|
|
 |
 |
 |
 |
 |
 |
 |
 |
 |
 |
 |
 |
 |
|
|
31 May 2009 08:58 |
|
 |
Di yekemîm
salvegera şehîdbûna Şêx Maşûq Xiznewî de
: Ber bi çêkirina komîteyeke navnetewî
ya lêpirsînê bo şopandina doza wî
Selah Bedredîn
|
|
rojava.net- 30.05.2009 |
|
Di yekemîn salvegera revandin û kuştina
zanyar û şêxê kurd, Şêx Maşûq Xiznewî
de, hêjî gelê Sûriyê bi hemî reng û
tiwêjên xwe di bin nîrê zulm û zordariyê
de ye, di dema ku hewildanên li ser asta
ramyarî bê rawestan ji layê tevgera
opozisyona niştimnaiya demokratîk ve ji
bo rastkirina refên wê û gihştina
çarçewekê ku wê bidê serhev û
pirogramekî yekgirtî têne kirin. Diyar e
ku tevgera netewî û dîmoktartîk ya kurd
jî rol û pareke xwe di tevahiya wan
hewildanên gotî de heye, çi di warê
hundir yê taybet di vîna guhertin anjî
rêzbûna ramanî û siyasî û yekîtiyê yên
gerek di nav rêzên girûpên xwe yên
siyasî û tiwêjên xwe yên ronakbîr de û
çi di warê danûstandina wê ya
niştimanperwer û diyaloga wê ya berdewam
bi hêzên opozisyona ereb ya dîmokrat û
bi kesayetiyên wê, li hundir û derveyî
welat re .
Piştî hefteyekê ser revandina şêxê
şehîdan şêx Maşûq Xiznewî ji beriya
salekê ji aliyê –nenasan –ve û aynî li
Şamê, paytexta Sûriyê, Şama dagirtî bi
zilamên ewlekarî û istixbaratan, ji
sentera lêkolînan ya ku kesekî nêzîkî
ewlekariyê wê birêve dibe, kesekî ku
gelek guman derbarê wî hene –Mihemd
Hebeş - û piştî ku şopa şêx winda bû û
desthelatê dest bi fenûfûtan kir, ez pir
li ser jiyana şêx Maşûq ji xinizî û
tawanbariyên çeteyên rêjîma dîktator a
şovonîst tirsiyam, ew rêcîma ku ji dehê
salan ve hetanî guhan di xeleka
tawanbariyên polîtîk de werbûye, ev
xeleka ku gihşte dewletên cînar jî di
serdema mîratxwerê- çaksazê xort de ?!-
wekû li hindekan xweş tê ku wî wisa bi
nav bikin bi taybetî li Lubnan û Urdin û
Iraqê. Ev xortê ku xurista rêjîma siyasî
ya sitemkar ya serdest nîşan dike, tu
tişt ji bilî dûvçûn û kuştin û girtin û
dirûtina dev û lêvan li nik wî tune ye
ku pêşkêşî gelê xwe bike. Ew xortê ku
mafê cînartiyê yê ku di navbera dewlet û
hikûmetan de heye binpê dike û ji dêvla
ku aramiya Lubnanê, ew welatê xweşik î
kevnar e û şaristanî bihêz bike, em
dibînin ku ew serê sembolên wê yên
welatperwer û lîderên wê yên gewre
dibire û xêrûbêrên wê talan dike û
kuştevan û çete û sîxuran ber bi wê ve
dişîne. Herweha, ji dêvla ku arîkariyê
bide milletê Iraqê yê serbest û mêrxas
piştî rizgarbûna wî ji zordestiya
Be'esiya reş û genî û pêdariya wî
derbarê ji nûve avakirina welatê xwe,
landika şaristaniyê û berdewambûna wî di
prosesa siyasiya demokrasiyane de û
