|
Eger bixwazî,
Di heyamên
rojeke tazî de
Di pêngavên
arazûyeke girgîn
de
Bişkokan
Ji ser,
Memikên arîn û
lerizî
Rahêjî
An,
Ramûsanan
Li ber,
Sîbera sîdareya
evînê
Li ser,
Lêvên ziwa
Bineqşînî
Dibêt,
Ti sondan
Bi Eştar û Zînê
Ji lêv û dev û
dêman re
Negrî
Û
Bernedî
Eger bixwazî,
Şasiwarê sirûş û
şeydê bî
Wênekêşê çerxa
since bî
Ti awat û omîdan
Di weçanên
vekirî de
Ji sîngên hembêz
kirî re
Diyar û araste
nekî
Çimkî evîne
Gerok û lezgîne
Aran û aware
Endîs û azare
Geh li ber te ye
Geh li nik te ye
Geh li pêş te ye
Û
Carna jî
Li paş te ye
Ew bi xwe dem e
Wek min
Wek te
Wek wê
Germ û nerm
Û
Tund û seqem e
29/11/2007
|