Pêjna Baranê
Hoşeng Broka
Baran, destpêk e:
Destpêka avê, gîhê, sêvên ji gunehan û asmanan
e.
Baran destpêk e:
Destpêka hatina ji dûr, destên ji dûr, keskê ji
dûr, nameyên ji ava dûr, penceryên ji dûr,
çiçikên ji dûr, gilî, gazinde û giriyê ji dûr e.
Baran destpêkeke pirr e:
Ew
pirr e, ku baran e. Ew baran e, ku pirr e.
Baran, wexta zarokeke pirr, dilekî pirr, yareke
pirr, civanekî pirr, gula destekî pirr, asmanekî
pirr, keskekî pirr, hişînhatin û çinîneke pirr
e.
Baran,
pirr e, ku destpêk e;
pirr e, ku navbera destên Xwedê û genimê ku li
ser destên „Iştarê“ hişîn tê ye;
pirr e, ku navbera asmanê şînê „li wir“ û keskê
„li vir“ e;
pirr e, ku navbera bîra ji bê û bîra axê û êgir
e
pirr e, ku navbera wir û vir e;
pirr e, ku navbera wan, yên „li wir“ û me, yên „li
vir“ e;
Destpêk baran e, baran hesan e, hesan gîha û
minminîk in, gîha û minminîk bîra zarokên baranê
ne, di baranê de û li ber baranê:
„Baranê
bibar bibar,
tûtûka genmê te xwar,
qijikê li te kir hawar“
Zarokên babîsokên hesan, dîroka baranê, weha di
deftrên xwe, yên ji bê de, hesan, nîgar kirine.
Ma
ji zarokan û wêdetir, hesan hene, ku baranê li
ser dilê xwe,
wisa şêrîn, ezber bikin?
Ma
ji baranê û wêdetir, eşkere hene, ku li zarokan,
berî zarokan û piştî zarokan, wisa fereh, mikur
werin?
Baran weha, eşkere, diçe zarokan…
Zarok weha, hesan, diçin baranê.
Baran weha, eşkere, xwe dide destên zarokan.
Destên Zarokan, weha, hesan, diçin çinîna baranê,
weha, hesan, diçin şabûna „Bûkên“ ji pêjna gavên
baranê.
Baran eşkere ye:
Ew
dîroka asmanekî eşkere, destine eşkere, dayîneke
eşkere, aveke eşkere, Xwedayekî eşkere û keskekî
eşkere ye…
Lewre, ev pencere, eşkere, çû „Pêjna Baranê“.
Lewre,
baran, bi qasî ku tê bîra min;
baran, bi qasî ku jê hez dikim;
baran, bi qasî ku destên min wê nas dikin;
baran, bi qasî ku rû dide;
baran, bi qasî ku tê kuştin, tê zindankirin û tê
êşkincekirinê;
baran, bi qasî ku gîha navê wê hildide;
baran, bi qasî ku dişibihe me;
baran, bi qasî ku diçe girî;
baran, bi qasî ku goristan lê hişyar dibin;
baran, bi qasî ku çiyan çîrokên hatin û çûyîna
wê, vegotine û vedibêjin;
û
baran, bi qasî ku ji bîra destine eşkere û
vekirî tê,
dê di „pêjna“ vê pencereyê de,
eşkere, here lidarxistinê,
eşkere, here nivîsandinê,
û eşkere, here xwendinê. |
| |
Portrêya destekî nîvco*
Hindek dest û hindek kew
Hoşeng Broka
- Tu ji bîra kîjan kewî tê?
+ Ji bîra navê xwe,
bipirs e.
- Navê te ji kuderê heta bi kuderê ye?
+ ji kewên navê xwe, û sînorên wan
bipirs e.
- Rê, ji kîjan kewî diçe navê te?