xurtkirina Iraqeke federe ya pirrengî
de; em dinbînin ku ew komik û refên
teroristan ji girûpên islama siyasî ya
nijadperest a netewî ber bi Iraqê ve
rêdike. Rast e, rêjîma sitemkar Sûriya
kiriye meydanek ji çeteyên malbatî-
mafiyweî re ku çarenûsa gelê Sûrî di
destên wan de ye, Sûriya kiriye
çavkaniyek bo terorîzima herêmî bi
alîkariya rêjîma Îranê a sitemkar û ew
kiriye havîngeheke xweş di rêya hevdîtin
û konferansan de, ji idolojiya netewî-
islamî ya nijadperest û dûr ji pernsîpên
netewî yên dîmokratîk di koka xwe de û
ya ji derveyî bangên olî yên baş ku
armnaca wan xêra mirovan e û belavkirina
aşîtî û biratiyê ye, em bawer in ku emê
dûrî rastiyê nekevin eger ku em vê
hevbendiya ( netewî şovonî tevî islama
siyasî ya tund ) bişbînin rêbaz û
musilmantiya –Mîşêl 'Efleq – yê ku bi
fermî û eşkere islama xwe ilan kir bi
henceta ku islam zerika 'Erebbûnê ye û
divêt ku bo xizmetkirina 'Erebbûnê were
bikar anîn – helbet mebesta wî 'Erebbûna
Be'es bû ya ku komkujiyên wê yên
nijadperest û tayfegerî piştî têkçûna
zorbazê Bexdayê hatine dîtin – û weke 'Erebbûna
Zerqawî ya faşîst ku destpê kiriye ; ji
ber van tiştan hemiyan ez pir li ser
çarenûsa şêx Maşûq ditirsiyam û wek ku
em dizanin şêx Maşûq bi rêbaza xwe ya
ayînî ya ronîkirî li dijî rêçika islama
siyasî ya fundemental û di nav de
tayfegeriya siyasî, bû . Hem kurdayetiya
wî vekirî û hevgirtî bû û li dij
sitemkariya netewî bû ya ku bi rizgariya
Iraqê û pirosesa siyasî û fîdîrlazima
Kurdistanê re bû û li hember rêjîma
şovonî, hema ev tenê bes bû ku
desthilatdarên bêkêr ji ketina şerên
siyasî û anîna behaneyên xwe eger ku
rast dibêjin, tolê jê bigirn?
Ev tirsa min li ser Şêx Maşûq hişt ku ez
bangekekê bo herkesî di riya gotareke
belavbûyî di gelek alavên ragihandinê de
belav bikim, weke rojnameya Siyase ya
kiwêtî û doza "hemî layan li hindirê
welat ji kurd û ereban ku xwepêşandanên
aştiyane li dar bixin û komîteyaka
niştimanperwer bo serkêşiya wê
damizrênin û sloganên wê bila derbarê
azadiya Şêx Maşûq de bin ..." bikim aynî
di wê gotara ku bi navê : Tenê
Pêşniayrek !
Piştî derbasbûna salekê ser şehîdbûna wî
de, ji mafê Xiznewî ye li ser milên me
ku em doza wî bişopînin, ji ber ku ew
dozeke netewî û niştimaniya
dîmokratsiyane ye, ji ber tawanbaran wî
çaxî yek ji me hilbijartin û dibe ku îro
sibe yekî din ji nav me hilbijêrin, wiha,
piştgiriya wî di heman demê de,
piştgiriya her mirovekî welatperwer û
dîmokrat e ji opozisiyonê û diyarkirina
nerazîbûnê ji rêjîma sitemkar bi
daxuyanî û tenê di boneyan de têr nake .
