Hevgirtin

Rêbaz

Komîte
Endam
Daxuyanî

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 


Pêjna
Baranê


Hevgirtin

Pirtûk &
Xwendin


Urkêş


Şevçira


Kurmancî


Kurdart



Êzîdxane



بعض نافذة

كردستان
 عربياً

القوس
الثالث

Dibistan
A-Z

Qehwa sibehê
 
 
عربي
 Deutsch
 English
  Redaktion

 Kurdî

H.R.R.K     West Kurdistan Intellectuals Union

27 June 2007 23:38

 

RÊBAZ
 

 
 

النظام الداخلي لاتحاد مثقفي غربي كردستان

The rules of procedure of H.R.R.K West Kurdistan Intellectuals Union
RÊBAZA HEVGIRTINA REWŞENBÎRÊN ROJAVAYÊ KURDISTANÊ

 
 


 

 NAV:
HEVGIRTINA REWŞENBÎRÊN ROJAVAYÊ KURDISTANÊ - HRRK

 

DÎBACE:
HEVGIRTINA REWŞENBÎRÊN ROJAVAYÊ KURDISTANÊ  dezgeheke rewşenbîrî serbixwe ye. Ew hêza rewşenbîrî ya kurdên rojavayê Kurdistanê li derve hembêz dike. HRRK bo geşkirina gotara rewşenbîriya kurdî û bihêzkirina guftûgo û diyaloga rewşenbîrî û ramanî ya kurdî-kurdî bi armanca avakirina civakeke sivîl xebatê dike. Ew bi biryar, li dijî bikaranîna tundiyê û li dijî jiholêrakirinê, di warê çareserkirina pirsgirêkên girêdayî bîr û boçûnan de, çi siyasî û çi ramanî bin, radiweste.   

 

 I-ARMANC Û PRENSÎPÊN BINGEHÎN:

 ARMANCÊN HEVGIRTINÊ:
1- Kar ji bo parastina çand û wêjeya kurdî.
2- Di warê rojnamevanî û masmedyayê de bi rolên çalak radibe.
3- Hemû rengên hevgirtin û piştgirtinê dide rewşenbîrên kurd ên Rojavayê Kurdistanê.

4- Avakirina têkiliyan bi dezgehên rewşenbîrî û siyasî yên kurdî û biyanî re, bi awayên giştî û demokratîk.
5- Di derbarê hemû rûdanên li dijî neteweya kurd xwedî helwest e.
6- Azadiya peyvê û derbirînê pişt rast dike û diparêze.
7- Li gor derfetan derxistina kovarekê bi navê dezgehê.
8- Damezrandina dezgehên weşanê.
9- Bi çalakiyên çandî, wêjeyî û hunerî radibe.

 

II- BEŞÊ RÊXISTINÎ:
Her kesê ku bi hunerê, wêje û ragihandinê mijûl dibe, dikare bibe endamê Hevgirtinê.

MERCÊN ENDAMETIYÊ:
1. Gerek e endam ji kurdên Rojavayê Kurdistanê be. Rewşenbîrên kurd ên ji beşên dîtir jî û rewşenbîrên sûrî yên ji neteweyên din û rewşenbîrên biyanî, wek endamên rêzgirtinê tên pejirandin.
2. Gerek e endam baweriya xwe bi armancên Hevgirtinê bîne û rêbaza Hevgirtinê bipejirîne û ji riya prensîp û çemkên rêbazê der nekeve.
3. Gerek e endam di warên dahênan, afirandin, huner û ragihandinê de berhmedar û çalak be. Endametiya wê/wî piştî erêkirina komîteya kargêr tê pejirandin.
4. Endamê Hevgirtinê dikare endamê dezgeheke din ji dezgehên rewşenbîrî yan siyasî be.
5. Endamê ku DAXWAZA wî ya endametiyê neyê pejirandin, nikare berî salek ji wê mêjûyê derbas bibe, dîsa doza endametiyê bike.

 
MERCÊN KU ENDAM JI ENDAMETIYÊ TÊ AVÊTIN:

1. Eger endamek tiştekî bêrêz li hemberî armanc û rêbaza hundirîn bike.
2. Eger endam endametiya xwe ji bo tiştine dîtir bi kar bîne.
3. Eger pişka xwe ya salane nede.
4. Kesên ku ji endametiyê werin avêtin û kesên ku daxwazên wan ên endametiyê neyên pejirandin, dikarin li dijî biryara Komîteya Kargêr rawestin û giliyê xwe bigihînin Kongreya Giştî. Biryara dawî ya kongreyê ye.
5- Endamên komîteyan ku li dijî armancên Hevgirtinê tevgerê dikin, bi biryara 2/3 ji dengên her sê komîteyan (kargêr, ragihandin, darayî) ji kar tên rawestandin.

