|
nivîsa: Sebrî Silêvanî
((
Xwandinek di dîroka civakê mirovayiyê û diyardeya efrandinê de: Ehmedê
Huseynî wek hêma û ezmûnek takekesî.))
(( Tenê di civakê
nesaz de, buhayên mezin dibin qurban bo derbirrîn û bûyerên biçûk.))
Hîgl.
Efrandin diyardeyek
takekesane ye di civakê de, ast û radeya xwe heye belê ew ast û rade
li ser hindek binemayan dimîne: xwendin, lêkolîn, zimanê peyamê,
zimanê derbirrînê, awayê pêkhatin yan avakirina kesayetiyê, her wisa
hewl, zeyn, perwerde û aşinabûn.
Belê, binemayê serekî
azadî ye û serbarê azadiyê pêgirî ye jî: pêgirî bi encama milmilanê û
nakokiya dêrîn li gel xwezayê di hersê qonaxan de.
Li cihek din ji vê
xwendinê ez dê li ser hersê qonaxan birawestim.
Di civakê saz de
azadî behane ye ji bo kamneyek buha wek efrandin yan dahênanê belê
mixabin ku di civakê nesaz de azadî bûye kamne, kamneya herî pîroz li
demekê ku pîrozî bêwate dimîne li hember gumanê û pirsiyaran.
Herwesa pêgirî jî,
gava ku kamne be hîngê dibe asteng di rêya werarê de belê gava ku
behane be hîngê dibe hokarek erênî, kês, bo werarê.
Bo civakî wek
damezrîngeh, azadiya rêjedar pêwîst e belê bo takekesê efrîner azadiya
berdar û bêpayan pêwîst e.
Efrandin diyarde ye û
lewaneye ku ji zemanekî bo zemanek din, ji cihekî bo cihek din,
tenanet ji kesekî bo kesek din cuda be belê azadî ne diyarde ye û
rahînana wê wek maf bi awayên ciyawaz, nabe mehane ku rûber yan endazê
wê wek têgeh bihê guherîn belê belkî wek alav û awa û ew jî li gor
taybetmendiyên her civakê û zemîneyê ku xwe li ser ava dike.
Hemû civak: civakên
saz û yên nesaz, beşên hevtevav in ji civakê mirovayiyê yê kevnar û
civakê Kurd jî herwesa lê, ezmûna wî civakê kevnar diselmîne ku
derketin ji yasayên akarî encama nepêgiriyê ye, herweha encama
wergirtina mafê azadiyê ye û awayên bikarhînanê û niyazên li pey, ji
ber ku azadî buhadar e û di civakê saz de, civak bi xwe buhayê wê dide
belê di civakê nesaz de takekes buhayê wê dide û tenê weha bandorek
nerênî digehe bizava diyardeya efrandinê.
Naxwe, azadî binemayê
efrandinê ye belê efrandin binemayê takekesî ye û takekes jî – bingehê
berdewamiyê – berhemê wê milmilanê û nakokiya dêrîn e di navbera xwe û
xwezayê de.
Ew takekes – mirov –
ji kevn de hewl dide ku bi awayên cuda cuda xwe pêşkêş bike û hercar
jî bi rûwaletekê, bi zimanekî, bi amrazekê heta ku di akam de digehe
astek bilind û ew jî bi karîna damezrandina civakê sivîlan e.
Civaka sivîlan e çawa hat damezrandin?
Civaka sivîlan e li çi dirûwanîne?
Pirsiyarên asan û sakar in ku evro bi bêhtir ji zimanekî dihên
wergêrandin û her neteweyek, çandek li gor taybetmendiyên xwe bersivan
amade dike bi taybet yên ku demên tengav derbas kirîn û êsta di demên
fireh de li asoyên dûrtir û bilindtir dirûwanînin.
Pirsiyar di tengaviyan de peyda dibin belê bersiv di firehiyan de.
Lewra, ya qenc ew e ku civaka Kurd tenê pirsiyaran berhev bike çunkî
hêj di qonaxa lixwegerînê de ye, werarê dike, hêj bênasname ye, bêyasa
û bê sazî ye belê di heman demê de wek amajeya li jor, dimîne beşek
hevtevav ji civakê mirovayiyê.
