|
Keyfa min gelek ji hevokên bi ‘heke’yan dest pê dikin nayê,
lê dîsa jî ez ê bi ‘heke’yekê dest bi vê
gotara xwe bikin.
Werin em hinekî bifikirin: Heke hûn
romanekê binivîsin, hûn ê ji kîjan alî
ve li bûyeran binêrin?
An jî, hûn ê di kîjan nihêrtinê de
bûyerê helsengrînin?
Bûyer û ‘çavê’ romanê dê li ku derê li
hev aliqin; hûn ê bi kîjan bîr û boçûnê
romanê hingêvin û bûyerê karakterîze
bikin?
Gelo formûleke we heye?
Werin, em îro bi hev re dûvçûnekê bikin
û ji aliyê xwe ve berê xwe bidin ‘çavê
romanê’ an jî em bi hev re çavekî ji
romana xwe re çêkin û di wî çavî re li
jiyanê binêrin.
A rastîn, her roman xwedan çavekî ye.
Çend çavên romanê ev in:
Yek; Bi çavê Xwedê berêxwedana li qewmîn
û bûyeran û wisa pêkanîna karekteran û
bi wî lewnî hûnandina serhatî û tevna
romanê… (Dinêre lê nabîne; Hukmî li
romanê dike û ew rol û misyon, sînor û
destnedanên karakteran diyar dike)
Du; Bi çavê nivîskarî berêxwedana li
bûyeran û mudexeleya nivîskêr di vê
tevna romanê de gelekî aşkera xwe dide
der… (Dinêre û li gorî xwe dibîne;
Nivîskar carina dikeve dewsa karakter û
kartêkeriyê li tevn û dûvçûna romanê
dike)
Bi çavê karekter berêxwedana li
serboriyan û azadkirina tevn û rêçûna
romanê… (Dinêre û dibîne; Karakter
serbest û azad e, kesekî ji nava jiyanê
ye, çend jîr be ewçend jî tirsoke û
xwedan qusûr e)
Û hwd…
Ev aliyê teknîkî ne.
Mebesta me hinekî ji vê cudatir e.
Ez dixwazim bi van pirsan li bersivekê
bigerim, “Gelo, mimkûn e, mirov bi
rasteqînane li bûyeran binêre û bi
xweşbînane wan bibîne?”
Gelo çavekî wisa heye ku bikaribe li her
tiştî bi rasteqînane binêre; her aliyê
bûyerê bêyî ku ‘wekî dixwaze bibîne’
bide ber neynika çavên xwe û ligel vê
yekê jî ‘bikaribe’ –bêyî ku xwe bixapîne-
bi çavekî xweşbînane bûyerê bibîne û bi
wî awayî nêzîktêdayînê çêbike?
Em dîsa li romana xwe vegerin; niha, em
bi hev re romanekê dirêsin. Bûyer, tevn,
karekter û dem; hemû, me di çavê romana
xwe de hêran û niha jî, em wê bi raman û
hizra xwe didin ber tavê û piştre jî em
ê wê di tara hevokên xwe de hûrik hûrik
bêjîng bikin, bijenin…
Di vê romanê de bi çavekî mimkûn e, em;
hem binêrin û hem jî bibînin?
Di vir de, tiştê em lê dinêrin; yanî
malzemeya ber destê me çi ye? Gelo em li
çi dinêrin?
Em; li her bûyerekê dinêrin, wê di
demekê de tînin li pişta hin karekteran
bar dikin. Em; di vê bûyerê de li
rastiyên jiyanê yên mimkûn e biqewimin,
ji wir derbasî xeyalmendiya xwe dibin;
ji fantazî heta bi xewnan, ji tirsên
herî penîçav heta xweziyên herî qedexe…
Em li tiştên ku mimkûn e, mirov jê
aqilekî wergirin û hizrekê jê peyda
bikin dinêrin, em li bûyerên ku mimkûn e
bala mirovan bikêşe û kelecan û
dilxweşiyê bide mirovan –xwîneran-
dinêrin…
Em çi dibînin?
We çi dît?
Di gotara bêt de em bi hev re li bersiva
vê pirsê bigerin…
|