 

KOMÎTEYA KARGÊR:
KOMÎTEYA KARGÊR  JI 9 ENDAMÊN BINGEHÎN PÊK TÊ. EW DI KONGREYÊ DE TÊN HILBIJARTIN.

 

 ERKÊN KOMÎTEYA KARGÊR:
1. Pêkanîna biryarên Kongreya Giştî.
2. Biryardayîna di derbarê daxwaznameyên endametiyê de.
3. Pêkanîna çalakiyên ku armancên hevgirtinê teqez dikin.
4. Lidarxistina civînan, bi kêmanî her sê mehan carekê û çavdêriya weşanên Hevgirtinê.
5. Bi rêvebirina kar û barên Hevgirtinê û hewldana pêkanîna armanc û mebest û biryarên kongireya giştî.
6- Her sê mehan raporekê li ser rewşa Hevgirtinê belav dike.

SEROK:
1. Serokê Hevgirtinê - Yê dengê herî bêtir bîne, ew dibe serokê Hevgirtinê, lê dîsan jî mafê wî heye ku bêje ez bi vî erkî ranabim û rê bide yekî din.
2. Nûneriya Hevgirtinê dike, bi navê Hevgirtinê dipeyive, çavdêriya kar û barên komîteya kargêr û hemî çalakiyên Hevgirtinê, dike.
3. Rapora xwe ya salane pêşkêşî kongireya giştî dike.
4. Dema ku bi awayekî tekûz bi karê xwe ranebe, bi piraniya dengan ji aliyê komîteya kargêr ve ji serokatiyê tê avêtin.
5. Serokê Hevgirtinê nabe zêdeyî 2 kongireyan ser hev serok bimîne.

KONGREYA GIŞTÎ:

1. Kongireya giştî her 2 salan carekê li dar dikeve. Eger 2/3 ji komîta kargêr yan 51% ji endaman pêwîst dît, kongireyeke awarte dikare berî 2 salan jî lidar
bikeve

2. Eger 51% ji endamên Hevgirtinê amade bibin, kongire wek kongireyeke rewa tê pejirandin.
3. Eger 51% ji endaman amade nebin, kongire sê mehan gîro dibe. Û careke din vexwendina Kongireyê dûbare dibe. Eger dîsa ew rêje pêk nehat kongire bi jimara endamên beşdar li dar dikeve.
4. Kongireya giştî ji hemî endamên Hevgirtinê yên ku pereyên endametiya xwe dane, pêk tê.
5. Kongireya giştî di hevgirtinê de desthilata herî bilind e, ew dikare biryaran di derbarê her tiştî ji bo çalakirina xebatê û pêkanîna armancan bide, erkên kongireyê yên taybetmend jî ev in:
    
a. Pêşniyazên pêwist ji boyî pêkanîna armancan.
    
b. Biryardayîna derbarê rêbaza hundirîn.
    
c. Hilbijartina komîteya Kargêr û komîteyên din.

 

 ÇAVKANIYÊN MEWDANÎ YÊN HEVGIRTINÊ:
1. Nirxên xwesteka endametiyê, ew jî 25 Euro ne bo her endamekî.
2. Nirxên endametiya salane, ew jî 50 Euro ne.
3. Qezencên ji weşanên Hevgirtinê.
4. Alîkarî û piştgiriya ku ji aliyê kesayetî, dezgeh, saziyên kurd û yên navnetewî tên pêşkêşkirin, bi mercê ku bi şêweyekî eşkere û ronak werin dayîn.

 
HIN XALÊN DIN:

1. Komîteya kargêr biryarê dide, ka Hevgirtinê bi awakî fermî li ku bi cih dike û dinivîsîne.

2. Komîteya kargêr biryara plan û bernameya çalakiyên Hevgirtinê dide.

3. Dema ku Hevgirtin nemîne, hemî mal û mewdanên wê, bi biryara kongireya giştî, ji bo saziyekê ku bi heman armancan bawer dike, tên veguheztin.

 

 

Göteborg, 30- 04-2007

 

 

 

 

 
     
Destpêkirina malperê: 01.12.2004 / www.rojava.net - © 2004-2005

HEVGIRTINA REWŞENBÎRÊN ROJAVAYÊ KURDISTANÊ
rojava@rojava.net

Design: www.hesso.de