Neue Seite 1
Kampanya  100
Neue Seite 1
Kampanya  100
Neue Seite 1
Kampanya  100
Neue Seite 1
Kampanya  100
 

11 May 2009 22:38

Nameyek dereng ji mirinek zû re
Nûşîn Hemê

rojava.net- 12.05.2009

 

Silav li can û giyanê te şêxê min
Silav li raman û bîr û baweriyên te
Silav li hestên te yên welatparêz
Silav li wan gotinên te yên xweş û wêrek
Dîsa silav
Şêxê min
Min xwest bi zimanê şirîn li ber dilê te binivîsim
Bi kurdî
Lewre min bi zimanê me yê birîndar nivîsand
Ez nizanim çima û ji bo çi şansê min tenê bo
Ku şa bibim bi dîtina te ya pîroz
Dema tu li welatên , dûrî welatê me
Li tarwageha me
Derfeta min nebû da ku ez te bibînim
Û Gurzek ji lala û xecxecûkan û gulîgeniman
Diyarî te bikim, bi dengê bilind bibêjim ,,
Ev bûye sed salan bi mehana qûranê me serjêdikin
Lê te em bi qûranê ji serjêkirinê parastin
Qamişlo vala ye şêxê min ne xuya ye
Tu revandin
Qamişlo vala ye şêxê min ne xuya ye
Dil dikele ji dûriya te
û cilka nimêjê bi kurdî li te digere
reşgirêdan sibehên me
reşgirêdan nimêjgeh û rojên înên me
reşgirêda reşgerêdana me yan sala

Hollenda
10,05.2007


 

 

Design: www.hesso.de 

HEVGIRTINA REWŞENBÎRÊN ROJAVAYÊ KURDISTANÊ
rojava@rojava.net

Destpêkirina malperê: 01.12.2004 / www.rojava.net - © 2004-2005

Ne ku bi tenê şêx bû, ne jî bi tenê pîrozmendekî me yê ji ronahiyê bû, têkoşerê evînê bû, xweşik mîna giyanan û zelal mîna eşq û evînan bû. Çîroka me ji me re şirove kir, em fêrî evînê, fêrî silavê kirin,  em hînî ku em dê çawan welat di maçekê de kurt bikin, kirin. Em hînî ku em dê çawan şehîdên xwe bi stiranan rapêçînin, kirin. Şêxê me bû, hevalê me yê ku me jê hezdikir û hezdikin, bû. Şehîdê biyan, şehîdê dastana hişê me yê nû, hevalê me yê ku tembînameya me bi destê xwe nivîsand û hetahetayê nemir û dê nemire. Em di salvegera jiyana wî de silavekê lê dikin!