+ Ji gavên xwe, yên dûr û nêzîk,
ku di kewan de, werbûne,
bipirs e.
|
Xeberên „Kurdistana êvaran“
ketin qulên dîwaran
Hoşeng Broka
„Hooo Hevalno…heval tune ne“
Ji devê fîlosofê Grîkî Aristo(384-322 p. z.)
Bavê sosyolojiya Erebî, yê herî navdar Ibin
Xeldûn(1332-1406) dibêje: „Rabirdû, ji ava ku mîna avê
ye, bihtir, dişibihe dahatû“. Her kesê ku civîn,
daxwiyanî, dengûbas, raport, analîze, pêşveçûn, û gefên
rojane, yên ku di derbareyê kirîza Tirkiyeyê bi PKKê re,
rû didin, dişopîne, dê tê derbixe, ku dîroka trajêdiya
bi Kurdî, dê careke din, were pirrbarekirinê:
|
|
Bîra „qehwehiyê“ mirinê
Hoşeng Broka
Paş du-sê qehweyên
din, 47. salvegera 283 xwînên zarok e, ku di 13.11.1960
î de, Amûdê hînî navê şewatê û serpêhatiyên êgir,
kiribûn. 47 sal agir,
Şermola û Amûdê bi ser „kezebên şewitî“ û defterên wan,
yên nîvco re, ku hîn agir li wan diçe, derbas bûn, û em,
hîn ji xwe; ji hev; ji serokan û partiyên heta hetayê,
li ser navên wan, tapokirî; ji „şoreşa Cezayirê“ û ji
milyon şehîdên wê; ji welatê ku nabe welat; û ji destên
„Axayê şewatan“(Mihemed Sehîd Axayê Deqorî),
|
Kurdên „Tirk“ û Tirkên Tirk
Hoşeng Broka
Nivîskar û romannivîsê Brîtanî, yê
navdar George Orwel(25ê Hezîranê/pûşperê
1903 – 21ê çile/rêbendanê 1950), di
derbareyê helwestgirtin û
helwestwergirtina „siyast û siyast“ de,
weha dibêje: „Katê ku nivîskarek/kî
û çi dibe bila bibe, helwesteke „siyasî“
werdigire, pêwîste berî her tiştî, ew
helwesta hemwelatiyekî mirovane, yan jî
mirovekî hemwelatiyane be“.
|
Kurdistana çiyê û Kurdistana deştê
Hoşeng Broka
Paş erêkirina mezin(507 deng) ji
parlemana Tirkiyeyê(17.10.07), ku rê da
serokatiya artêşê, daku bikaribe li jêr
behaneya terqandin û jiholêrakirina PKKê,
desttêwerdan û êrîşan di nav Başûrê
Kurdistanê de, bike, herêm, roj bo rojê,
ber bi krîzeke mezin ve(û belkî şerrekî
mezin jî),
|
Hîn bibe, daku tu bijî
Hoşeng Broka
Ji bo birêkûpêkkirin û herweha
modernîzekirina sîstema hînkirin û
perwerdekirina dinyayê, di sedsala 21ê
de, UNESCO pêşinyaznameyeke pirr beraqil,
watedar û nirxdar, wek raport, li jêr
navê „Hînbûn, ew xizneya veşartî“, di
1996 an de, belav kir.
|
Guevara: 40 sal reş û sipî
Hoşeng Broka
“Ji diya zarokên
min re bibêje, bila ew jiyana xwe, ya
mayî, di pey min re, bi mêrekî ku ji
jiyanê hez bike, bi hezkirin, bidomîne…herweha
ji Kastro re, bibêje, ku ew dê li
Amerîka Latînî, bibe şahidê serkeftina
herî mezin“.
