|
Serokê hêja,
Ez evê nameyê bo
cenabê we
dinivîsim û dûr
nîne hindek kes
hewl bidin ku
negehe destê we.
Belê, çawan be
ez bawer dikim
her dê bigehe
we, bawer dikim
jî ku hûn dê
bixiwînin û
bersivê jî
bidin. Eve ne
erîze an
daxwazname ye,
belê pirsname û
dilsojnameyek a
kurdistanî ye
ji edîbekê kurd
bo serokekê
kurd.
Berêz,
We xwazit û
hilbijart ku hûn
bibin serok û
barê giran
hilbigirin, min
jî xiwazt û
hilbijarit ku ez
bibim edîb û bi
qelemê xwe
derbirînê j derd
û tirajîdiya
kurd û
Kurdistanê
bikim. Her kesê
maf heye xwe
pêşkêş bike, bi
alavên rewa
daxwazên xwe bi
cih bihîne û bi
awayekê azad
hilbijêre. Belê
mafê milletî jî
heye pirsyar
bike: filan kes
çi tov edîb e?
Bêvan kes çi tov
serok e? Rast e
ku siyaset û
edebiyat ji
hevdu cuda ne,
belê her ew in
ku me digehînin
hevdu. Girîng e
ku em bigehin
hevdu, bi hemî
qenc û xirabiyên
xwe ve hevdu
temam bikin. Lê,
ka çawan
siyaseta qenc û
xirab heye,
serketî û
neserketî heye,
eha wesan
edebiyat jî qenc
û xirab, serketî
û neserketî
heye. Evcar, d
destên me de ye
em bibin edîb û
serokên serketî
yan jî yên
neserketî.
Biryar biryara
me ye, helwîst
helwîstê me ye û
dîrok jî dîroka
me ye, gerek e
em bi xwe
binivîsin û
nehêlin tu kes
pêş me ve
binivîse. Ne em
, belê reftar û
helwîst û
biryarên me
kefîl in ku me
bi şêweyên cuda
cuda bo milletî
bidin naskirin.
Berêz,
Ji serhildana
buharê 1991-ê û
heta îro, gelek
kiyan li
Kurdistanê ava
bûn, gelek
tiştên nizim
bilind bûn, belê
mirovê
kurdistanî ava
nebûye û astê
jiyarê, fêrkirn
û zanînê hêj
nizme û piraniya
sedeman jî bi
sîstem û
siyaseta
navxweyî ve
girêdayî ye.
Dûrî siyaseta
derekî û projeyê
rojhelata
naverasta
demokirasî, di
vê qûnaxa
hestdar de, ez
dixwazim amajeyê
bidim hindek
pirsên sade û
biçûk ên ku zû
bi zû kes xwe lê
xwedî dernakeve
herçende girîngî
û bandora wan j
her pirsek a din
bêhtire.
Dam û dezgehên
asayiş û
paraztinê li
tevaya cîhanê,
bi taybet li
welatên
pêşkevtî, ji bo
paraztina maf û
jiyana
hevwelatiyan
têne
damezirandin
lewra jî nav û
sum'eteka baş
hene. Belê li
rojhelatê û
welatên
dewrûberî
Kurdistanê
bêhtir ji bo
paraztina
desthelatê ne.
Wek ku hûn
dizanin, Iraqa
berê bibû
sîxurgeh û
serokê Iraqê
î'tîmada xwe
dabû ser
dezgehên asayiş
û paraztinê, bê
mubalexe, nêzîke
li her cihekê
sîxurek hebû ji
bo veguhaztina
dengûbasan û
nivîsîna
teqrîran, her
wesan ji bo ku
rastiya rewşa
jiyan û jiyara
xelkê bigehînin
wî. Diravekê
mezin li wan
dihate mezaxtin
û îmtiyazatên
nayab jî her
para wan bûn.
Belê mixabin,
piraniya wan
fermanber û
sîxuran direw li
xwe û serokê
Iraqê dikirin,
nanê xweb avka
feqîr û jaran
dixwarin û karê
wan bibû gotina
nerastiyê û
bêbextî û
xapandina zatê
xwe û zatê
serokî, ew bû ku
li dawiyê serê
wî xiwarin û
herkesê xwejê
berî kir! Bi
hizra min heger
êk bi cavê rêz û
hurmetê li
serokê xwe
binêre û jê hez
bike, dê rastyê
bo bibêje!
Berêz,
ez naxiwazim
muqarenê bikim,
belê diyar e ku
dorhêl û dîrok
xwe dubare
dikin. Erê demê
ku hûn pirsyara
rewşa jîn û
jyara xelkê
Kurdistanê
dikin, hûn wê
pirsyarê ji kê
dikin? Ew kes
bersivên çawan
digehînin we?
Dûr nîne ku
gelek ji wan
dibêjin we:
"Ezbenî, rewş
baş e û heger
xweştir be wê pê
bimirin?"
Belê, ez nizanim
ka hûn wan
gotinan bawer
dikin yan no?
Heger bawer
dikin hêvîdar im
evê namê bêhtir
nexiwînin, ji
xwe heger bawer
nakin, dîsan
hêvîdar im li
rastiyê bigerin.
