Hertim
Riyad
el-Salih el-Hisên
Kurdmancî:
Ebdulrehman Efîf
Di
pişikên Te de
Ba me
Û çem im
Di gumlekê Te de
Li ku bî Tu
Min peydabikî yê Tu
Bi herdu kefên min
Germ
Û bejna min
Kin...!!
Tim bi Te re me jiber
Tevdikim bi maçan rojên Te
Û bi kulîlkan xwîna Te
Dinerim ji ezmanê xwe li Te
Xwedayek...
Û hildidim destên xwe
Rehma Te...!!!
Hewara azarê
Di zengelorka Te de me
Û strana spehî
Ya
Tu dibêjî...
Dinerim
Ji dûr li Te
Destê xwe bidime Te
Ditirisim...
Bi herdeh tiliyên xwe
Dispêrim Te
Ger bêyî bikevî Tu...
Gul im
Li yê reş porê Te
Derzî
Di qulpika çakêt de
Wexta xewdikî
Dikevim nav xewnên Te
Ranazêm...
Bi çavên min balindan dibînî
Û dixwazim azadiyê bi dengê Te...
Lê heke mirî Tu
Ji birçîbûnê
Ji hezkirinê ...
Bikim bi Te re nemirim dê
Lewra mirî
Bi kesên wan bibîrbînin pêwîst in
Û wilo neke tikes wê
Ji min pêve !!
 |