|
Pirtûk & Xwendin
Xwendin, rêya berbi zanebûnê ve ye. Di rêka
xwendinê de, mirov zaniyariyên tiyorî peyda
dike û pişt re dikare wan tiyoriyan li dar
bixe.
Xwendin nebe kes naçe pêş peyda dibin pirr
derd û êş“ Cegerxwîn
Bi van herdû regezan ve, jiyan û serpêhatiya
pêşkeftina cîhanê girêdayî ye. Mirovê
bêpirtûk, di pêpelûka herî jêr ya nezaniyê
de ye û ew civaka nexwendewar, nikare bi pêş
bikeve, neşê zatê xwe nas bike, ne jî şiyana
wî bo bidestxistina viyana pêşvebirinê heye.
Bi kurtî civakek bêhêvî û bêpaşeroj e.
Peyveke Islandiyan heye, dibêje „ baştir e,
tu pêxwas bî, lê ne bêpirtûk. Ji bo xwendin
di nav civatê de belav bibe, ji bo ko
mirovên me, bibin xwedî zaniyarî û bîr û
behwerî, pirtûk pêdivî ye, lê di behweriya
min de, ta wêjeya pirtûkxanê derbasî nav
civaka me nebe û nebe diyarok, mirov nikare
hêviyekê ji civakê bike. Pirtûkxan e, hişê
civakê ye û saziya herî giring, bi nerx û
giring e, ku rêvebiriya zanistiya mirovahiyê
dike.
Tengezarê marînî |
|

Derxistina kelehên ava ji kûrahiya
dîrokê û melevaniya Seîd Dêreşî
Tengezar Marînî
Gera li kilasîkan, di nav rûpelên dîroka
mirovayetiyê de, li def miletên xwedî
desthilat û azad, karekî normal û pêdivî
ye. Lê vekoler pêrgî çi asteng û
aloziyên giran û zor nabe.
Ji bo miletekî wek miletê kurd, ne tenê
zor e, belê bêhtir ji zoriyê ye, ji ber
sedemên dagîrkirinê û berbendkirina
mirov, nasname, ziman, ba, xak û kultûra
kurdan. Lewra vekolîna di vî warî de, ji
bilî, ko erk e li ser şanê rewşenhizr û
bîrewerên me, belê karekî pîroz e.
Vekoler hemî
|
|
Kenê
mişt êş û bêrîkirina wan çiyan
Tengezarê Marînî
Dibe nivîsa herî zor ew be, ya ko mirov
kesayetiya wî yê li ser binivîse binase.
Ji xwe dema ko yên dinivîsê û yê li ser
tête nivîsîn, ji yek deverê bin... Çawa
dê nivîskar xwe dûrî hêla emsiyonel bike?
Dibe ji metodeke nivîsînê bo ya din cuda
be. Li vir du nerîn, an jî liberçavdîtin
hene:
1. Xwêner weha tê bigihe, ko ev nivîs
mîna erkekî xizmayetî ye û çepiklêdane
bo hev.
2. Ji hêla nivîskarê pirtûkê ve, bi
rengekî bête têgehiştin, ko tiştên
kesayetî derbasî nivîsê bibin. Dibe jî
weha mîna peyva kurdan: „ Geyayê hewşê
tehl e“ bête fehemkirin.
|
|

Er çiya çi dibêjin û Arif Hîto di kurka
xwe de çi hel-sane (helbest-efsane)
veşartine?!
Tengezarê Marînî
Çi alozî ne, yên
Arif Hîto di xewnên xwe de, himbêz dike?
Çi çiya ne, yên daxwaza „gul û tivingê
dikin“? çi hawar in? Çi girayn in? Kî
zarok in? Çi nûçe ne, yên guhên Arif î
ji Radiyoyê venakin? An jî efsanekirina
jiyaneke mişt „mirovên wek mişkan in, li
qolaçkan dijî“? Girnijîna bîtanoka
û cadeyên vala“ ne?.
|

Leyla û Fîgaro ber bi kû ve...?
Tengezar Marînî
Leyla Fîgaro romana
nivîskar Ibrahîm Seydo Aydogan ya diwemîn e,
piştî Reş û Spî. Ev roman ji weşanxaniya Elma li
Istenbolê hate weşandin. Ji 163 rûpelê 21x14 pêk
tê. Dema min ev roman xwend, pir li xweşiya min
hat û li her deverê min behsa romanê dikir û min
xwestibû li ser binivîsim, lewra jî min bizav
da, ku çend caran bi hûrbînî bixwînim û bi
çavekî rexnegirî lê temaşe bikim. Lê piştî
xwendinek kûr û pir û pirsên ku min ji rêzdar
Ibrahîm Seydo dikirin, gîham encamekê ku ez xwe
bi destê xwe dixime bîreke bêbinî de û min dest
jê berda. Min newêrîbû vê rîzîkoyê biçim, lê
piştî demeke dirêj bi ser de çûbû, dîsan li serê
min da, ku xwe berdim qada nivîsîna li ser
|

