|
Hat û çû
Ronî Elî
Weke rêwiyekî
Ku,
Di xwenên şevan
de
Hêviyekê bide
ber dil
Sawirên aşopî
Di tixûbên,
Sembol û
durişmeyan de
Sîdareyên
çewsandinê
Radihijtin ..
Û di binê
Bîreke miçiqî de
Sorgulek
Di sînga tariyê
de
Ji nifşên
hêvîdar re
Dibişkaftin
Alavên dûmandinê
Di hinavên
şerpeze de
Pêngavên
geşpêdanê
Bilind û berz
Berevaniya
hebûnekê
dikirin
ji ber,
Biryar ew bû
Yek û dû
Finda serkeftinê
lidarxin
Hêvî ew bû
Yek û dû
Di kendavê
reşbîniyê de
Ezmûna
rêveçûnekê
Bi encamên
Tîşka raperînekê
Niyazên geşbîn
Li karxin
Lê,
Heman şev bû
Xwen û sawirên
bêhûde ne
Raveyên neçariyê
ne
Şiyanê hastên
rakeftî ne
Mebesta serwerên
sextebaz in
Çimkî,
Li vebûna çavan
Û vepirsîna
tîrêjên rojê
Şemal vemirtî
bûn
Sorgul nebişkifî
bû
Tenê xewn bû
Çirka dîdariya
geşbîniyê bû
Bi şev hat
Û
Bi berbangê re
Çû û çû û çû …
17\01\2008
|