|
 |
Girê Hemdûnê
Pêşeroj Cewherî
|
|
rojava.net- 06.06.2009 |
|
Girê
Hemdûnê dilaxêve
Dikim nakim naaxive
Dema diçim serdana gir
Dilê min kûr diaxive
Dema diçim serdana gir]
Dikevin dil pêt û agir
Şûnwarê xwe lê nabînim
Rûdinêm serlat û kevir
Hestê min ser diponijin
Hêstir ji çavan dirijin
Dilê xwe te bo girtiye
Rû sar e bê deng û pêjin
Pezê zinarê diçêrin
Hemî şaxê gir digêrin
Xwezî nebîne çavê min
Kul hinavê min dihêrin
Kanî salên berî hevtê
Ba nagere cê jê der tê
Gelo nîrê ser me zor in
Lê bawerim roja me tê
Dê bimîne girê Hemdûn
Ku rabe ji binî gerdûn
Were mafê xwe bernadin
ta ku derê roja xweybûn
|
|
|
|
|