|
KNN/Pirtûk
Romana Newa Mîro a bi navê "Bend" ji nav
weşanên HAN derket. Ev berhem duyemîn
romana nivîskarî ye. Rromana "Bend"
ceribandineke balkêş e di derbarê
nirxandineke îronî û helsengirtineke di
navbeyna kesayetên cûrbe cûr yên netewên
cûda (Kurd, Alman û Tirk) û rexeneyeke
civakî û edebî ya li ser polîtîkaya
asîlîmasyona ser zimanê Kurd de.
Newa Mîro bi Kurdiyeke dewlemend û
herikbar serî li ser mijareke girîng
hêşandiye. Roman ji aliyê bûyerên
trajî-komîk û ceribandinên derûnî yên
mirovên ji aliyên ziman û kesayetiya
ziman de şikestî gelek tijî û zengîn e.
Bi derbekê ve tê xwendin û bi salan
mirov dixe nav hizran...
Roman ji 251 rûpel pêk tê.
Kerem bikin beşeke ji romanê:
BEN /Newaf Mîro
Weshanên HAN
Temenê Memo ne diyar bû, tu kesî
nizanîbû ka Memo çend salî ye. Lê beriya
bavê wî here Elmanya li șênîgeha navçeyê
qeyda wî çêkiribû û rojek ji rojan jî,
ji serê xwe mîna rojbûna wî nivisandibû.
Ew dem zarok pir bi pitikî dimirin. Ji
ber vê yekê xelkê, zarokên xwe dereng
qeyd dikirin. Heta destpêka salên 1960 û
1970yan jî hejma-reke mezin ji gelê kurd
bê nasname û kaxez dijiyan. Memo jî yek
ji wan kurdê bênasname û nifûs dijiya
bû.
Dema temenê Memo hatibû, ku here
dibistanê. Bapîrê Memo jê re tûrikekî
wek çente kiribû û hinek lênivis û pênûs
jî xistin tûrikê wî. Jê re berdilkek û
șalek kirîn û berstûkek spî jî danîn
ser. Serê sibê çenteyê wî li milê wî
kirin û wî xistin rêya dibistanê.
Memo wek hemû zarokên din hinek bi tirs,
hinek jî bi kêf û merak kete ser rêya
dibistanê. Dema ku Memo gîhişt nêzîkî
dibistanê û li ber deriyê hewșa
dibistanê sekinî û li der dora xwe û
zarokên li hewșa dibistanê temașe dikir.
Pê re jî xwe hêdî hêdî û nerm ber bi
dibistanê ve dimeşiya û ew rewt, yan jî
stûna di nîvê hewşa dibistanê de, ku her
dem bala wî dikişiya ser, bi taybetî di
betlana û havînê de, û ew ala sor û heyv
û stêrk di nîvî de, ew ala ku ji tîrêjê
rojê û bi bayê havînê re qetiyabû û tîj
tîjî bûbû, lê peykerekî reș yê li hewșa
dibistanê, yê ku her cara ku Memo nêzîkî
dibistanê dibû ji tirsa vî mînak mirovê
ser reş û rûreş, dûrî dibistanê dimeşiya
û ew wek xwediyê dibistanê didît, ew
peykerê ku çivîkan bi ser de zelq
kiribûn û her weha toz û gemarê lê
danîbû, vî peykerê reș yê ku wek reşikê
şevê û giyanbir di asoyên Memo diafiran
û tirs û saweke sar bi ser wî ve
digurand. Û Memo bi gurziyên laş û
tevizandina kakil re, bi balkêşî û guman
li derdorê xwe temaşe dikir. Ji nişka ve
fîrîn û fîqîna pipîka mamoste li hewşa
dibistanê belav bû û hemû zarok bi lez û
bezîn ber bi Mamoste ve xindirîn. Her
weha ger bêdil be jî, Memê jî dabû pey
wan.
Mamoste diaxifî, lê Memo qet tiștekî jê
fêm nedikir. Zarokan berê xwe dabûn
hundurê avahiya dibistanê û Memo jî bi
wan ra diçû zikê dibistanê. Di zikê
dibistanê de, ango di nava wanexanê de
pênc rêz mase û kursî rêzkiribûn.
