Royarê
Amedî
Rêveçûneke ji leylanê,
Tev
hin rengên aramiyê dibe,
Surûdeke lehiyane, di deşta dilekî ji xwe winda....
dihingivîne
Gelo
bi çi pesnê ev rêveçûn tête dengdar kirin,
û bi çi awazan tête xemilandin?
Avek e
ji bendemanê,
Tev
hin ”ne li bîrên“ mêvanên spîdeyan dibe
di mişextiya dengan de, yan di têkveçûna wan de,
Sîkine jiyanane, ji gelemperiya mirinan re
Şîndar dike
Gelo deng gava ku ji nefel û lavên xwe têne vala
kirin,
bi çi gewdedar dibin?
yan çi bi gewde dikin ?
Leylan xewno:
Rêveçûn , bi hilm û ritma xwe ne ew rêveçûn e
Av , bi têkveçûna qeware zemînan ne ew av e
Xewne pêngavo:
Gul , di serkeftina rêveçûnan de pesindar dibe
Dil , di şevnistiya evînan de bendewar dimîne
û rûpelên
stêrrijyayan vedike
Kes , li ba xwe nema ye, yan di xwe de, ku karibe
hilma şevînî , ji ser çirisîna li
hevhatina xweyînîyê rake
Ji xwe biyan bûme
di vê têkveçûna nêrgizyane de, ji xwe biyan bûme
Da kengî, ez ê karibim
Bi lav û niviştên dêpîran
Temenên jibîrçûnên berî têkveçûnan vegerînim
Da kengî, ez ê karibim
di vê revyana bê dawî de ,
gurzeke asîmanî , ji azerînên revyanê
deynim pêş kêla jiyana xwe.
û pêngaveke ji
avê li ser rêveçûna ji leylanê
tomar bikim ?
Hannover : 10 . 01. 2005
|