Neue Seite 1
 

24 November 2011 10:16

Yadgariyên Resûl Gerdî

(1922-1994)

rojava.net- 24/11/2011

 

 

Li dirêjiya projeyên Enstîtuya Kelepûrê Kurdî- Silêmanî, dest bi vejandina folklorê gelê Kurd û Kurdistan û zindîkirina hunermendên bi nav û deng ên Kurdistanê kiriye.

Ji nava wî karê wê, elbomek din di vê salê de çap û belav dike, ew jî elboma hunermend (Resûl Bêzar Gerdî)ye.

Ev elbom ji 6 Cd yan pêkhatiye û 80 trak li ser wan hatine tomarkirin, ku pênc ji wana beste ne û yê dîtir jî meqam û heyran in.

Hêjayî gotinê ye ku (Resûl Gerdî- Resûl Ibrahîm Sultan) li gundê (Qeladge) ser bi bajarê Hewlêrê ve ji dayik bûye, piştî mirina bavê wî diçe bajarokê (Dîbege) û li wir nav û dengê wî belav dibe.

Hunermend R. Gerdî, ji gelek aliya de sûde gihandiye huner û nivîsa Kurdî. Li êzgeha Bexdayê bêtirî 600 berhemî tomarkiriye. Herweha sê pirtûk di jiyana xwe çapkirine ku hersê jî helbestên sitrana bûn, û piştî mirina wî jî du pirtûkên wî yê din jî çap bûne.

R. Gerdî bêtirî 50 salî ji jiyana xwe di karê hunerî de bihuraniye û bi Mîrê heyraniyên Kurdî û mamosteyê heyranîbêjan hatiye naskirin.

 

 

Enstîtuya Kelepûrê Kurdî

Beşê Çap û Lêkolînê

 

 

 

Design: www.hesso.de 

HEVGIRTINA REWŞENBÎRÊN ROJAVAYÊ KURDISTANÊ
rojava@rojava.net

Destpêkirina malperê: 01.12.2004 / www.rojava.net - © 2004-2005