Mamoste hemû zarokan li gor beș û pola
belav kiribûn. Ji ber ku zarok navên xwe
yê nû, ango navê bi tirkî nizanîbûn, li
şûna nav û paşnav, zarok bi hejmar û
reqem dihatine bi nav kirin. Hejmara
zarokê pola pêncemîn, çaremîn, sêyemîn û
duyemîn hate xwendin. Û dor dihate
zarokên nûhatî,ango beșa yekemîn, gava
navên wan dihate xwendin wan navê xwe
nas nedikirin, ji ber ku navên wan
hemûyan hatibû guhertin û navên tirkî li
wan kiribûn. Eger navê yekî Evdo bûya
navê wî bûbû Abdullah, ger Îbo bû, bûbû
Îbrahim, yê navê wî Silo bû, navê wî
bûbû Suleyman. Yê navê wî Xişo bû,bûbû
Hişman, yanjî Bêco, bûbû Beycan, Bûbê,
dibû Bûbû, yan jî naveki din, yên xwe
nas bikira kêm bûn. Bi ser vê yekê ve,
vêca, dor hatibû pașnavan, û ser de
paşnav dihatin xwendin, zarokên ku hê
navê xwe nas nekiribûn, pêwîst bû
paşnavê xwe jî bizanibûna. Navê Memo jî
kiribûn Mehmet û paşnavê wî jî Horoz.
Gava navê wî hate xwendin û digotin:
Mehmet Horoz!.
Di heman kêliyê de çav û hişê Memo bi
dîmenê M.Kemal yê çavşîn û girs re
mijûlbûn, li ciyê xwe ku rûniştibû û li
dîmenê M.Kemal temaşe dikir. Memo ji
çavên yê şîn û awirên wî yên li ser wî
di tirsiya, gava ku hevalên wî gazî wî
kirin, Memo weka ku ji xewê șiyar bibe
ji cihê xwe veciniqî û helçeniya.
Mamoste got: ev çawa dîk e! (Horoz) û
dikeniya. Zarokên din yê ku bi tirkî
têdigihiştin jî, li gel mamoste
dikeniyan. Haya Memo ji wan tunebû, ji
ber ku wî qet bi zimanê tirkî nizanîbû û
ji wan fam nedikir. Her weha nizanîbû ku
ew li ser wî dipeyvin. Di nava dibistanê
de ji bilî zimanê tirkî axaftin qedexe
bû.
Ji ber ku navê zarokan li gor navê
îslamî û tirkî hatibûn guherandin, hinek
navê eceb û sosret derketibûn holê.
Paşnavê hinek zarokan bûbû qaz, werdek,
dîk, masî, hinek jî çêlek, tirşik, qijik
yan jî zerzûr. Karmendê dewleta tirk li
gor dilê xwe navê kurdan guherandibûn û
bi vê yekê re navek li navê zarokan zêde
bûbû. Dema ku kurd hêdî hêdî fêrî tirkî
dibûn, nûka bi hêsanî dihate ditîn ku ew
pașnav hemû jî wek pêkenokan in. Mamoste
bixwe wextê navê wan digot tinaziyên xwe
bi wan dikir.
Mamoste li zarokên ku nû hatibûn hejmarê
nû belav dikir. Hejmara Memo jî bûbû
pêncî û dûdo. Mamoste darek, ango çoyê
lêxistinê kiribû destê xwe û di nava
zarokan û polxanê de diçû û dihat. Dema
ku hatibû ba Memo sekinî, darê xwe di
serê wî dida û diaxîfî. Memo ji tirs û
fediyê nizanibû ka wê xwe bike kuderê.
Dema axaftinê derbas bûbû, mamoste vêca
li dest por û serê zarokan dinihêrt. Ji
tengezariyê dev û diranê Memo zûwa bûbûn
û di ciye xwe de hişk sekinîbû.
Piştî ew axaftina xerîb ya ku Memo
gotinek jî jê fam nekiribû, zarokan
derxistin hewșa dibistanê û wan li ber
deriyê polxanê li ber sing û stûnê alaya
tirk kirin rêz. Zarokên mezin yê ku bi
bejna xwe dirêj bûn li pêşiyê û yên bejn
kin û yên piçûk li pașhev rêz kirin.
Mamoste Mamo yê ku navê wî bûbû Mahmut
derxist pêș ku șanî zarokên din
bide, ka mirov wê çewa bi rê de here û
çawa gavên xwe weke leșkeran biavêje û
çewa bikeve rewşa "hazir ol"ango
amadebin, dest û lingên xwe bide ber
hev, serê xwe bilind bike û bêlebat û
sar, û wûsa bisekine. Gava ku mamoste
bêje "Rahat ol " arambin, divê hemû
zarok destê xwe bidin pișt xwe û lingê
xwe ji hev vekin û wûsa bisekinin.
