Kurdî

klasîk

Kewistan

Dengvedan

Pexşan

Antolojî

Rexne

 Werger

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 


Pêjna
Baranê


Hevgirtin

Pirtûk &
Xwendin


Urkêş


Şevçira


Kurmancî


Kurdart



Êzîdxane



بعض نافذة

كردستان
 عربياً

القوس
الثالث

Dibistan
A-Z

Qehwa sibehê
 
 
عربي
 Deutsch
 English Redaktion  

 

H.R.R.K    West Kurdistan Intellectuals Union

01 February 2008 21:17

piştî bîst û şeş fîşekên di valahiyê de


Riyad Salih Hisên

 

 

 


Riyad Salih Hisên

piştî bîst û şeş fîşekên di valahiyê de

Wergerandin ji erebî: Ciwan Nebî


1- Rê:

Di rê de
û dema di payiza ku dirêj bûyî de
ez bi te re bim
hînde roj bi awayekî biyan û balkêş
pêdikeve û vedimire
di rê de
di rê de
hînde peleke darêyî zer
ser porê teyî reşî pêketî
diweşe
ji te re dibêm ; nêzîk bibe
vaye balindeyekî zer ser serê te ket
û vaye libê nîskan diqiç qiçêne
balindeyekî zerî biçûk
ser şaxên porê te distirêne
porê teyî ku weke kerîk bizin
di bêriya dilê min de diçêre .



2- Dadî:

dadî ewe ku ez bi yara xwe re
di sikakên cîhanê de baz bidim
bêyî ti gizîr pirsa nimira telîfona min bikin
yan nasnameya minî winda
dadî ewe ku xwe bavêjim deriyake fireh
û ez bawerim
ku ti kes min ji guhê min nagire
û carekedin
bi mehna ku xwekuştin
ti rewa û zagon wê erê nakin
min nabe gorê
dadî ewe ku bi ramî nanê xwe
bixwim
bi ramî herim sînemê
bi ramî bistirênim
ku bi ramî yara xwe maç bikim
û bêyî qire cir bimirim .



3- Heyv:

çi tiştên şivan ji çiya re gotî
û çem ji daran re
çi tiştên xelkê
di meydanên dîlan û cengan de gotî
yan ne gotî
min ji te re gotin
û ji te re axivîm
ser keçika ku di pençerê de distirêne zuxurên
dibin dûlabên tirênê de perçe werçe dibin
ser goristana
ku ji sedêsalan ve kêfxweş radize
ez her sibeh gula laşê xwe jê dikim
û qena serok û zanevan û diz pêlê bikin
wê davêjm kolanê
ez her êvar
pelên wê
yên herifî ji te re didim hev
û her tiştê bi min re bûyî
ji te re dibêm
carekê li cem te rûniştim û giriyam
dilê min weke zeviyek birinca şewitîbû
û weke zimanê kûçikan di havênê de
tiliyên min daleqandîbûn
min xwest xwe bi nîşanan bibêjim :
peyalekê bişkênim
pencerekê vekim
ez razim
û min nikarîbû
ezê ser çi biaxivim
piştî bîst û şeş salan
yan piştî bîst û şeş fîşekên di valahiyê de ?
ez westiyam
ji axaftin û deynan û kar
lê ji azadiyê ne westiyam
û va xewna min tiştekî tenêye
yan hinekî bêhtir ; ku gotin bibe nan û tirî
balindeyek û livînek
û ez destê xweyî çepê
li milê te bipêçim
yê rastê
li milê cîhanê
û ji heyvê re bibêjim ; sûretekî me bigire .

4- Didu:

Didubûn û bi hev re
li kolane mişextbûyî dimeşiyan
ji wî bêhna tûtinê difûriya
ji wê pelê leymûnan diweşiyan
û li çivaneyekê
weke du stêrikan ketin
didubûn
yekî distirand
û yê dî hezdikir guhdarî bike
û ji nişkave
û dema zirne şikest
ew ji vî tiştî rawesiya
wê ji wî tiştî
didubûn
wê pênûsek ji nivîsandinê re diyarî wî kir
wî soleke zivik ji seyranan re diyarî wê kir
bi pênsê wî nivîsî ; bixatirê te
û bi solên sivik
ew hat xatir ji wî bixwaze .


5- Odeya helbestvan:

Dergehê gotinan vedike
û bi gavine tirsonek derbasdibe
di qurçkên odê de
çend helbestine çilmisî hene
gotinin ser kursî vezîlandî
û hineke din daleqandî jî
ji nav tiliyên wî simbilek direve
û balindeyin êrîş dikin lêvên wî
ew geyayekî dibîne
ji pirtûkxaneya wî ya jibîrbûyî şîntê
û kaniyeke ji dîwar der dibe
wê piştî hinekî şev
bi heyv û şevbestan êrîş bike wî
darê daristanan
û qûma beravan
û zuxurê çeman
û çalên vala
ewê wan bi tîpine reş tije bike
ewê çi ji termê rojan bibe
û çi bihêle
ji pêvî helbestine çilmisî
û toza gotinan ?
wê piştî hinekî polîsek
biser wî de bigire
qena pirsa hevokeke ne xuya
ji wî bike
haya wî bike
ji karanîna{maç} û {bumbê}
û here ……………
eve helbestvan
dergehê dil vedike
çavan digire
û xewna wî helbesteke hezkirinê ye .




 


 


 

 

ji bilî nivîsên ku bi navê Hevgirtina rewşenbîran û bi navê malpera rojava. netê
werin weşandin, her nivîskarek berpirsê naveroka nivîsa xwe ye!

Destpêkirina malperê: 01.12.2004 / www.rojava.net - © 2004-2005

HEVGIRTINA REWŞENBÎRÊN ROJAVAYÊ KURDISTANÊ
rojava@rojava.net

Design: www.hesso.de