Ev herdu hevokên hezkirina herî dawî
bûn(hezkirna mêya dawî û hezkirina
şoreşa dawî), ku Che Guevara, berî 40
salî, sipartin Felix Rodriguez ê Kûbî,
ku yek ji çalaktirîn destên CIA, a wê
demê, yên herî bi saw û hêbetmend bû.
|
Dîwarên wan û dîwarên me
Hoşeng Broka
Îro(03.10.07), 17.
salvegera yekîtiya herdu Elmanyan e:
Elmanya Rojava/ „Komara Bonnê“ û Elmanya
Rojhilat/ „Komara Berlînê“. Bonn, ku di
03.10.1990-î de, yekemîn car, paş dora
41 salan, çû Berlînê, û pê re, du
Elmanya bûn yek û du Elman jî bûn
Elmanek, serencama rûxandina
|
|
Pirsên zarok
Hoşeng Broka
Pirsa Xwedayê bilind
Ji bo Mehyar
û Royar,
Xwedê bi we re,
çende hesan e…
ma berê, wexta
dilên me, yên
zarok jî,
ew, wisa dûrekî
şêrîn, xwînsivik
û xweşik bû,
û me, hay jê
nebû...
Zarok, xweştirîn
û xweşiktirîn
kêlîkên
rastteqîne, yên
di navbera erdê
û asmanan, vê
dinyayê û wê
dinyayê, û
mirovan û Xwedê
de ne. Ji berê
de, zarok wek
kêlîkên bi Xwedê
û firîşteyan re,
hatine naskirinê.
Lewma wêneyê
zarokê, di
xeyala kolektîv
de, tim wek „wêneyekî
bêrî“, bi sîbera
Xwedayên „cîhana
nepend“ re,
hatiye
nîgarkirin û
lidarxistinê. Di
dîroka hunerê
de, ev wêneyê
zarokê yê „xwedawendane“,
li seranserî
tablo û têkstên
hunerî, wêneyekî
berz, kifş û
eşkere ye.
|
Te destên
min, bi xwe re
birin û çûyî
Hoşeng Broka
Ji pêjna te
re, Mustefa
Gezgür… xwezî
min bizanîba, ku
destên te aneha
çi dibêjin…Ji
sebra destên te
re, Leyla can…
tu dizanî, baran,
dê çiqasî basa
wan, ji Mustefa
re, bike…
Te çawa bîra „xirreke
xafil“ nebir, ku
rojekê çiya jî,
li navbera
destên min û te,
li baranê, li
kulîlkên, ku te
ew hînî bejna
min kiribûn, û
li tembîkên, ku
te li avê
kiribûn,
biqulibin, hey
malnemîrat? Te
çi ji çiyan re
got; heta ku
destên min,
hewqasî ji
destên te hez
kirin?
|
Bi Kurdî,
peyker jî
dimirin
Hoşeng Broka
Avêtina peykerê
xwediyê „birîna
reş“, ku
zimanhalê
birîneke xurû
eşkere û bi
Kurdî bû, dikare
wek avêtina
hindekî ji „birîn
û xwîna çiyayên
bi Kurdî“, were
nirxandinê.
Avêtin û
piştguhkirina
peykerê xwediyê
„berxwedana
bilind“, bi ya
min, avêtina
hindekî ji wê
Kurdistana
bilind, û
piştguhkirina
hindekî ji
pirtûka bi Kurdî,
bilind e. Wisa,
apê Mûsa, du
caran di mirinê,
werbû: yekê li
Amedê, û yekê li
Hewlêrê; yekê
berî Kurdistanê,
û yekê piştî
Kurdistanê;
|
|
Şingalistan: Li
ser destên
mirinê (4)
Hoşeng Broka
Mirovên
kêlîka mezin
Ayaz, kêlîka
herî bi Kurdî,
mezin û
rastteqîne bû,
ku ferehtirîn û
xweşiktirîn
kêlîkên
xortaniya dilê
xwe, li aliyekî,
ji aliyên herî
xweşik, yên van
„welatên sipî“ û
xweşik, radestî
„sêşema kuştina
Şingalê“, kir.
