|
Merheba ji
we re gelî hêjayan
Bi rastî ez dikim û nakim ez tiştekî ji
zagonên vê dewleta qaşo fêm nakim. Yanî
xuya ye ku zagonên dewleta qaşo li gor
kesayet û rêxistinan tê guhertin û ne
tenê ji bo her bajarekî lê ji bo her
kesekî jî ew zagon tên guhertin. Wekî ku
hûn tev dizanin bi hezaran doz û
lêpirsîn li rêveber û şaredarên partiya
civaka demokratîk DTP’ê vebûne. Piraniya
wan dozan jî ji ber bikaranîna çend
tîpên kurdî vebûne, ji ber li gor
zagonên dewleta qaşo ji bilî zimanê
tirkî tu zimanên din di fermiyetê de
nayên bikaranîn. Lê wekî me got ev zagon
li gor kesan û rêxitinan tên guhertin.
Dema ku endamekî DTP’ê wî sûcê giran
bike yanî tîpa X,W an jî Q ‘yê bi kar
bîne ew dibe sedema doz û lêpirsîne û
heta dibe propagandaya “rêxistina terorê”.
Ji bo van dozan bi sedan salan cezayê
zindanê ji kurdan re tê xwestin. Lê dema
ku AKP heman tiştî dike, qaşo kanaleke
bi zimanê kurdî vekiriye û ew van tîpên
“QEDEXE” tevan bi kar tîne lê zagonên
qaşo wan nabîne. Dîsa ji bo hatina
Erdogan a Wanê û ji lîstina bi hestên
gelê kurd pankarteke mezin li kolanên
Wanê daleqandine ku tê de ew tîpên kurdî
yên qedexe bi kar anîne lê dîsa jî
zagonên qaşo wan “binpêkirinên mezin ên
zagonî” nabîne. Gelo çima dewlet ji
AKP’ê re dengê xwe nake, aşkera û bi
hesanî ji ber ku dewlet jî baş dizane ew
gavên ji dil in ji ber ku di zagonên
qaşo de tu guhertin pêk nehatine ku ew
di warê fermiyetê de werin qebûlkirin,
ji xwe her kes dizane ku ev gavên qaşo
demokratîk tenê taktîkên ji bo
hilbijartinên 29’ê adara 2009’an e lewre
ew bi van gavan hewl didin ku çavê
kurdan kor bikin, armanc ne kilkirina
çavên kurdan e.
Wekî mînak axaftina kurdî ya Hevserokê
DTP’ê Ahmet Turk a di meclisê de wekî
bombeyekê di nava meclisê de teqiya. Ev
gava dîrokî ya ji alî DTP’ê ve hate
avatin bi carekê ev durûtî û zirderewa
wan a mezin li bin guhê erdê da û aşkera
kir. Ev dewleta qaşo gavên girîng ên
demokratîk avêtine, nikaribû çend
deqîqeyan xwe li zimanê kurdî bigire û
weşana xwe ya zindî birî. Erdoganê ku di
TRT cehşa xwe de bi kurdî ji cehşên xwe
re got TRT şeş bi xêr be ji her kesî
bêtir li dijî axaftina Ahmet Turk derket.
Bi rastî ji xwe ev lîstik ji destpêkê de
ji alî piraniya kurdan ve dihate
naskirin lê mixabin gelek kulûjhez û
kurtêlxur ku xwe wekî kurdên welatparêz
didin nîşandan, ew tevî ku dizanin ev
gavên hikûmetê derew û xap in jî lê ji
ber berjewendiyên xwe bi şev û roj
propagandaya van gavên pûç ên bêbingeh
dikin.
Yanî wek mesela wî melayê ku şîret li
xelkê dikir ji bo ku keçên wan ên xwe
baş binixumînin cilên bi star li xwe
bikin lê keça wî cilên herî modela dawî
li xwe dikir û dema jê re gotin Mele tu
çima şîretekê li keça xwe nakî mele got
wele kurmiçiya keça min ew cil gelekî lê
tên ma ez çawa dilê wê bihêlim.
ÇAVKANÎ:
www.welat.com
|