Dîroka civakê mirovayiyê dîrokek dêrîn e û ji sê qonaxên serekî pêk
dihê:
1-
Qonaxa Xwezayê: di vê qonaxê de yeketiyek sade û sakar di navbera
mirov û xwezayê de peyda dibe lê li gel salgarê, di berdewamiyê de,
mirov bi espayî di xamoşek karîger de dibuhuje.
Li
derveyî memleketa ruhê û dûrî hizr, ziman, xewn û xeyalê, xweristeyê
aferîdeyek dengdar bi ser nasnameya wî de digire û li dawiyê kêm
ciyawazî di navbera wî û ajel û dar û beran de dimîne bi kêmayî ji
aliyê wateyî ve.
Mîna her aferîdeyek din; dixwe, vedixwe, dinive û
peresendiyê dike.
Bi rexsarî, bêhewes û bêwaz vediwîne heya ku zêde kehî
dibe tenanet li gel diyardeyên xwezayê yên tirsdar jî û weha
hevguncandinek sar û nerênî çêdibe û ew hevguncandin bi awayek din
wateya xweradestiyê dide.
Li gor bûyer û guhorînên demsalan, herweha li gor
pêdawîstiyên qonaxê, bênewa, tenê cestê xwe bi kar dihîne lê giyan û
hizr û zimanê xwe feramoş dike lewra giyan, hizr û ziman heya radeyekê
dihên pûkandin û mirov reswa û bêçar dimîne.
Ew yeketî û hevguncandin di navbera mirov û xwezayê
de, bibû sînorek bilind û qalind di navbera mirovî û zatê wî de û di
akam de sinc û saxletên xwe yên taybet ji dest dide.
Û dawî ku lanewaz û derbider dimîne bêqam li ber xwe
dikeve; posîde û bêhêvî dibe û bêhemd ji xwe havî dibe: havîbûn derdê
herî mezin bû ku mirov di wê qonaxê de bi çavê serê xwe bibîne.
Çarenivîsê wî berziyan û berneman dibû belê ne dizanî
penayê bo kê bibe û bêhewl û helmet alaya sipî li beramber xwezayê
hilgirt belê xweza, wek desthelatdarê bêhevrrik di demê kês de reftar
dike: wê rewşa reswa bo mirovî li ser xwe na pejrîne û rolê
perwerdegarî – bo yekem car di dîrokê de – pê radibe û yekem waneya
sûdbexş nîşa mirovî – şagirdeyê debeng – dide.
Bi ser hev de hurgumand û dixwaze ji bermayên
pêkhateyan hebûnek nû ava bike!
Bi qurbanî û destpêşxerî, bi alavên xwe yên taybet,
cextê li ser xilasiya wî dike û ew jî bi bûyera Tofanê di serdemê
hezretê Nohî de, li qonaxa dûyê.
2-
Qonaxa Tofanê: qonaxa dûyê ye ji temenê milmilanê û nakokiya domdirêj
û tê de ew yeketiya sade û sakar bi bûyerek sertaserî – Tofan – têk
diçe.
Bi niyazdarî, xwezayê sext pirs û niyara mirovî dike
tevn û rêsandinê, wek kardarî, bo wî bi xwe dihêle bi hêviya ku mifayî
ji waneyê werbigire lê, çawa?
Bûyer ji aliyê ayinî û metolojî ve siza bû bo tawan û
sîkarên mirovî belê ji aliyê felsefî û dîrokî ve berpalî û çaresazî
bû egerçî bi awayek nerahatî.
Rast e ku mirov wek hebûn û gewher li destpêkê dorand
û ziyanek mezin gehiya wî lê belê li dumahiyê hêz û tiwanayên xwe yên
nepenî derxistin û bûyera tofanê bû dûrêyana temen û bizava wî wek
ademîzadê bijarde.
