|
 |
|
Pîr.X.
Silêman |
|
Pîr Xidir Silêman
Carê
Êzidî pişkek e here resen in ji
gelê kurdistanê, xudan dînekî
dêrînî xudênas û kevnar in , li
ser axa welatê xwe Kurdistanê -
sebaret parastina vê çand û
kultûra dînê şêrîn- bi hezaran
qurbanî dane. Bav û kalên me
dibêjin: 72 firman bi ser me de
barîn e, ne ji ber tiştekî,
çunku bi tenê bav û kalên me
dest ji dînê xwe ziman û çanda
xwe, Lalişa xwe ya nûranî
(kulîlka kurdistanê ) ber nedane
. Cihê mixabinîyê ye ku pişkek
mezin ji gelê kurdistanê dest ji
dînê êzidiyatîyê berdane û gelek
cara mil bi mil di gel
dagîrkerên kurdistanê pişkdarî
di qirkirna Êzidiyan de kirine ,
ev derd û diltezînî heya îro jî,
di nav Êzidiyên me de maye ,
gelek caran me ev yek li nav
çavên serokên kurdan ,
rewşenbîrên kurdan daye û
ciwnamêran dan bi vê rexnê naye
û gazindên me qebûl kirine . Em
dibêjin wan ev yek bi tinê
derdên me derman nakin erkekî
netewîye li ser milên we rêber û
rewşenbîran, û qurbanîyên me bi
nirxînin û pitir sexbêrî û
xizmeta deverên Êzidiyan bikin
heta dilê me li we xweş bibe .
Ev awaza (Êzidî ne kurdin belkî
Êzidî her Êzidî ne) heya îro û
duh şofînizmên Ereb duvelankên
xwe ji Êzidiyan han didan ku
bêjin: Em Erebin, ji nevîyên
Yezîdê kurê Meawî ne, li sala
1968 nivîsgehek li Bexdayê
vekirin ji bo vê piropagendê bi
vê yekê ne bi tenê nasnama me ya
netewî şolî kirin, belku dînê me
jî şolî kirin, heger em Emewî
bin anku tîreyeke Musilmantîye
di bûn ku ev e ji bilî
zêdegavîye li ser dînê me, her
wisa berûvajî kirina rastîyên
dîrokî yên li Ermenistan û
Gurcistanê jî, ev dest dirêjî li
ser rastîyên dîrokê dikirin û
hewldan her berdewame , lê
ronahîya rojê bi tarê bêjingê
nayê veşartin.
Piştî rijêma sedam herifî
duvelankên wê rijêmê awaza xwe
guhorîn ku Êzidî heger xwe nekin
Ereb bila ne kurd bin jî, û ji
bo vê yekê sazîyên mina(
hereketa çaksayê damezirandin),
mixabin rewşa dijwar ya abûrî li
deverên Êzidiyan bi teybetî li
Şingalê, ku mina rewşa piraniya
deverên nûrizgar bûyi herwisa
hinek şaşî û kêmasîyên hinek
kadirên partiyên kurdistanî û
tengavîya cemawerê deverê hêla
ev sazî bi piştevanîya
şofînizmên Ereb û mixaberatên
dewletên Ereb yên cînar ev sazî
û hinek Êzidîyên me yên tengav û
ne dûrbîn bikevin pey wan.
Em Êzidî dînekî xudênas û kevnar
in û ji xwe re kurdin, ne li ser
xatira çavên vê partiyê yan
partiya din ya kurdistanê û
minetê jî li kesî nakin.
Cihê dil xoşîyê ye ku serokatîya
siyasî ya kurdistanî û
rewşenbîrên Kurdistan yên ne
Êzidî nirxê xoragirîya Êzidiyan
di zanin û gehiştîne wê bawerîyê
ku kurdîtî ji wan re ferehtir e
ji Musilmantîyê .
Bi kurtî di van deh –pazdeh
salên borî de li başûrî
kurdistanê ku perlemanek û
hukûmeta kurdistanê heye
Êzidîyên me qederek mafên dînî ,
sîyasî , rewşenbîrî û rêveberî
wek mafekî xwe yê rewa bi dest
ve anîne, û em çara xwe dikin ew
maf hê bêne berferhekirin û
bigehin tev deverên Êzidîyên me
,ew jî bi hevkarî û piştevenîya
kurdên netewexwaz û bawerya me
ew e( Geşbûna kurdayetiyê anku
geşbûna Êzidiyatiyê ye) .
Têbînî:
Wêneyê Pîr Xidir ji malpera
kaniya sipî hatiye
|
|