Ayaz, kêlîka
herî bi Kurdî,
bilind bû, ku
destên xwe, mîna
du darên hejîran,
di destên çiyayê
Şingalê, kirin.
Ayaz, destê herî
bi Kurdî, dirêj,
di navbera
hejîrên Şingala
fermanan û
sibehên Duhoka
Dasiniyan de bû.
Ayaz, destê herî
bi Kurdî, hişîn,
yê ji „Kurdistana
Şingalê“ heta bi
Şingala
Kurudistanê bû.
Ayaz, navê
kêlîka xwîna, bi
Kurdî, dirêj bû.
Ayaz, li
seranserî „sêşemê“,
ku Şingal bû û
li seranserî
Şingalê ku „sêşem“
bû, navê dostê
kêlîka herî
mezin, li welatê
mezin bû.
|
Şingalistan: Li
ser destên
mirinê (3)
Hoşeng Broka
73 Mirin Şingal
Herçiqasî ku
mirin, aliyekî
dîtir, ji aliyên
dinyayê ye, ku
dijî, lê bi qasî
ku pirtûka
mirinê dibêje,
diyar e, ku
hindek giyanber,
hindek dar û ber
hindek kesk û
dest, hindek ax
û av, hindek
çiya û best,
hindek bajar,
hindek dîrok û
ciyografî,
hindek nimêj û
hindek Xwedê, ji
yên din bihtir û
hesantir,
dikarin mirin û
mirin, werin
çinînê.
Yê ku „pirtûka
Şingalê“;
pirtûka çiyayê
serhişk; „pirtûka
xirqe“, destên
ku haha diçin
rojê, stiran û
hejîrên wê,
xwendiye, dizane,
ku mirin, li wir,
çende fereh û
dirêj e. Erê, yê
ku „mirina
hejîran“
xwendibe, teqez
dizane, ku
Şingal çende
dirêj e, ku
dimire, û
herweha mirin jî,
çende fereh e,
ku ji Şingalê
heta bi Şingalê
ye.
|
Şingalistan: Li
ser destên
mirinê
Hoşeng Broka
(2)
Qedera darên
hejîran
Yek ji
diyardeyên bi
Kurdî, ku paş
rûxandina „komara
tirsê“, li
Şingalê rû da,
PDK-ekirin û
YNK-ekirina
Şingalê bû.
Herdu partiyên
sereke, ku
kurdistan ji
„A-Z“, l kirin, daku berê
Şingalê, bi dest
û darê „bertîl û
kurtêlan“, bi jêr
hukumraniya wan,
ya „fêftî-fêftî“
çûye parvekirin
û dabeşkirinê,
li şûna ku berê
Şingalê bidin
Kurdistanê,
qerargehên wan
hemî hewlên xweidin
„Hewlêristan“ û
„Silêmanîstanê“.
Her partiyekê,
ji hêla xwe de,
hewl da, ku „berîkên
xwe“, yên
partîperestane û
nîv-istixbaratî,
bi rêya
serokeşîr,
serokêl, „serokxirqe“,
„serokkulk“, „serokduwa“,
û „serokriyên“
Êzîdiyan, di
laşê Şingalê de,
biçînin.
|
|
Şingalistan:
Li ser destên
mirinê
Hoşeng Broka
(1)
Goka li ber
lingên herdu
Îraqan
Babê Şêx, serokê
rûhanî, yê
tevaya Êzîdiyên
cîhanê, carekê
weha hawara xwe,
bi Kurdî,
gihande ber
dergehên „Xwedayê
razayî“: „Li ba
Kurdan, ku
pirraniya wan
Misilman in, em
wek Êzîdî tên
tawanbarkirinê,
û li ba Ereban
jî, em bi Kurdan,
tên
gunehbarnkirinê,
em çi bikin...tenê
ancix Xwedê
dergehekî xêrê
li me vebike“.