Bûyer bi tundî hestên wî dicolîne û han dide ku hizr û
ramana xwe bi kar bihîne û pirsiyaran durist bike. Hewl dide ku yêdî
ji dil serederiyê li gel barûdox û dorhêlî bike û rewşê bi awayek nû
bihelsengîne ew jî bi berawirdiya encaman li gel merem û awatên xwe
yên nû.
Giraniya bûyerê û wêraniya êwirgehê, herwesa derizîna
bûneweriyê û kêmayiya berheviyê, tev wî pal didin ku sewdayê xwe,
xeyala xwe, bi kar bihîne da ku bikare ezmûn û bûyerê wek pêdivî
têbigehe û sedemên wê bi wateyên kûrtir ji qeza û qederê analîz bike û
evca şêweyên serederiyê û amrazên çaksaziyê li gor bivebirre.
3-Qonaxa Serketinê: di vê qonaxê de, qonaxa sêyê û
dawiyê, mirov neçar radipere û di encam de serketina xwe, berwext,
diselmîne.
Wek pêkhate ji giyan û sewda, cih û payeyê xwe dabîn
dike û nimûdariya xwe li ser hemû cûnên aferîdeyên din diçespîne.
Dixwaze wek dîrok bi şanazî bo berebavên dûvhatî biragehîne lê, çawa û
bi kîjan zimanî?
Ev qonax, qonaxa bilindbûna giyanî û saziya hizrê ye.
Venasîna mirovî bo alûzî û dorandina wî li hember
xwezayê aloz bi serê xwe destpêkek bû: destpêka yaxîbûn û serhildanê
berev qonaxek nû.
Werar û peresendiya cîhana wî, zimanê amajeyan li bal
wî durist dike û hizra wî berela dike û evca hizr bi xwe di asoyên
berfireh de bisteh dibe û hemû hişeyên din: bînahî, bihîstin, hest û
bêhn, li pey xwe dihêle û hindek hevsoziyê qazanc dike.
Hizr dibe sermaye û çekê herî buhagiran ji bo
xweparastinê li bal mirovî lê, xuya ye ku ew çekê ku mirovî tenê yek
carê pêwîstî pê hebe gerek e bi dirêjiya temenî peyda kiribe.
Hizr weha berdewam dike heta ku hevrrikiya giyanî jî
dike. Li gel zengilê metirsiyê, giyan helwîst û reftarê kêrhatî
vedibirre: ji bo ku cihê xwe mukum bike, hewl dide ku serî ji hizrê
bistîne lê, çawa?
Bi rêya bestina hevpeymaniyê di navbera bawerî û
gumanê de û bi hevkariya aliyê sêyê belê aliyê sêyê kî ye?
Ji bo ku giyan hindek hevsengiyê peyda bike aliyê sêyê
pêdivî ye!
Hizr dikare peyamê pêk bihîne belê kî dikare wê peyamê
derbibirre û biragehîne?
Peyama serketina mirovî li ser xwezayê.
Eger hizr pêkhînerê peyamê be, nexwe, ziman
derbirrîner û ragehînerê wê peyamê ye, lew, giyan aliyê sêyê saz dike
û ew jî ziman e û weha hizrê li bal hindek sînorên taybet radiwestîne,
wek sînorên xwezayê.
Giyan dixwaze bi rêya zimanî biragehîne ku bûyer
bêhtir bi nepeniyan ve girêdayî ye û tek derwaze bo yê nepenî giyan e,
bûye, bi awayek maqûl û rewa xwe dide niyasîn û bi ser hizrê û zimanî
de zal dibe heta ku digehe pileya herî bilind belê di heman demî de,
bi emekdarî, kêr herdûyan dihê: hizrê nû dike û zimanî jî rewan dike.
Li dawiyê giyan seng û heybeta mirovî – aferîdeyê
dengdar – bo vedigerîne û rûyê wî sipî dike dawî ku wî bi xwe bi
nezanîn reş kirî û wesa, mirov berdewam dibe û dîroka xwe bi
diyardeyên efrandin û dahênanê dewlemend dike bi taybet di bîndariya
pêdiviyên civakê mirovayiyê de wek : huner, wêje, mûzîk, zanist û
werziş û hd..