Berêz,
li bîra we tê li
salên nûtan j
çerxê borî, demê
ku cenabê we
dihatî parêzgeha
Duhokê û deverên
bi ser ve, xelk
kom dibû,
kurdistanî j
keyfan de diçûn
ser mil û
sitoyên hevdu,
bi tinê da ku
cenabê we
bibînin û
silavekê li we
bikin.
Hîngê, te kevrek
bihavêta ne dikt
erdî. Bi riza
dilê xwe, her
kes ji mala xwe
derdiket da ku
cavên xwe bi
dîtna dîmenê we
rohn bike. Belê
li seredana
dawiyê bo Duhokê,
aya we pirsyar
ji xwe kiriye,
ka çima xelk
bêdeng bibû?
Axir bêdengî jî
zimanek e serok,
bihêztirîn ziman
e! Erê çima
fermanber û
endaman tenê
dixwaztin we
bibînin? Xweşik
e heger millet
pêşwazî li
serokê xwe bike,
belê kirêt e
heger bi tinê
çend kesên
fermanber an
endam pêşwaziyê
bikin. Li nava
milletan, demê
ku serok
seredana
deverekê dike,
lêborîn û yasa û
rêkxistinê li
gel xwe tîne,
belê li Duhokê
newesa bû. We
xwazt hûn nîzîkî
milletî û
rastiyê bibin,
belê mixabin ku
kesên we dîtîn
rastiya rewş û
kawdanên milletî
li parîzgeha
Duhokê bo we
negotin. Diyar e
ku rewş xirab e
û kes xwe
berpirsyar
nabîne. Biborin,
belê ez kesekê
berpirsyar
nabînim ji ber
ku kesek xwe
berpirsyar
nabîne, kes
serederiyê weku
berpirsyar nake,
belê her kes xwe
desthelatdar
dibîne. Diyar e
ku berpirsyarî
cuda ye ji
desthelatdariyê.
Hindî ku mirov
zindî ye û
niyaza karkirinê
heye, nabe
bibêje dereng e,
an bêjê cû û
borî! Nexêr, hêj
dem maye û
derfet û delîve
hene ku pirên
peywendiyê ser
ji nû ve bên
avakirin. Diyar
e ku pirên caran
di navbera we û
milletî de
hatine
herifandin û
mewdayekê êkcar
mezin peyda bûye.
Havîbûn
dijwartirîn
awayê buhjînê û
biyanîbûnê ye. Ji
ber ku to serokê
milletekê jar û
belengaz î, ne
serokê hizbek a
taybet, yan çend
kes û binemalan,
lewra jî mafê
milletî heye li
bin sîha serokê
xwe hest bi eman,
rîzgirtin û
paraztinê bike.
Li pey perwerde
û pirensîpên
resen, divê
malxwêmalê bi
awayekê berdewam
hay ji mala xwe
hebe da ku 'eyalê
wî perîşan nebe
û li dawiyê ji
dest dernekeve.
Ez bawer dikim
ku tu jî
malxwêmalek a
mezin î bi navê
"Kurdistan".
Berêz,
Merc nîne ku
edîbê baş bibe
malxwêmalekê baş.
Belê merc e ku
serokê baş
malxwêmalekê baş
be.
Millet her ew
millete ye ê ku
hûn ragirtîn û
hilbijartîn.
Mafê milletî
heye hûn guhê
xwe bidin dengê
wî: feqîr û jar
î berî zengîn î,
bêlayen î berî
hizb î, biçûk î
berî mezin î,
dûr î berî nêzîk
î. Her ew
millete ye
xwedan dîrokek a
pirî tirajîdî û
derdeserî,
xwedan şehîd û
şoreş û
serhildan. Ew
millet li bendî
cenabê we ye ku
Kurdistan bêhtir
avedan be û
takekesê
kurdistanî jî
xwedî kesatiyek
a azad û
serbixwe û
berhemdar be.
Ma qey baş e ku
kurd di welatê
xwe de bibe
penaber û biyanî?
Mixabin ku gelek
kesên mifadar û
berjewendxwaz di
navbera we û
milletî de bûne
asteng û dîwar,
diyar e ku her
êk ji wan bi
pirs û
berjewendiyên
xwe ve mijûl e û
paşeroj û
çarenvîsê millet
û welatî îhmal
kiriye. Herkesê
ji wana biryara
xwe daye û
helwîstê xwe
diyar kiriye,
herkes ji wana
dîroka xwe li
gor
berjewendiyên
xwe ên kesatî
dinvîse. Belê ya
baş ew e, ku
edîb û serok
biryar û
helwîstên xwe li
gor daxwaza
millet û welatî
diyar bikin,
dîroka xwe
durist binivîsin,
berjewendiya gel
û welatî
biparêzin da ku
herdem zindî
bimînin bi
hêviya ku evro û
suba û piştî
çend salên din
zarokên
Kurdistanî
şanaziyê bi me
bibin.
Bijî tevaya
gelên Kurdistanê,
serwerî bo
yasayê,
rêzgirtin bo
şehîdan.
Imza,
Sebrî Silêvanî
Hollenda 15-
tebaxa 2008 -ê
…………………………………………………………………………………………………………………………
*
Sebrî Silêvanî -
romannivîs ji
herêma
kurdistanê/
Duhok.
*
Mesûd Barzanî
serokê herêma
Kurdistanê.
|