|
Xewnên qed qed
dadiverijin ji şevên min; kuleke razayî
di gerdûna hişê min de wekî darkokekê
dara lê niştî dinukilîne, xewnên min
diarîne…
Ev çendek e, qed qed
bûne xewnên min; qedek li vir, qedek li
wir, lê ne li vir, ne jî li wir;
hatûçûnên bi berkê birûskê…
Di nav hev de guloka
aloziyan û hestên wekî gwîniyan strî bi
strî li hev paldayî…
Zîhn hişyar, dil
xewte; keftûleftên qedqedî…
Heçko li wir î, hem
jî ne li wir î; aliyek te disoje qirç bi
qirç, aliyê dîtir di buhiştekê de her
tişt bi gul û gulistan…
Wekî birûskê; xewnên
birûskî… Di pêlên robarekî wer dibî, na
na, li serê çiyayekî yî… Çepûrastên te
tijî strî; xewneke wisa ku ji striyan
diçî striyan… û bêhna gulan te vedigire;
bêhneke gelekî xweş, wekî bêhna şiliya
mêrgê, na na, wek terazina sîng û berên
dilberekê bi qewlê Cizîrî ‘dil ji te
dibe’ li ber mendehûş dibî…
Û xwe di nav pêlên
robarekî de dibînî: helkehelka bêhna te
li nav milan dide; xewn e û qed qed in
bûyer… Wekî jena birûskê; tal û tirş,
keyf û tirs di nav hev de; pêl bi pêl bi
ser te de tê xwarê…
Bêhna gulan tê ji
striyan…
Xewnên min wekî
beytên Feqî, ‘Ne diçin mizgeftê ne jî
dêrê’ û heqperestekî derwêş e; di kilê
çavê Edûlê de mêrxasekî serserî berahiya
hezar û pênc peya û siwariyên tirsê
digire û qed qed xwe dadihêle çalên dilê
zeriyekê ji zeriyên ‘evrûşevê,
lêvhingivê’ ku hezar dilan dibe ji
qefesa sîngê dildaran…
Bêhna striyan tê ji
dilan…
Xewnên min wekî
robarekî boş î gulanî ne; min dibin ji
qefesa bedena min a bi goşt û hestiyan
hûnayî…
Qed qed diçim… Qedek,
li striyan dilefe; dihincire serî û pê,
çav û guh, laş û hestî… Qedek, diçe ser
kaniya dilan; jê vedixwe qedehekê ji
destê esmereke bejnçiyayî, çavên wê reş
î qetranî, wisa germ, wisa tijî arezû ku
bi hezarê Cizîrî ji dil dibin li ber
qamet û bejnê û ji wan sîng û beran
dinoşim qedehek tijî şîrê mihan ê koçerî,
dobek ji hinguvê Navşarê ku hezar
birînan di giyanê min de sax dike…
Bêhna dilan tê ji
gulan…
Xewnên min qed qed
in; qedek, wekî siwareyeke bê siwarî…
Bala hemû çavan lê ye, her kes siwareyê
dibîne; qeda dîtir jî wekî siwarekî bê
siware… Li striyan aliqî ye, diperpite
lê çu kes lê nanêre… Her kes siwareyê
dixwaze kes ji siwarî hez nake… Ji ber
wê jî heçî siwarê hizrên xwe ye şerpeze
û derbider e, lê heçî siwareyê hizrên
xelkê ye li qatên jorî li ser çar destan
e; Xusrew paşa jê re destegîr e.
Siwarê xewnê me; der
bi der digerim strî bi strî li gulan
digerim, destê xwe dirêj dikim gul dibe
dil...
Di xewnên xwe de
destegîr dibim li ber bejn û bala
dilberekê, Cegerxwîn im û ‘gul bi dil
didim, dil bi gul…’ û strî li dorê tîrên
jehrdadayî li mêlakê xwîna reş… û tîrêj
ji fera çavan bo ramûsanekê wekî Babe
Uryan Hemedanî, ‘Ji xeyala şevê –sibehê-
bêhna dilberê dikim’
Bêhna dilan tê ji
striyan…
|