Lewane ye ku têbînî yan têrûwan li nik xwendevanî
çêbibe û ji xwe bipirse : erê ev nivîsar li ser dîroka civakê
mirovayiyê ye yan li ser diyardeya efrandinê ye yan jî li ser Şêx
Ehmedê Huseynî ye ?
Mafê xwendevan heye vê pirsiyarê araste bike ji ber ku
ne ji valayiyê hatiye.
Serbasê nivîsarê wek ku xuya Şêx Ehmedê Huseynî ye wek
helbestvan û ezmûnek takekesane belê ew ezmûn bi xwe diyarde ye di
cîhana me ya kêm efrandin de. Ezmûnek berfireh û têr û tesel e ji ber
ku : wêjeyî, sosyolojî, roşnayî, felsefî û perwerdeyî ye, lewma ez
neçar bûm ku bi hûrayî û razdarî amajeyê bo derperrîna seretayî bikim
û herwesa destpêka efrandinê û peywendiya wê li gel giyan û hizr û
zimanê mirovî.
Ez bawer dikim ku sanehî ye ku ez nivîsarekê li ser
Xanî, Cizîrî, Nalî yan Mewlewî amade bikim ji ber pirraniya jêder û
çavkaniyan belê ne sanehî ye ku ez nivîsarekê li ser Şêx Ehmedê
Huseynî, Bextiyar Elî, E. Pêşêw, Ş. Bêkes, T. Marînî yan Bilind
Mihemed, amade bikim ji ber nebûn yan kêmayiya jêder û çavkaniyan û ew
jî daxek mezin e lê nahê wê wateyê ku li rojgarekê ezmûnên wan yên
takekesane di biyavê wêjeyê de li dibistanan wek peyrrew nehên
xwandin.
Ez dê tenê li ser biyavê wêjeyê bisekinim û ji wêjeyê
jî tenê li ser helbestê çunkî helbest dê min berev giyan û hizr û
zimanî ve bibe û evca wek pir, dê min derbasî cîhana Şêx Ehmedê
Huseynî bike û li êstgeha bendemana wî.. ez û
giyan û hizr û ziman wek hogir û demsaz di karwanek mereqdar de li wî
yê nepenî bigerin..
Şêxê Huseynî ye Ehmed e
Car çiya ye û bilind e
Rêya wî dûr e
Car derya ye û sehend e
Kûr kûr e.
Ez newêrim bilezînim ji ber ku mirovê helbestvan
samdar e û cîhana wî nepenî ye lewra mafê min heye ku ez, bi espayî,
berev derwazeyê cîhana wî biçim, berev raz û gewherî, berev ruh û hizr
û ziman, berev mirovayiya bedew, berev mihraba helbestvanê mirov û
şayiste biçim û bi yadê we silava helbestê araste bikim.
Katê ku ez wek xwendevan, Şêx Ehmedê huseynî dixwînim
û wek nivîskar jî wî dinivîsim, bêhemd, di sêlayê mukum de ku ji ruh,
hizr û ziman pêk dihê ez xwe dibînim. Bûye, min bi awayek hewes dest
pê kir û temen û rayelê hersê layan bi rûdan û qonaxên cuda cuda li
bîr hanîn.
Şêx Ehmedê Huseynî jî wek hindek helbestvanên hevkat û
hevast, bizava kêlîka demî dirûwanîne û hewl dide ku li vê salgara
tengav birrek pirsiyarên çarenivîsî derbarey gewher û kamneya hebûnê
biwirûjîne bêyî ku li bendî bersivan bimîne ji ber ku wek helbestvan:
bersiv ne karê wî ye belê pirsiyar sermafê wî ye.
Hemû tuxmên wêjeyê bi taybet helbest û romanê, heya
radeyekê û bi şêweyek yekser, peywendî li gel peresendî û werara giştî
heye wek: civakî, perwerdeyî, aborî û tenanet siyasî:
Peresendî x werar = efrandin
Reswabûn x astê nizim = pûkandin
Seqamgêrî û tenahî x tebat û kar = nûbîn û nûbûn.
Lewra jî ku hatiye gotin: her civakek bi pirs û pirsiyarên xwe ye.