Welatparêzên Lubnanê bang kirin û
berevaniya pakrewanên xwe kirin û bi
taybetî Refîq Herîrî , di riya
pêşkêşkirina doza wî di warê navnetewî
de û di avakirina komîteyka lêpirsînê ya
navnetewî biser ketin ku karûbarên xwe
berdewam dike û gihştiye hindek rastî û
xalan ku serê rêjîma sitemakar û
destûkarên wî destnîşan dikin, evên ku
dê cezayê xwe werbigirin .Bê guman ku
doza Herîrî ya giring e ku xewa
sitemkarên welatê me li wan diherimîne û
di eynî demê de wê bibe sedema direkt bo
destgitritn û dadgehkirina wan. Gelo
çima em pêkve eynî tiştî nakin angu doza
çêkirina komîteyeke lêpirsînê ya
navnetewî? Pêşniyar ji pêncemîn
Konferanasa Kombenda Kawa bo Çanda Kurdî
derketibû ya ku li Hewlêrê paytexta
Herêma Kurdistana Iraqê di ( 18-25 / 4 /
2006) an de hatibû girêdan, ku banga
alîkariyê bi mirov û xizmên şêxê şehîdan
bo avakirina wê komîteya xwestî û bo
kifşkirina kuşteyarên yekî herî gewre ji
rewşenbîrên kurd li Sûriyê û
pêşkêşkirina tawnbaran bo dadgeheke
navnetewî piştî tewawbûna lêpirsînan .Li
vir, ez bangeke nû dişînim bo dostên Şêx
yên ku di jiyana wî û piştî şehîdbûna wî
jî pê re rawestiyan û tukes nikare vê
tiştî inkar bike – hem ew xebatger û
rewşenbîrên naskirî ne - û bo hemî kesên
dilxwaz bo welat û millet û pêşeroja
nifşên nû û bo hemî dilxwazên guherrtin
û dîmokrasiyê ji kurd û ereaban ji bo
avakirina komîteyeke niştimanî di
nevbeyna hundir û derve de , ku erka wê
ya herî giring ew be ku dabînkirina
mîkanîzima pêwîst ya mewdanî û manewî ji
bo şopandina karên wê di warê
dokumentkirina belge û behaneyan de tev
li daneheva wan bo pêşkêşkirina wan ji
heyetên cîhanî yên têkildarû da ku
bibine bingehek a bihêz berve avakirina
komîteyeke lêpirsînê ya navnetewî bo
şopandina doza şêxê şehîdan , Şêx Maşûq
Xiznewî .
Em bi hêvî ne ku ev banga me ya avakirî
li ser pêşniyar û xwestekên berî wê ku
ji hindek dezgeh û rewşenbîrên me
derçûbûn û ya herî dawîn di vî warî de
ew pêşniyara ku konferansa pêncan ya
Kombenda Kawa bo Çanda Kurdî ew
derxistibû , dê bête bersivdan .
Ey şêx Maşûq ê Xiznewî !
Ey şêxê şehîdan , bhêle ku ez li
bîranîna te , serê xwe ji te re
bitewînim !
|
|
|
|
|
|
Design:
www.hesso.de |
HEVGIRTINA REWŞENBÎRÊN ROJAVAYÊ KURDISTANÊ
rojava@rojava.net |
Destpêkirina malperê: 01.12.2004 / www.rojava.net - © 2004-2005 |
|
|

Ne ku bi tenê şêx bû, ne jî bi
tenê pîrozmendekî me yê ji
ronahiyê bû, têkoşerê evînê bû,
xweşik mîna giyanan û zelal mîna
eşq û evînan bû. Çîroka me ji me
re şirove kir, em fêrî evînê,
fêrî silavê kirin, em hînî ku
em dê çawan welat di maçekê de
kurt bikin, kirin. Em hînî ku em
dê çawan şehîdên xwe bi stiranan
rapêçînin, kirin. Şêxê me bû,
hevalê me yê ku me jê hezdikir û
hezdikin, bû. Şehîdê biyan,
şehîdê dastana hişê me yê nû,
hevalê me yê ku tembînameya me
bi destê xwe nivîsand û
hetahetayê nemir û dê nemire.
Em di salvegera jiyana wî de
silavekê lê dikin!
|