|
16.04.2005ê
Sebrî Silêvanî
www.silevani.com

Û
ez xwe gêl dikim
xatirê ji ( ez) yê çûyî dixwazim
pêşwaziya ( min) yê hatî dikim
û
di navbera herdûyan de,
car nifrînan li te dibarînim
car xwe gorî bêriya te dikim
li sitemistanê,
kî dê sirûda henasesariya min bistirîne?
Gava
ku pêjna min dihê,
tu bi weynê afretê,
Bi tirxanên bilind ji bilindiya destên dayika min li ser cilnivêjê,
- Ma
tu dizanî ku destên wê bûne darbest bo lavan?-
li
kêlîkên xwegerînê de,
tu
qeraxên kirasê xwe ji nav tiliyên min dipêçî
bermayên sîbera xwe ji ber gavên min vêdidî
û ez
diçim kirnoşê, dibim pir
tu
dîsan pê li min dikî
û
bejna te bihostek din jî bilind dibe.
|