Pêwîst bû Mamo bi navê nû Mahmut çi
bikira zarokên din jî weke wî bikirana.
Eger Mahmut bigota hazir ol, divê hemû
zarok biketina hazirolê û wek senema li
ciyê xwe bisekiniyana. Mamoste bi darê
di destê xwe de, di bin çavan re li
zarokan temașe dikir û gav û sekinên wan
dibin çavan re dîsa derbas dikir, ger ku
yekî ji wan gaveke çewt bavêta, xwedê ji
wî zarokî distend, mamoste bi wî darî
dihate zarokan û li destê wan dixist.
Wexta ku li zarokekî bixista, zarokên
din newêribûn lê biziviriyana jî, ji ber
ku kî lê biziviriya li wan jî dixist. Ji
ber wê yekê dema ku mamoste bi darê xwe
nezikî kîjan zarok dibû, ew zarok mîna
ku ezraîl hatibe ba wî, ditirsiya.
Hemû zarok di rewşa amadê debûn, mamoste
zarokek șand ku ala tirk ya ku bi
histûnê dirêj ve giradayî bû veke û
berde erdê. Zarok zûka pêlava xwe
derxist û bi stûnê ve hilperikî û benê
alê vekir û berda erdê. Zarok benê aleya
tirk di dest da li ber histûnê drêj
sekinî. Kêliya mamoste got; yek, do, sê,
wî alê hêdî hêdî ber bi erdê ve
dikişand, û hemû zarok bi hev re sirûda
tirk,ya bi navê îstiklal marșî bi hev re
digotin. Mamoste bi darê di destê xwe
de, weka șefê orkestrayê radikir û
datanî, zaroka tu wate nedidan vê liv û
hereketên wî û ev livak bi wan komîk
dihat. Memo bê hemdê xwe pê keniya lê
belê ev kenê Memo ji ber çavên mamoste
nereviyabû. Mamoste hat ba Memo û dar li
nîvê serê wî ve danî. Piștî ku al hat
danîn û li hev pêçandin, dor hat ser
lêdana zarokê din, yê ku di dema
xwendina îstiklal marși de xwe
lebitandibûn. Mamoste got, divê tu kes
di dema xwendina îstiklal marși de xwe
nelivîne û xwe tev nede û di rewşa
amadebûnê de be heta dawiya xwendina
îstiklal marși.
Piștî ku al hate danîn û lihevpêçandin
ji bo Memo jî roja yekem ya dibistanê bi
dawî bûbû. Gava ku Memo berê xwe da rêça
malê, weke ku ev ji mirinê filitîbe
bikêf û şabû. Lê belê vê kêfa Memo pir
ne domand, çend ku hevalên wî jê re
gotin, Mamoste gotiye divê Memo porê xwe
jêke, serê xwe biqûsîne. Ew qet li
xeşiya Memo neçû û kêfa wî dîsa têk
çûbû. Dema ku Memo hat malê bî dayika
xwe re xeber neda, ew ji dayika xwe
xeyidîbû, ji ber ku wî șandibûn
dibistanê, lewra wî wê rojê qet nexwar û
ne jî vexwar.
Berê êvarê Memo û dayika wî Sêvê çûn ba
cîranê wan yê bi navê Nemir ku Memo jê
re digot Mam Nemir ji bona ku porê Memo
biqusîne. Lê wê êvarê mam Nemir ne li
mal bû û porê Memo nehat qusandin. Roja
din serê sibê Memo dereng hatibû
dibistanê, dema ku Memo hat hemû zarok
di dersxaneyê de rûniştibûn jî. Dema
Memo ket hundir mamoste lê nêrî û bi
tirkî axifî, Memo jê fam nedikir, lê
texmîn dikir ku çi dibêje, ango ev cara
yekem e tu dereng mayî, lê ger ev dubare
bibe hingê ez zanim ez bi te çi dikim.
Nasnameya Romanê:
Bend * Newaf Mîro
© Newaf Mîro & Han-Grafik
Ji Weşanên Han Çapa 1.
Berlîn/11.11.-2011
Weşanên Han - 88
Roman - 31
Edîtor: Zeynel Abidîn Han
Berg Design: Gazîn Onur Han
Çap û Girêdan:
HAN-GRAFIK Verlag & Werbeagentur
Cranachstr. 62 12157 Berlîn
Tel.: 00 49 (0) 30 47987052
Fax: 00 49 (0) 30 47987054
www.evra-kitap.com
han-grafik@hotmail.de
ISBN: 978-3-942735-32-2
|