Ey
êş û êş
Abdulkadir Musa
Tengezar Marînî
Eger li ba Freud û
Foucault, li welatên rojavayî, babetên kultûrî,
bi giştî xewn û evîn bin – ji ber ev herdû mijar
zanavî diafirînin- ji bo xewn bibe jiyan û jiyan
bibe xewn, dako zat/ kesayetî bi pêş bikeve, li
welatên rojhilat, mijarên sereke ev in: xewn, êş
û evîn , lê ji bo hêzek peyda bibe, ko bikaribe
nasnameyê pêkbîne. Lewra jî, metin û tevna
kultûr û wêjeya me kurdan, bi taybetî, li
derdora afirandina nasnameya giştî û ya kesayetî
digere.
Ev jî dibe sedem, ko gelek caran, em, di hundurê
hêzeke efsanewî derve de, dixwazin, hebûna xwe,
berya nasnameyê teqez bikin û biçespînin. Bi
rastî, piştî min pirtûka helbestvan Abdulkadir
Musa xwend, min nexwest pir dirêj li ser
binivîsim, ji ber, di gel xwendinê, ez bi tama
êşê û çêja wê hatim stirehan û guvaştin, tenê
rondik û kelegiryan rêga çareseriya gêjbûn û
dilêşana min bû. Deka çawa, dil êş û kovanan
neazire:
|

Selîm Biçûk, di XEWNÊN REVOK de, li xwe guhdarî
dike
Tengezarê Marînî
Ev pirtûk ya helbestvanê
me Selîm Biçûk, di sala 2003an de, hate weşandin,
bi bergekî rengîn, ji rengê reş û goşeyeke zer
di jêr qapê de û li jor, rengê tem û moranê ye.
Li parçê diwem ji qapa pirtûkê, wêneyê wî, di
gel kurtebiographiyekê û parçeyek ji helbesta wî,
ku têkiliyên peyvên wê bi rengên qapa pirtûkê ve
hene, şev, xewn û nehtorîya xeman, di gora
helbestê de, xwe dixemilênin.
|

Dr. Fadil û Nijyargerî.
Tengezarê Marînî
Nivîserê pirtûka
Nijyargerî, rêzdar Fadil Omer, weha, pirtûka xwe
bi vekolînekê li ser çîroka Dr. Segvan Xelîl
Hîdayet, wek nimûneyeke karpêkirinê, ya bi navê
Dergeh bi dawî tîne. Naxwazim bêhtir ji wê
bibêjim, ko pir serkeftî, bertiyoriya xwe bi kar
aniye û ji bo barê xwêneran sivik bike,
ferhengokek li rûpelê 105-109 çêkiriye. Di
berahîka dawiyê de, pirsekê bo rêzdar Fadil
vekirî dihêlim û dibêjim, eger mirov
|

Maçeke gunehkar di êvareke kesk
de û Tirîfa Doskî
Tengezarê Marînî
Min dikey bûk
Û henasa min dorpêç dikey
Di kevlojankê posîde da hezar xewn dirizi
Hezêt min di singê baranê da dinvin
Jiyê çavêt min du roj bûn..R. 36.
Eger tenê em awirekê bidin van çend xêzan,
dê çend simbolên balkêş bibînin..
Ez / Bûk / kevlojank/ henas / dorpêçkirin
/ Xewn/ rizîn/ singa baran / nivistin/ jî /çav.
Heme her li vir, dê astengî û aloziyên
civaka me tê de, li hember jinê bibînin û diyar
bibin, ka jin çendî di hest û nest, kesayetî,
daxwaz, hêvî, armanc û ta henasa wê, tête
fetisandin, an jî bi darê zorê hestên wê
dinivênin, di vê jiyana, ku ji bo temaşekirin û
sûdlêwergirtinê peyda bûye.
|

Fatma Savcî
Û nîgakirina êş û çiyayên xemdar
Tengezarê Marînî
Di festîvala rewşenbîrî 1ê
de, li Duhokê, di nav wan navan de, navê Fatma
Savcî hebû, ko helbestê bixwîne. Li wir dema
helbesta xwe xwend, ez bi wan êş û xem- ên, ko
wê bi peyvan xemilandibûn, û şînek û birîneke
kûr bi ser ruyên me de dakir, êşiyam, lê ji hêla
din ve, kêfxweş bûm, ko min ew bêdengiya
mirovkuj, di çarçova peyv û hevokan de, li nik
Fatma bi tevin û hûnandineke bedew guhdar kir.
Ji wê rojê ve, min nivîs û helbestên wê
dişpoandin.
|

Gulnar
Elî Xezala Metîn û axînokên heyvê
Tengezar Marînî
Ne tenê rewanî û xurrîna peyvan mîna robarê
xabûr û Zê, bilindiya Metîn û Gara, ku di bîr û
hizrên Gulnarê de serî radikin, di semayeke
bêmînak de dilîzin, belê cih û deverên din jî
yên Kurdistanê birîn û qîrînên wê dixemilînin û
li ber wan buyerên diltezîne, bêdeng namîne û
êşên kurdên parçeyên din dibin êş û azarên
helbestvana pirtûka Heyv û duwazde heyv. Amed û
Qamişlo xewnên tazî ne, şevnem dilerize, dîroka
reş tarî dilîz.
Ev pirtûka helbestî ya gulnar, ji hêla wêneyên
helbestî ve, mişt in ji wan wêneyên, ku Gulnar,
pêkol kiriye, bike şêwazê xwe, her weha xwe ji
zimanê herêmî dûr kiriye û bi zimanekî ku
bêhtirîn kurdên heztore û hezxwendin tê digehin,
nivîsiye. Ev bi xwe jî ji wê baweriya wê ye, wek
helbestvaneke kurdistanî, ku êşa kurdan li hemî
kurdan parve dibe.
|
|