|
|
Aysel Tugluk:
Xanima „şeraba
sor“
Hoşeng Broka
Xanima „metbexa
tirkî“,
Xelkê, dengê xwe,
bi Kurdî, diyarî
we kir, ne ji bo
ku hûn „Kurdiya
bi dizî, cêrî û
bindest“, bi
çarlepkan bibin
destên „Tirkiya
eşkere, xatûn,
serdest û
zordest“. Xelkê,
destên xwe, bi
Kurdî, birin
destên we, ne ji
bo ku „parlemana
sor“, li çepikên
destên we,
temaşe bike. Û
xelkê, êş û
azariyên navên
xwe, bi Kurdî,
sipartin „qebqeba
hezarhêviyên
we“, ne ji bo ku
navên wan, li
jêr „ala sor“, „xulamtiya“
„hezretî“ navê
we bikin.
|
Sêdarabad
Hoşeng Broka
Ji dostên
ximavê re;
dostên ku sibeh
ji destên wan û
pêde ne. Ji
dostên sibehê
re, berî ku
destên wan, ji
sibehan bimînin.
Ji Ednan
Hesenpor û Hîwa
Bûtîmar re, berî
sibehan û piştî
sibehan.
Sibeh, vê ximavê,
ku destên we
naçin wan; sibeh,
vê zindanê, ku
di gavên we de,
nayên vegirtin;
sibeh, vê
sêdarê, ku di
axaftina we de,
wernabin,
|
Kronolojiya çiyê
Hoşeng Broka
Çiya, ji wexta
ku bûne çiya, di
gelek têgeh,
wate, bîr û
serpêhatiyan re,
derbas bûne.
Çiya, di zimanê
ferhengan de,
parçeyek ji
ciyografiya
bilind û berz e.
Lê di zimanê
sîmbol, nîşan,
assoziation(herikîna
xeyal, wate, bîr
û baweriyan) û
şîfreyan de,
çiya dikare
bihtir, were
xwendin û
liqelemdanê.
|
Kurdên kewan
Hoşeng Broka
Ma kew wisa xweş
in, lewma hûn
bûn kew, hey
Kurdên heta bi
kewan? Ma Kurd
wisa kew in,
lewma we
destbirakî da
wan, hey Kurdên
kewan...? De
bibin „Kurdên
peya“, belkî alî
li we mikur
werin û bibêjin,
berê „Kurdên
siwar“ li ku ye.
De bibin „Kurdên
kewan“, belkî
kew we fêr bikin,
ku navê fira „Kurdên
Kurdan“, çi ye.
De bibin û herin
destên xelkê,
belkî hûn ji
nimêja kewan
bibihîzin, ku
berê destên
Kurdan li ku ye.
|
Standartgeriya
bi Kurdî
Hoşeng Broka
Li seranserî vê
xirecir û gerra
li
standartgeriyeke
bi Kurdî, zarê
Kurdan, ku wek
zimanekî
pirrzarave
hatibû naskirinê,
bû „zimanekî
pirrziman“. Di
serencamê de,
her Kurdek, li
gorî gerdiş û
rabûnûrûniştinên
zaraveyê xwe, çû
standartgeriyê.
Lewma hin Kurd
bûn „Soranîst“,
û „bavên“
kurmanciya
latînî, bi „toranîzmê“,
„Impiryalîzmê“ û
„Ataturkizmê/Kemalîzmê“,
tawanbar kirin.
Hin bûn „Kurmancîst“
û „sorayên“ xwe,
bi gunehê „şovenîstiya
zaravperestane“,
şewitandin û ew
hilanîn û
dananîn.
|
Xweşikên
hezkirinê,
xweşkên mirinê
Hoşeng Broka
„Xwêşika Xerîbo“
jî, mîna „xweşikên
Kawabata“,
razayî ji
hezkirinê heta
bi mirinê bû;
razayî, hat
hezkirinê, û
razayî, çû
mirinê; razayî
bû „sêv“, û
razayî, Xerîbo
ew li sêvan
gerand. Lê
Xerîbo bi
xweşika xwe, ya
razayî re,
tiştekî din bû.
