|
Rast e, bê ecibandin an jî neyê ecibandin, kêm
an jî zêde îroj yekîtiyeke kurdan heye; ji ber
ku li holê “hêz”eke kurdan heye, ev hêz delîlê
vê yekîtiyekê ye.
Îroj baş an jî xerab rûyê kurdan ber bi hev ve
ye, heger ne li gorî dilê mirovî jî be di warê
psîkolojîk de “meyl”eke yekîtiyê heye.
Dibe ku ev meyla yekîtiyê ji ber “mecbûriyet”ekê
be, dibe ku li hemberî dijberan ji ber
“qelstî”yekê be, ev pirr normal e; ji ber ku
heger mirov ne mecbûr û ne qels be doza
yekîtiyekê nake, jixwe armanca yekîtiyan gişan
berterefkirina qelstiya ji tenêtiyê ye; heger
Xwedê bi tenê ne hêzdar bûya wê ne bi tenê bûya,
ji ber ku Xwedê bi tena serê xwe hêzdar û besî
xwe ye, tenê ye, qadirî her tiştî ye.
‘Heger mirov hewcedarî hêzê be’, divê ne tenê
be, divê têkiliyên wî hebin -ku bi termînolojiya
polîtîkayê ev têkilî dibe“dîplomasî”- ji ber ku
têkilî, yekîtî û yekîtî jî hêzdarî ye.
Weke mecbûriyet û qelstiyê, “tirs” û “xem” jî
alavine ji bo yekîtiyê bi kêrhatî ne, mirov gava
ku “xem”a tiştekî dixwe û ji yekî an jî ji
tiştekî “ditirse” çavên xwe li hinekan digerîne,
doza qerebalixan dike.
Xem û tirs mirovan dicivîne ser hev, yekîtiyan
ava dike.
Lê xem û tirs jî weha jixweber çênabin, ji bo ku
ev têgeh hebin, divê li holê “xetere”yek be; li
hemberî “xetere”yan xem û tirs çêdibin. Wê çaxê
“xetere” (tahlûke) jî alaveke bikêrhatî a
yekîtiyê ye. Kengî rewşên “xeternak” çêdibin xem
û tirs, û ji wan yekîtî ava dibe.
Rast e, heger ji ber çi be jî îroj mirov dikare
qala işaretên yekîtiyeke kurdan bike; lê gava ku
mirov baş bala xwe dide vê yekîtiyê, tê dîtin ku
ev yekîtî ne li ser esasên saxlem ava dibe,
cewherê ku ev yekîtî jê dermale dibe tiştekî
çewt e.
-Wê çaxê ev yekîtî çima çewt e û gelo cewherê vê
yekîtiyê ji çi dermale dibe?
-Di vî nîrî de, ji yekîtiya heyî beşeke pirr
mezin li ser “nefret”a ji dewletê ava dibe.
Ango kurd ji ber ku ji dewletê nefret dikin
dibin yek, cewherê yekîtiya kurdan îro roj ji
nefretê ava dibe.
Qet bêguman neheqî û xerabiyên ku dewletê bi
kurdan kiriye ne ew tiştine ku mirov di ser guhê
xwe re biavêje, kurd di nefreta xwe de mafdar
in. Ligel alavên din ên yekîtiyê “nefret” “jî”
dikare bi kêrî yekîtiyê were; lê gava ku mirov
bi dahk û angaşta netewebûnê derketibe rê û ne
ji ber nirxên neteweyî lê ji ber “nefret”ê bûbe
yek ev yekîtî wê ne yekîtiyeke saxlem û mayinde
be.
Kurd berî her tiştî bi elementên neteweyî yên
weke zimanê xwe, dîroka xwe, cejn û rengên xwe
divê karibin yekîtiyekê ji xwe ava bikin, an na
dewleta ku îroj neheqî û xerabiyê bi kurdan dike
û nefreta wan çêdike heger sibêro hinekî ber
dilê kurdan xweş bike wê çaxê ji ber ku wê
nefret nemîne yekîtî jî wê li holê nemîne.
Heger serdest, xwe hinekî baş bikin û çend caran
destê xwe di serê kurdan de bidin ji ber ku êdî
li holê nefretek namîne yekîtiyek jî namîne,
yekîtiya ku ji nefretê û ji girrê dewletê ava
dibe yekîtiyeke çewt e, a rast a çandî û
netewetî ye, yekîtiya ji ziman, dîrok û baweriya
hevbeş avabûyî ye a rast e.
www.welat.com
|