên şevên dirêj û
tarî.
Girtina devê te wê dengê te bilind bike, pakrewnê bi rûmet.
Gurme gurma dilê te yê hatî sekinandin wê sirûda azadîyê lêbixe.
Dijminan bi hemû hêzên xwe nikaribûn rê li belavbûna hestên te
bibirin, dilhezê delal.
Şawata birînên te ji nûve qirtmax ji ser birînên min rakirin,
birînên min nû kirin, nizanim tu zanî ku ez jî di wê rîya bi xwîn re
derbas bûm, vaye çiqas sal di ser re derbas bûn û hîn birînên min
rihet nebûne, û nejî wê rihet bibin, ji ber vê jî ez zanim ku
birînên te çiqas giranin, û zanim bê çi bi serê te kirin kurdhezê
hêja.
Erê wan bi hêzên xwe yên ne dadmend termê te bi newêrekî kujtin, lê
qet bi giyanê te yê nazik û dilê te yê leheng nikaribûn.
Bi pîsîtîya kiryara xwe tu sermedî kirin kurdperwerê buha.
25-06-2005
tirej.com
|
|
|
|
Design:
www.hesso.de |
HEVGIRTINA REWŞENBÎRÊN ROJAVAYÊ KURDISTANÊ
rojava@rojava.net |
Destpêkirina malperê: 01.12.2004 / www.rojava.net - © 2004-2005 |
|
|

Ne ku bi tenê şêx bû, ne jî bi
tenê pîrozmendekî me yê ji
ronahiyê bû, têkoşerê evînê bû,
xweşik mîna giyanan û zelal mîna
eşq û evînan bû. Çîroka me ji me
re şirove kir, em fêrî evînê,
fêrî silavê kirin, em hînî ku
em dê çawan welat di maçekê de
kurt bikin, kirin. Em hînî ku em
dê çawan şehîdên xwe bi stiranan
rapêçînin, kirin. Şêxê me bû,
hevalê me yê ku me jê hezdikir û
hezdikin, bû. Şehîdê biyan,
şehîdê dastana hişê me yê nû,
hevalê me yê ku tembînameya me
bi destê xwe nivîsand û
hetahetayê nemir û dê nemire.
Em di salvegera jiyana wî de
silavekê lê dikin!
|