Kurdî

klasîk

Kewistan

Dengvedan

Pexşan

Antolojî

Rexne

 Werger

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 


Pêjna
Baranê


Hevgirtin

Pirtûk &
Xwendin


Urkêş


Şevçira


Kurmancî


Kurdart



Êzîdxane



بعض نافذة

كردستان
 عربياً

القوس
الثالث

Dibistan
A-Z

Qehwa sibehê
 
 
عربي
 Deutsch
 English Redaktion  

 

H.R.R.K    West Kurdistan Intellectuals Union

20 March 2008 15:50

BÊXAL …


Ronî Elî

 

 

 



Ji çavên bûka
Ku, ji pêşmergere
kildane
Sîng û berê jina nûber
Keziyên keça dilgirtî
Hinavên dîroka xwînê
Û volkana berberiyê
Guliyên,
lihevketî, ji hevketî
Bi ser
Xerdel û napalm û siyanîdê de
Stem û bê pariyê de
Dihejînî …vedjenînî …
Direşînî

Hêrsa çiyayê barzan
Deşta Rawendozê
Kêferata Mehmûdê Hefîd
Qurm û xunçeyên Şeqlawe
Kîna Enfalê
Digel
keftelefta Ordegên
Gola geliyê Elî beg
Xumxuma ava Decle
Helbestên Xanî û Hejar
Di bejna xwe de
Bi ser tac û rumên
Sultan û sitemkaran de
Belav dikî
Û
Dineqşînî …

Bêxal ..

Vîna zarokên Hewlêrê
Ciwaniya keçikên Silêmaniyê
Xetîra şoreşa Barzan
Û qeb qeba kewê Guzel
Digel
Şarê kerkûk, gola Dokan,
Û newalên Dehokê
Li ber deriyê Laleşê
Di hembêza xwe de

Nîşana serhildanê
Bi hêviyên azadiyê re
Dihûnin
Û
Sazdikin ..

Dîwarên Helbeçe
Nemirên xormal û
Kela Dezê
Li bangîna te
Awir kişandin ..
Laşen bê serî
Seriyên bê ziman
Di qefesa çivîk û zerçikan de
Sînorên berberiyê
Bi kesk û sor û zer
Li dor te
Vegirtin
Û
Ggerandin

Bêxal ..

Biskên serhildanê
Giyanê nemiran
Tifinga milên
Esayiş
Û
Pêşmergan
Govenda bûk û zavan
Şahiyên heyîn û hebûnê
Di gerden û hembêza te de
Ajnî berin
Ji ber hemî dizanin
Ku
Talankirina te
Nebûn
Û
Wendabûna wane



 


 


 

 

ji bilî nivîsên ku bi navê Hevgirtina rewşenbîran û bi navê malpera rojava. netê
werin weşandin, her nivîskarek berpirsê naveroka nivîsa xwe ye!

Destpêkirina malperê: 01.12.2004 / www.rojava.net - © 2004-2005

HEVGIRTINA REWŞENBÎRÊN ROJAVAYÊ KURDISTANÊ
rojava@rojava.net

Design: www.hesso.de