Ew, cuda, ji
dostê „xweşikên
razayî“, li
hezkirin û
mirina razayî,
geriya. Ew cuda
bû yar, û cuda,
di mirinê wer bû.
Hezkirinê,
razayî, cuda
girrê xwe di wî
da, û mirinê,
cuda bêriya wî
kir. Wî nexwest
here mirinê, lê
mirin çû wî. Wî
ji sêvan hez kir,
lê sêvan ew
xapand. Wî sêv
bernedan, lê
sêvan ew berda.
Ew bû sêv, lê
sêv nebûn ew.
|
Li cem baranê
Hoşeng Broka
Baran, pêjn
e...;
pêjn e, ku asman
li cem in.
Pêjn e, ku asman
heta bi wê ne.
Asman, tev yên
baranê ne.
Balinde, ku
asmanan hînî
firê dikin, wisa
dibêjin. Asman,
tev li cem
baranê ne, tev
li ber wê ne.
Belkî berî wan,
belkî piştî wan
jî. Belkî ser
wan û belkî bin
wan jî, wisa ji
dilê xwe, yên wê
bin, wisa ji
hezkirina xwe,
li ber pêjna wê
û li tenişta
bin. Baran esih
e. Lewma çiya û
demên wan, yên
bilind û lewma
destên ku ji
bilind, nayên
xwarê, li cem
in.
|
Dostên çiyê
Hoşeng
Broka
Dostên çiyê,
Li wir, ku baran dost e, û
destên we di hev de, xunav
digirin, li vir, gul bêriya
destên we dikin. Li wir, ku gul
dost in, û hûn li benda mizgînan,
çarçav, deşt û deşt, dinerin, li
vir, pencere, li tanê piştê
vekirî, bêriya hatina we dikin.
Li wir, pencere, ku asmanên dost
in, û hûn bûkên berfê û baranê,
çiya bi çiya, digerînin, li vir,
zarok bêriya we dikin.
|
Min digot:
Belkî Xwedê ewr
in!
Hoşeng Broka
Asman, heyv,
stêrk û ewr, tev,
dûr in, lewma
mirov pirr
bêriya wan dike,
mirov pirr hewl
dide, ku li wan
bigere û pirr,
bi wan re,
biaxife û bilîze…belkî
jî, ji ber ku
berf û baran ji
dûr tên; ji
dûûûr, ku Xwedê
ye, lewma em ji
hatina wan hez
dikin, û ku zû
nayên û dereng
jî dimînin, em
bêriya wan dikin…
-Min pirr bêriya
berfê kiriye…kengî
berf e? Royar
pirs kir.
- wexta ku berf
were, hingî berf
e. Mehyar got.
Em tev keniyan,
lê diyalog her
berdewam ma
|
Şêx Maşûqê Xeznewî: Navê nimêja bi
Kurdî, şehîd
Hoşeng Broka
*Bo 2-wemîn „keskvegera“ şêxê nimêja
şehîd
Xwîna nimêja
şehîd, weha bi Kurdî, çû navê Xwedê, lê
wê ji bo min negot, rêya Xwedê di gulên
te de, tune ye.
Nimêja xwîna şehîd, weha navê Xwedê,
kurt û Kurmancî, hilda, lê wê Xwedayê
min, ku hindek ji wî av e, hindek ax e, hindek ba ye, hindek agir, hindek kesk
e, hindek dar e, hinde gul e, hindek
azadî ye û hindek jin e, çewsaw, piştguh,
marjînal û boykot, nekir.
Xwîna nimêja şehîd, Xwedê, bi Kurdî,
weha li Kurdistanê gerand, lê wê ew di
Cubbe, şaşik û pirtûka xwe, ya tikî tenê
de, asê nekir. |
|
|
 |