Hevpeyvîn û amedekirin :Ebdulbaqî
Huseynî

Di
roja 15.ê vê mehê (nîsan 2005)de,
pêşengeha fotografî a hunermenda kurd Roza ILGEN li
salona ( Sagene samfunnshus ) li Oslo hate vekirin,
wê ev pêşengeh 25 rojan dom bike, ango ta 10.05.2005
li dare.
Roza Ilgen kîye?
Hunermenda kurd Roza Ilgen, keçek kurde ji
Kurdistana bakure, ew di sala 1981 li Kurdistanê ji
dayik bûye, piştî ku temenê wê bûye 10 sal, malbata
wê koçberî welatên Skandinavya ( Scandinavia) bûne û
li Nerwîc bi cî bûne.
Ewê
xwendina xwe li Nerwîc berdewam kiriye, dinav salên
1997-2000 ketiye beşê (şêwekariyê , hinkûf û reng),
ango sê salan piştî pola 10an, ew beş xwendiye.
Paşre
cihekî li zanîngeha Winchester li Ingelterayê
(England) bidest dixîne, û li wir xwendina xwe a
”Hunerên çak” dinavbera salên (2000-2004) berdewam
dike, ta ku dîploma Bekeloryus ( Bachelor) bi dest
dixîne.
Eve
pêşengeha wêyî yekeme ku li Nerwêc li dar dixîne.
Roza
wek mirov bi çar zimanan Kurdî, Turkî, Nerwîcî û
Ingilîzî mijûle.
Niha ew
xwe ji xwendinek bilind re amede dike, ku (
Master’s degree ) li Inglterayê bibe serî.

Belgeya
Roza..
Di
pêşengehê de , min hewl da ku hunermenda kurd bi
hestên xweyî germ wan tabloyên xwe ji me re şirove
bike, digel ku wê di destpêka pêşengeha xwe de,
belgeyek ( document) balkêş bi du zimanan nêrwîcî û
ingilîzî ji nivîsandina wê ye- ramanên xwe têde
diyar dike- di sênga salona pêşnegehê de daliqand
dibû, lê dîsa jî me xwest ku dîtinên wê ji devê wê
bixwe bibhîzin.
Naveroka wê belgeyê çiye, Roza çi dixwaze ji
temaşevanan re bêje, bi kurtî ”wesyeta” an jî
belgeya wê eve:
Roza di
belgeyê de dide xuyakirin, bê çawa jinên musilmanan
bi gelemperî û jinên kurd bi taybetî di civata
rojava de zehmetiya rojane dipelînin, ew problemên
wan di sernuxumandinê an jî danîna serûkê (hijab)de,
ku ji wan re dibe pirsgirêkek mezin. غ cawa gelê
rojava li wan jinên musilman dinerin û wê serûkê
dikin ”belege” dijî musilmantiyê, ku ew wek nîşana
bindestiya jinê dibînin. Herwekî Roza dibêje, jina
ku tê van welatên rojava, ew çawa dikare dinavbera
du kultura harmoniyekê peyda bike. Bêguman (gotin a
Rozaye) zore, nemaze ku em ji welatnin paşverû (
cîhana sisyan) hatine cîhana yekê.
غ hîn
jî ew kultura meyî nedestpelandî, ku di mejiyê hin
kevinperesta de heye , wek ”kuştina bo şerefê”, ev
hemû dibin pirsgirêkin mezin bo berdeam kirina
jiyana keç û jinên ku ji Rojhilata Navîn hatine van
welatan.
Herwiha
Roza di wê belgeyê de hinekî ser azmûna (tecruba)
xwe a hunerî radiweste, ku çawa
dixwaze
tiştekî ku berî wê nehatiye çêkirin, ew ji vê jiyana
hunerî re pêşkêş bike..
kurtepeyvek
ligel Roza ve..
E.Huseynî:
اima ji nav hemî rengên huneriyê te ev huner
hilbijartiye, wêneyên te û kamêra heta çi radeyê li
hev dikin, hunera fotografî çiye?
Roza:
Belê , ev jî şêweyeke ji şêweyên hunerê, gelek raman
di serê min de hene, ew bi tu şêweyî nikarin diyar
bibin, lê bi fotografiyê tu dikare wan tiştan, ewên
ku tu bi firçê an jî bi rengan nikare bîne berbiçav,
ew bi fotografiyê tên.
E.Huseynî: Serûk, qefes, fedîkirin û jin, evin
babetên ku te di tabloyên xwe de anîne
berbiçav, çima ev mijarên taybet?
Roza:
wekû min di ”belegeya” xwe de gotiye, ez dixwazim li
ser pirsgirêkên jina kurd û musilman rawestim, û
herwiha di tabloyên xwe de ez dixwazim ji
temaşevanên europî re bidim xuyakirin ku erê ev
zordarî li jinê tê kirin, lê em wek jin dikarin
şoreşekê li dijî van kulturên paşverû rabin, û min
gava pêşî di vî warî de avêtiye.
E.Huseynî: Gelo ev
jina ku te di tabloyên xwe de bikar anîye, kî ye?
Roza:
Min di van wênyan de , xwe bikar anîye, ew jî riyeke
ku ez hestên xweyî mirovatî bidim xuyakirin, li vir
min şêweyeke hunerî bi kar anîye ku jêre dibêjin
(Stereotypical sence) , ku tu dikare gelek wêneyan
ji hev veqetîne û bi rengekî neberovajî , rastî . Ne
ew rastiya ku gel dizane û li ser xwedî bûye , lê
rastiyeke ku ez pê bawerim, pêş mirovan dikim.
E.Huseynî: Roza tu
dibêjî ev ezim, û kiryara wênekêşandinê ew bi çi
rengî derbas dibe?
Roza:
Di vî karî de, hin ji min re bûne alîkar, ku wêneya
ez dixwazim bigrim. ji wan kesan re baş şirovedikim,
paş re ew bi karê xwe radibin. Ew kes jî di warê
bikaranîna kamîra de pisporin. Herwiha dema ku kes
tune be bo alîkariyê bike, ez bi xwe kamîra amede
dikim û mirêka bi kar tînim, da ku ez bighêm wê
tabloya ku ez dixwazim bigrim. Bawer bike, ne karekî
hesene.
E.Huseynî: Di
pêşengeha te de, gelek simbolên kurdî wek „Xeftan“
an jî kirasê kurdî, herwiha ”Xizêm” hene, tu çi
dixwaze li vir bêje?
Roza:
Di kultura me kurdan de, hin têştên xweşk peyda
dibin. Li vir ez wek hunermend wan tiştan di hunerê
de bedewtir dikim, û wan ”simbolan” bi rengekî nûjen
(modern) bikartînim. Wekû tu dibînî xeftanê ku min
bi kar anîye, tiştên nû têde peyda dibin, ew tiştên
ku li cem xelkên me veşartîne, ez wan diyar dikim.
Herwiha ”Xizêma” ku min bi kar anîye, bi şêweyekî
hunerî pir bilind, min bikar anîye.., bi taybetî
dema min filmek video çêkir, ku ew xizêm gelek caran
bo min û film bibû xala sereke.
Di dawiya
hevpeyvînê de, Roza gelekî li ser wê projeya ku di
zango de pêskêşkiribû, axivî, û hin wêneyên we li
ser ( PC) Laptopê berbiçavî temaşevanên pêşengehê
kirin.
Roza di
gelek warên hunerîyê de mijûl dibe, bêguman
pêşerojek giranbuha li pêş wê heye.
Em bi
hêvîne ku hunera wê şûnekê baş di nav hunera cîhanî
de bigre.
