|
Li bajarekî xerîb
bi tenê…
û bêkes…
li dû bêkesiya xwe digerim…
Şev tarî nîvê şevê
dil bi dengekî lê didin
çav li ber çavan direvin..
Hin kes li şopa
hin kesan digerin
tirsek ketiye nav kolanan
kolanên teng û dirêj
kirasê jiyanê
êdî li laşê mirovan
giran tê..!!
Ezman di cîhana xwe de
ketiye nav bêdengiyekê
bêdengiyeke kûr;
Heyv ji şerma
ketiye bin kirasê ewran
tîrêjên ku li rojê digire
li ber bêbextiya mirovan
ji kolanan vedişêre..!!
Stêrkên ku şeva berê
li hemberî hev
ketibûn govendê
îşev di nav xemgîniyekê de ne..
Ba bi tûjî
rûyên mirovan
diqelêşe..
Baran hêdî hêdî dilopikîne
pelên daran
ji ber serma xwe
li nav hev civandine...
Dengê solên jinekê
li ber guhan dikeve
deng dizê
li bêdengiya şevê
xewna ku min şeva berê dît
îşev rastiya xwe
nîşanî min dide....!!
Kolan bi bêdengiyên xwe
bi ser min de tên
guliyên daran
xwe dipêçin;
li stûyê min ê zirav
weke ku dixwazin
tola xwe ya hezar salî
ji bêkesiya min bistînin...!!
Gewrî li min ziwa dibe
çav li min tarî dibin
guh êdî xwe
li nav bêdengiyekê
berdidin
Xeyalên min
di nav keniya zarokekî de
jîn didin..
bêkesiya min
êdî ez diçim
ez te di nav keniya zarok de
bi tenê dihêlim
û dibêjim bi xatirê te…!!
31.01.2005
Cambridge
|