|
Şevên dirêj
Ronî ELÎ
Di talanên
xwenên te de
Keftelefta
bahoza evînekê
Disotînim
Di navbera wan
lêvan de
Jiyana raperîna
dilketinê
Dicivînim
Di hembêza her
dilan de
Lîstika
ramûsanan
Dipeqînim
Liser milên
herdû çavan
Çirûskên paşrojê
Dineqşînim
Û delavên
girgîniyê
Diçirkînim
Bi viyana mirinê
ve
Herdû navan
Ezber dikim
Û dixwînim
Li ser sînga
pêlên xwînê
Hevoka xwe
Dixemlînim
Li gel dest û
zendên li hev
Bi dengê te
Dilîlînim
Di memikên
tiştîrîn de
Rapora te
Dinivsînim
Belê yarê tu
giyanî
Belê tu derd tu
dermanî
Navêjim te Xala
minî
Nejî jan û jîna
minî
Navêm tu ew Zîna
bedew
Ji bilî te yar
nînin tew ..
Kulmek Ax …
Nede ber biskên
kuzirî,
Mijgulên ku, bi
ser lêvan de
Dilopên xwînê
dadiweşîn in,
Dêmên ku, bi
serê sibehan re,
Pirtewên mêyikê
di gerden û sîng
û ber de
Dixemlî in,
Wê reşa
ku, te ji ser
çavên nemirên
evînê,
Siwarên deşta
Siroc û Cûmê û
Wanê
Rahiştî …
Nede ser çavên
jikestî
Ku, bi dehan
Nav û nîşanên
ciwanên bêbext,
Bi dûrketina
Memê,
Di golên mirina
gezik û maçikan
Werkirin,
Wê perda
Ku, ji gotin û
çêrokên
Dayika ku, di
wefedariyê de
Serî danî,
Hatî dizîn …
De bihûn .. Û
birêse ..
Bigrî û bikene
Dîwaran sazke
Lavan bi baz ke
Sawiran bi jor
xe
Xweşiyê bi dor
xe
Di sîngê
bazirgana de
Mest be
Di çav û berîkên
maldaran de,
Daholan lêxe
Û dîlanê
bigerîne
Çi dibî bibe …!
Li ber serê
xwekujeran
bibêje:
«Yên ku ji bona
Xwedê xwe
dane kujtinê,
Cihê wan Buhişta
ferdose »..
Li ber deriyê
zarokên nemiran,
Biqîre û bêje :
« Tiştê li eniyê
yazmîş bî,
bozmîş nabe » ..
kuzota agirê
dojehê,
Di tûrikê mila
bindestan ke
Zihêr û morfînê
Di devê mendalên
jinebiyan ke
Û di tûrikê
destê xwe de,
Navê Vîyagra
biparêze..!
Çi dibî, bibe
..!
Çi dikî, bike ..
!
Di nîvê şevan de
Guhdarî
kustepista mêr û
jinan be..
Bi bahozê re,
saloxên nemiran,
Di destê
Sultanan xe..
Pirojeyên
belengazan,
Bide ber diranên
karbidestan,
Û xetîra
serhildanê jî
hilde..
Ji ber di destê
tevan de namîne,
Ji bilî,
Kulmek Ax …
|