Her civakek bi pirs û pirsiyarên xwe dihê naskirin.
Kes nikare nikûliyê bike ku civakê mirovayiyê pêş ketiye û dahênan bi
awayek rojane berdewam dike belê hêj nikariye tenahî û asûdeyiyê bo
mirovî dabîn bike bi taybet bo mirovê asan: yê dawênkar û nalebar.
Pirsiyar: Ji ber çi?
Renge ji ber ku ew pêşketin û dahênan bêhtir di barê teknolojiya û
zanist û rêkxistinê de ye û renge jî no! Lê, bersiv ne giring e bi
qasî giringiya pirsiyarê.
Ew mirovê asan û bênewa, binistira komelgehê mirovayiyê, pêkhate ye ji:
ruh, hizr, ziman û herweha hest û derûn û hd.. .
Lew, aferîdeyek taybet e belê bidaxe ku li gel rojaneyê cîhanbûnê ew
pêkhate hêdî hêdî ji hev vediqete.
Wek hebûnek jî risteyek dirêj ji pirsiyaran derbarey firzende û
gewherê xwe hildigire û her pirsiyarek mîna xelekekê mukum û daxistî
ye û heya niha hêj ne hatine qetandin. Ew pirsiyar bêhtir bi cîhana
mîtafîzîkî ve girêdayî ne. Wolter bi rengek nerênî, li catê bersivê,
amajeyê dike û Sarter jî bi reşbînî werdigêre belê heya niha ev
pirsiyar hêj li bersivan digerin lê ne di çarçoveyê ayîn û felsefeyê
de ji ber ku nikarîne û hergîz nikarin bersivan peyda bikin çunkî
pirsiyarên azad in û sinorên xweza û sewdayê mirovî derbas dikin belê,
tenê giyan azad e û li bal sînorên xweza û sewdayê mirovî na raweste.
Giyan zagehê wêjeyê ye û wêje jî efrandin e û tenê di wêjeyê de bersiv
bo wan pirsiyaran peyda dibin
.
Giyan nepenî ye belê peyam û zimanê xwe heye û ji biyavê wêjeyê hemûyê
ew ziman tenê di helbestê de heye. Tenê helbest dikare mirovî rûberî
yê nepenî bike belê bi merc ku mirov wê peyamê û wî zimanî têbigehe.
Giyan dergehê gerdûnê ye û helbest kilîta wî dergehî ye.
Ji kevn de, ji serdemê Loncînos û heya ku digehe Destoviskî û Sarter Û
Kamoyî, di wêje û felsefeyê de bi analîz diselmînin ku giyan wargehê
efrandinê ye û ne sewda herwek hindek kesayetiyên Ipstmolojî
dihizrînin.
Bizav yan livîn zimanê cestê mirovî ye.
Nalîn û pelefirtîn zimanê derûna mirovî ye.
Lê, zimanê ruha mirovî?
Zimanê ruhê ne tinê wateyî ye û ne jî tinê dîmenî ye belê belkî
wateyî-dîmenî ye lewra berfireh û bêdad e belê di heman dem de zehmet
û aloz e:
Ziman = wate : ( Pûkandin) , ( Buhujandin) , ( Bejna Azad zirav e).
Ziman = dîmen : (Lûlav), (Firrîn) , ( Bejna agir
bilind e).
Di zimanî de hêza nepeniyê ruhê û rewaniya hizrê diyar
dibe û ew ziman bi wate û dîmenî di helbestê de rasteqîniya saxletê
diçespîne.
Ez bawer dikim ku sêlayê mukum: giyan, hizr û ziman,
pêkhateyê serekî ye di helbesta Şêx Ehmedê Huseynî de:
˝
Min ne dizanî ku ez dê ewqas bêriya gorristana bajêrî bikim. Eger li
roja pêncşembê tu çûyî seredana dayika min, kêstekên li dora gorrê
bigivêşe da ku nalîna min bihê vejandin.
