Qehwa
sibehê
Her sibehên xudê
Tenê ji te re, çavên xwe vedikim
Heskî tu destê min î
Qehwê hildidî maçê
Heskî tu lêva min î
Heskî tu ez im
Wesa evîndar, em qehwa min vedixwin.
Çend kelên din
Tu yê li benda min bî
Mirina dilovan ?
::::::::::::::
Sibeha te bi xêr
Carina ez sibehê jibîr dikim, qehwe tîne bîra
min.
Ez jî her ji çend sibehan we vexwendî qehwa
sibehê dikim.
|
Ew bi xwe wê
periyê nabîne lê
jê re hatiye
pesinandin
Xelat Ehmed
Wergerandin
heman pencereya
tekane ye ya
dikare
berhemdarî û
hunermendiya
cihanî ji
çandekê terxanî
çandeke din
bike. Belkî
pirsa
wergerandinê ya
herî sereke ev
e: Heya kîjan
radeyê
wergerandin
dikare bawermend
û bextiyane
hestên nivîskar
û cîhana teybet
ya dorpêçayî di
wextê afirandinê
de bigihîne?
Heya kîjan
radeyê xurist û
jînenîgariya wan
miletan radest
dike?
|
Derbasî ronahiyê,
yan jî tariyê
Xelat Ehmed
Heta newqê di
axê de dinalî
tagirtî di
pirsan de
di sermê de
dilerizî çirsînê
li bendî hatinê.
Dirêjî zendan
diweşî
di peyvên
guherok de
şopî tîrêjan
û
diweşî.
|
|
Çîrokê çîrvanokê
Xelat Ehmed
Xaltîka Adarê dibêje:
Belê weleh keça min, di not û pêncê de
pixik kirinê û wek ewareyan bû ureura wî
û bi nav xelkê ket. 2004 ê jî lehengek
sing û sing çûyê qebo, çend sing li hev
dan û lehengê me ji qîreqîra temaşevanan
ji xelekê derket. Ringo jî ring e
bêbexto bi hing û ding e, ji tenêbûna
xwe bihinteng bû, rahişt xeleka xwe û
avêt Şingalê, pêncsed, belkî jî heştsed
canên bê xelek di bin urîna xwedayê
periyên daw bi xwîn û çemên meya
zikreşiyê de teqiyan.
|
Ne ser û ne ber
Xelat Ehmed
Malperên malbat
û êlên hemdemî!!!!!!!!!!!!
Wêneyên
xwedêdana
zarokên
berpirsiyarê
malperê li
tenişta şehîdên
îşkenca rêjîmê
de diweşînin.
Miriyên mirina
xudê mezintir ji
qirkirina
miletekî
dişopînin.
Malperên ji xwe
re mere.
Malperên wêneyên
moman, gulan,
nûçeyên malbatî,
hewaran û
siloganan. Ez
keça diya xwe
me, keça tembiya
tirs û şer im û
gunehiyê. Dema
dikenim ji kenê
xwe fedî
|
Berûpaş
Xelat Ehmed
Ziman efrîdeyeke
jîndar e, mezin
dibe û şax dide,
belkî jî lawaz
bibe û bimire
heger heyameke
alîkar ji şînbûn
û gihandinê re
peyda nebe.
Peyvin dimirin,
peyvin xudêdidin,
hinek din
wateyên nuh ji
xwe re peyda
dikin.
Helbestvan
dikare bibe
merceke
guhertinên
bingehîn di
ferhenga
|
Ji dilê xwe
nayên xwar
Xelat Ehmed
Koçerê Ferensî
bi hizrê xwe
dibêje:
Em digerin, ji
çend salan ve
Belkî ji hinga
de
Gavên me jimartî
bûn.
Em li gula danê
geriyan
Û me dît
Di destine ji
qumê de.
|
Xelat Ehmed
Zimanê kurdî yê
qur e, miqeris,
nazenîn û revok
heya heskirinê û
Xwedayê Zûrix yê
serxweş. Xwedayê
Zûrixê yê
serxweş bû
hefteyek digrî.
Min Hezar min ji
destên wî yên
mij re hildan,
ji bilî baranê
çi li min zêde
nekir. Kenek...
Hewcedarî kenekî
me, da gol
destên min tije
runahî bike û
qazên wê yên di
ber sipîyê xwe
re diçin,
bipirtikînim.
Ah... Hin
serxweş bibin,
belkî em di
alola gêjbûnê de
rê lê bigrin, ew
Xwedayê dûr, qur
e, miqeris û
nazenîn....
Sibha we ken
|
Dîsan jî li dilê xwe binere
Xelat
Ehmed
Kêfxweşiya
we xemgîniya we ya neniximandî
ye. Û heman kanî, ya ku kenê we
jê dizê, pirrî caran tijî
rondikên we ye jî. Û ma ew
dikare ne wisan be? Û her çiqas
xemgînî hebûna we kûrtir birene
û biqewêre, dibe ku dê zêdetir
kêfxweşî di we de hebe. Ma ew
qedeh, a ku tijî me ye, ne her
heman qedeh e ya ku di kûreya
qedehçêker de hat sotandin û
qijqijandin?
|
Di segurkê de
biçirise
Xelat Ehmed
Dil bandikin
Dil dibarin
Di nav baranê de
tên vexwarin
Kî dizane
Jiyan çawa mezin
dibe
Bi şêweyekî
pîrozwer, yan bê
ber ?
Ji xwe dipirsim
di ronahiya
pehîzê de |
|
|
|
|

|