|
Merheba gelî
hêjayan
Di vê nivîsê de ji
bilî derziyên ku em ber bi xelkê ve dibin, emê
şûjinekê ber bi xwe de jî bibin da ku kes
gazincan ji me neke. Ji xwe hûn dizanin Xaltîka
Eyşo êdî kesekî efû nake şûjina wê di dest de ye
û li nava kolanê hemû bajarên kurdan digere.
Ez gelekî serê we
na êşînim û dest bi nivîsê dikim.
Dibêjin Erdogan ji
Obama re gotiye ez ji bo navbênkariya di nava
Amerîka û Îranê de amade me û di bin xizmeta te
de me. Lê heke Obama jêre bêje here pêşî rewşa
xwe safî bike û pisgirêkên xwe bi kurdan re safî
bike piştre tu dikarî navbênkariya xelkê bikî.
Gelo wê Erdogan çi bêje.
Dibe ku min careke
din jî behsa vê çîroka Ahmedê lal kiribe lê ne
sûcê min e, Sûcê Erdogan e dîsa dibêjim.
wek mesela Ahmdê
lal ku diçe mala hevalekî xwe yê lal û ji diya
wî re dibêje: xal xal xaltîkê ma lalalalao li
mal e? Diya kurik jî ji Ahmed re dibêje: Mala
minê tu bilbilî ku tu ji kurê min re dibêjî
lalo. Îca mesela ku ez dixwazim behs bikim ne ev
e lê perwerdeya bi zimanê kurdî ye.
Hûn dizanin ku ev
serê çend mehane kampaniya ji bo xwedîderketina
li zimanê kurdî û perwerdeya bi kurdî dest pê
kiriye. Bê guman di vê çarçoveyê de gelek gavên
giring û watedar hatin avêtin lê carnan jî hin
bûyerên bi serê ecêba diqewimin. Ji xaltîka Eyşo
û Siltanê bigire heta bi Remo û keçelo her kes
tevli vê kampanyayê bûne.
Di vê çarçoveyê de
mala Roj tv ava be reklameke pir xweşik û rindik
ji perwerdeya bi kurdî re amade kiriye û ew
kurikê kurizî yê gelekî şêrîn bi rastî jî
perwerdeyê bi mirov şêrîn dike lê mesele ne ev
e, ez ê behsa tiştekî din bikim.
Di vê çarcoveyê de
Navenda Çand û Hunerê ya Izmîrê jî zend û bendê
xwe hildaye û bernameyek ji bo perwerdeya bi
zimanê kurdî ji Roj T.V re amade kiriye. Min
çend bername şopandin û min tiştê bi serê ecêba
tê de dîtin. Di bernameyekê de şagirtek
derdikeve ser masê û hevokekê dinvîsê, di hevoka
wî de gotina Ciwan derbas dibe , mamosteya hêja
ji xwendekar re dibêje: Heval te ev gotin şaş
nivisandiye û jêre gotina ciwan wiha dinvîse,
Cîwan. Yanî gotina rast a xwendekar çewt dike.
gelek mînakê din jî hene ku niha nayên bîra min.
îca heke halê mamosteyên me ev bin wê halê
xwendevana çi be xwedê dizane.
http://www.azadiyawelat.com/nivis.aspx?n_id=1133
|