Demê ku tu ji gorristanê vedigerî, tu rêya xwe bi
kolana me biêxe: li ser dergehê hewşê, çavên min daleqandî ne, wan
biramûse da ku zuha nebin.. tika dikim.˝
Cest di gorristanê de dadirize belê ruh dûr e û bêriyê
dike. Ew kîlîka demê seredanê reqîb e û ew kêstek şahid in li ser
amadebûna ruhê bo gorrê dayikê.
Ma ne tinê ruh û derûn dinalîne?
Herdû çavên kê ne li ser dergehê hewşê daleqandî ?
Ew (kesek) zindî ye weha dipeyive, ne di bin axê de ye
û tinê ruh zindî û azad e.
Gelek pirs û niyar hene ku dikarin wek alav ji bo
zimanî bi kar bihên wek: Nivîsar, peyam, gotar, pexşan, tenanet roman
jî belê helbest no ji ber ku helbest cuda ye û gerek e ziman bi xwe
alavek be ji alavên helbestê ji ber ku helbest wek derbirrîn, ciwanî û
hizr, zimanek serbixwe ye û dikare her zimanek din di nav xwe de
bibuhujîne.
Helbest ne tinê zimanê giyan û xeyalgehê ye belê
destpêk e jî herwek Baxtîn amajeyê bo dike:(( Ziman ji amajeyan pêk
dihê, amaje nimayişe û nimayiş wêneyan dide. Di navbera dû kesan de,
ew wêne hizrekê, ramanekê, pirsiyarekê pêk dihîne!)) Lewra, pêwîst e
ku helbestvan xwedî be û berî hertiştî xwedî ziman be. Gerek e
berpirsiyariyên xwe bipejrîne û bê kêmasî belê ya ji hemûyê giringtir
gerek e azad be tenanet gava ku dinivîse jî.
Ziman alavek sereke ye ji bo encamdana her karekê,
nexasime karê wêjeyî.
Pirsiyar : kîjan in
karînên wî zimanî?
Ziman bi xwe nikare gelekê bike eger hat û berawirdî
helbestê bikin belê helbest bi wî zimanî dikare gelekê bike û herwek
Haydîger dibêje: (( Helbest dikare çendîn welatên azad ava bike,
çendîn yarên bedew peyda bike, dikare jiyanek nû dest pê bike..))
Ango, hêza helbestê di wir de ye belê hêza ziman di
helbestê de ye.
Binêre Şêx Ehmedê Huseynî çawa vê yekê teqez dike:
˝ Toreya ku min ji henaseya berbangê
ji bo masiyên çavên te,
amade kiribû
li masiyên mirî digeriya
bê suwar, wek hespê xalê min,
li min vedigeriya.˝

Yan jî:
˝ êş
dê bixwaze ey pinpinîka min:
Rengê gulê?
Bêhna gulê?
Dengê gulê?
Têhna gulê?
Na.. na, keskesora kulê!”
Helbesta Şêxê Huseynî berev felsefeyê naçe lewra ku li
çi cih û zimanan na raweste çunkî felsefe belge û beyankan dixwaze û
li ser lojîk xwe ava dike û tinê bo îro dihê nivîsandin belê helbest
no, herweha helbesta Şêxê Huseynî.
Destoiskî dibêje: Ruha me nesax e!
Şêxê Huseynî berî me hest bi wê nesaxiyê dike lewra
gotina wî bi zimanê kurdî dûbare dike belê mirovî bêhtir diêşîne :
ruha me şiketî ye !
Nesaxî cuda ye ji şikestinê çunkî nesaxî dikare
çareser bibe belê şikestin ne li her demî dicebire.
Helbesta Şêxê Huseynî bi asoyên berîn, xeyalgeha
bêendaz, zimanê jandar, hestên pakîzan û pirsiyarên mereqdar dikare
bandorê li ser astê hizra xwandevanî bike û her ev e daxwaz ji karê
wêjeyî yê berdar herwek Bilîxanov dibêje.
Dawî ku wî nasnameya xwe wek helbestvan çespandî, niha
bûye derbirrîner bo gewherê hebûnê û dikare nasnameyê bide yên din jî.
