|
Dyarî
ji bo wî kesê ev pirse ji min kirîn:
Tu kî yî?
Te bawerî bi çi heye?
Te dvêt bigehî ye çi û çi biselmînî?
Te çi dvêt?
Û (Mesûd Arif, Memed Aktaş, Helket
Idrîs, Rêkêş Şehbaz) û her kesê xwe tê
de dibîne..
Ez Îva me û bi sêva yaxîbûn û zindîbûnê
ji beheşitê daketî..
Ez Enkîdo me û ji ber hezkirina
hevaltiya mirovan xwedavendiya xwe ji
dest day..
Ez Gilgamêşim ku daketina başiyê û
mirina wê di hondir daketin û mirina
Enkîdoy de dîtî û bûye gerîdeyê
lêgeryana li nemiriyê..
Ez Biromisyosê zincîrkirîme û ji ber
dizîna ronî û zanebûn û germiya
xwedavendan di hondir agrî de ji bo
mirovatiyê her roj dûbare kezeba min ji
aliyê qelereşkên tarîstanê ve tê
xiwarn..
Ez Ozîrîsm, pêta axê û heza avê û her
perçeyek laşê min li kenarek dunyayê hat
parvekirin..
Ez Vînosim û bi hezkirinê destên min yên
berdewamiyê ji min hatin kirin..
Ez Sîzîfim û hemû rojan cardin kevirê
zanebûna mirovan bi heman bêhodeyiya dûh
ber bi serê çiyayê jyanê ve dibim..
Ez Sipartakosê azadkerê koleyanim û navê
min li ser dîroka kerameta mirovan hat
nivîsandin û heman dîrok bi bêkerametiya
mirovan hat şikandin.
Ez Sokratim û bi jehra jîrî û zanebûn û
naskirina mrovî hatîme bidarvekirin..
Ez miryema me û bêy cûtbûnê bi tu
xwedavend û mirovan re bi rastiyê
avizibûym û kurpeleyê min zêtir ji deh
hezar salan janên mirnê tîne min û bêy
cihek yan kujiyek vala bibînim û
jidaykbûna rastiyê lê rabigehînim..
Ez Omqorfe me û bi hespên xwedavendî
laşê min hatiye çiwarparçekirin..
Ez Pîroziyê Nehawendim û bi xencera
keramet û rastiya dîroka xwe serê xwe jê
dikim..
Ez Nînewame û semfoniya xem û hawariyên
min bûye awaza xemgîna hemû behiyan..
Ez pirtûkxana Eskenderiyeme û şeş mehan
bi şewitandina rastiyên min ava şûştina
laşên arteşek bi xûnê rengdayî tê
gerimkirin..
Ez Şûra amedê me û dîwarên min bi xûna
laşên parêzerên min hatiye reşkirin..
Ez Hellacim û bi ragehandina
xwedavendiya mirovî hatime
çiwarmîxkirin..
Ez Xeyamim û ji gosikek mey dibim û li
meyxaneyan dijîm û serxweş dibim û
dixwazim cardin bibim gosikek mey û
şeraba jehrawî ya Sadiqê Hîdayet di min
de were kevinkirin..
Ez Sehrewerdîme û ramanên min, min bi
bircîkirinê bi desthelata xelîfeyê
qesrên beheştê jinav dibin..
Ez Galîlome û bi gotina rastiyek ji erdî
mezintir nûnerên xwedavendî poşmanbûna
min bi çiarmîxa şewtandinê radigehînin..
Ez Candarka keça Orliyanzim û bi dengê
xwedatiya hondirî xwe û hespê azadiyê û
windakirina canê xwe dîroka rometê ji
hemû keçên cîhanê re dinivîsim..
Ez Kantim û tenê daxbarî sitêrkên li
asmanan dibirisqin û rewiştê hondirî xwe
dibim..
Ez komêdiya Dantî me di welatek bi
mirovên nostolojî dagîrkirî de roha xwe
ji nifşên dahatî yên serşûriya
mirovatiyê re dispêrim..
Ez Piştxwarê Notirdamim û bi peyva
azadiyê şehdeya xwe ya dawî didim..
Ez Bironome û cemserên qeşagiritî yên
extera mirovbûnê bi têhna tirajîdiya
şewtandina min dev ji xwe berdidin û
dibin hêsir û bi ser rûkên oqyanosên şûr
de diherikin..
Ez Nîçe me û bi hêza bêhêziya xwe mirina
hemû xwedavendan û mizgîniya mirovê nû
radigehînim.
Ez Loteryamonim û di temenê ciwantiyê de
roha min dibe nivîsek li ser ropelên
helbestên min.
Ez Con batîstim û bêhna ciwaniyê min
dike gunehkar û firîşteyiya gunehkarî di
mehşera olî de radigehînim..
Ez Filoransa Naytcîlim û bi fanosa xwe
îlham û çareseriya birînên hemû nexweş û
westiyayên hebûnê pêşkêş dikim..
Ez Hêrta Kirayftnerim û hezkirin jî
nikare pêşeroja min ji azarên dûh rizgar
bike û zindîkirina min rabigehîne û min
bi belema xwe di asoyên berday yên
deryayê de xwecih bike..
Ez Gandîme û bi kincên feqîran dibim
rizgarker û xwe jinavber..
Ez Taha hisênim û bi kûreyî piraniya
temenê xwe guştfiroşekî diperêsim û
yaxîbûnê li ser xweyê bûrî radigehînim..
Ez Mehfozim û bi romanê têm terurkirin..
Ez Sureyya Menoçehrim û her roj roha min
bi kevirên zelamekî tê recimandin û hîn
şirkên xûnê li ser laşê min diherikin..
Ez zarokek Efrîqayî me û li ber çavkên
kamîreya bê kerametiya mirovatiyê
bircîbûn laşê min di biyabanê de dike
semageha bazên kelexan da mirov dîroka
xwe ya geşbîniyê pê binvîsînin.
Ez Helebçeme û baştirîn ommet û neteweya
xwedavendî bi bêhna sêv û gulên beheşta
xwe zarok û kolanên min tevlî hişikbûn û
tirajîdiyayê dikin.
Ez erdim ku di dîroka min de zêtir ji
ava hebûnê xûna nebûnê ji laşê min hatî
rijandin..
Ez ev wilateme û hezar û çiwarsed sale
keçên min bi destên leşkerê xwedavendî
tên îxtîsabkirin..
Ez Terwade, Nehawend, Celewla, Seysefon,
Nohedra, Roma, Etîna, Ermenistan,
Hêroşîma, Nakazakî, Cezaîr, Dêrsim,
Helebçe, Sêmêl, Serbirnîtşa, Sebra û
şatîla û Holodomor û Rewendanim..
Ez ji wilatê xwe û bo wilat û hondirî
xwe hatîme sorgonkirin..
Ez gul berfînim û ji bo hezkirina rojê
li serê sibeyan berfê dişkênim û bi
tîrojên wê serê xwe ber bi erdî ve
diçemînim..
Ez pêjna roniyê me di tariyê de..
Çavê bomê di şevê de..
Ez ne avek mendim û genîbûnê qebûlnakim
û mîna çemên boş hemû berbestan dişkênim
û xwe bi oqyanosên rastiya şûr re
radigehînim..
Ez kevirê şilqandina hemû avên mendim..
Pêla dijwara jinavbirina hemû beravên
pîsbûyî û kevnim..
Barana biyabanên hişkim
Firoxzadim di hezkirinê de
Gandîme di xebatê de û
Mesîhim di lêbûrînê de
Ez, ewm
Ez, tu me
Ez, ezm
Ez,
Tune me..
|