Dikare deng û rengî bide her tiştî, dar, ber, av, ba û agirî. Hêza wî
di xeyal û zimanî de ye : dikare bi zimanek rehwan û asan derbirrînên
herî zehmet peyda bike û herwesa zimanê wergêra ruhê jî, ku bi sayeya
wî zimanî astê yê penî û yê nepenî bide xuyakirin û wek silava
rêbarekê hindek pirsiyarên arhîner araste bike.
Mijara yê penî û yê nepenî di jiyanê de gelek giring e
bo helbestvanî, bi taybet yê nepenî û ev bo Şêxê Huseynî jî weha
giring e demê ku dibêje:
˝
Xwe amade bike, rêkên nevegerê bi şara xwe ya mûsilî bixemlîne
û
navên me li ser eniya berbangê bi ximava oxirê binivîse
Xwe bilorîne û xwe bihavêje bîra şevistanê
da
ku Girê Mozan pêşwaziya darbesta baranê bike
Xwe amade bike, da nîsanokên gerdena te sîha ramûsana min derbas bikin
xwe amade bike,
da
babelîsokên serberdayî yên ferhenga te,
bêhnçikandina min ji kêferata mirinê nas bikin.”
Rabînî pirr zehmet e bo mirovê asan belê bo mirovê helbestvan pêgirî û
berpirsiyarî ye ji ber ku ast û nasname û rastiya wî diselmîne. Heya
ku bikare bibe rabîner, pêwîst e ku gumandar û azad be lewma ku Şêxê
Huseynî jî bi guman û azadî hewl dide kêferata mirinê ji bêhnçikandinê
rabibîne.
Gelek
helbestvan hene ku basa pirs û niyarên cuda dikin bo nimûne: Ruh,
jiyan, mirin, evîn, agir, hebûn û nebûn herweha welat û azadî û
nasname lê mixabin tinê li ser hebûn yan nebûna wan pirs û mijaran
disekinin belê kêm helbestvan hene ku li ser wate û pêkhate û gewherî
bisekinin herwek Şêxê Huseynî katê ku basa dûriyê dike:
˝ Biyanî av e
axîna te derya ye
kolana şerpeze
ez dê vê carê xwe bihavêjim sîtava te
mîna lehiya kor..
nehişî,
wek leşkerê bê gorr.. ”
Yan jî wextê ku basê Amûdê dike:
˝ Her sibeh
me gulên te yên zikmakî
me rêkên evînê û dilpakî
bi xunava bêrîkirinê diparast..
dergehên bi navnîşanên şînê
di axîna te de
peşkên barana sersar û dîn,
û me xewrevîn bi ebrûya hêviya sitewr dialîst..
em çûn xwê.. dara tûyê di tozê de ma
em di sîngê te de ji girî lal bûn
lê, tu mayî zengil
û temaşevana dilrast..!”
Li
gor gotina Homîrosî derbarey pirsiyar û bersivan di demên fireh û
tengav de, ka em rewşa xwe, dorhêlê xwe bihelsengînin da bizanin ka
tengavî yan firehî ye. Kêmbûna arastekirina pirsiyaran di karên wêjeyî
de, nahê wê wateyê ku firehî ye belê bi berûvajî, enceq tengavî ye û
kesê ku bixwaze rûberî pirsiyaran bibe bila helbesta Kurdî ya nûjen
bixwîne û wek mînak helbesta Şêxê Ehmedê Huseynî.
Belê,
pêwîst nake li bersivan bigere çunkî bersiv tinê li firehiyan peyda
dibin.
Silava li helbesta Kurdî, li sercem helbestvanên Kurd, li şêxê
helbestvanên Kurd Ehmedê Huseynî.
Silav
li ruha wî ya şikestî di direngmayîna me de, di buhujîna me de, di
lixwegerîna me de.
Silav
li zimanê wî yê birîndar ji birîna mirovayiyê di nav me de.
Silav
li hizra wî ya azad, silav li wî yê hestyar û evîndar.
Dawî
Jêder :
1-
Dîwan ( Berhemên giştî yên Şêx Ehmedê Huseynî)
2-
Felsefe û Modêrnîzim – Hîgl : Rêbîn.I.Resûl
3-
Daxistana Min – Resûl Hemzetov
tirej.com
|