|
Dinîvîsînim, çend peyvên weşiyayî, mîna weşîna
rundikên payîzê, bi dengekî xemgîn, ji tirsa
weşîna ser warê jibîrkirin û mirinê, peyvên têne
bi dawîkirin, di dawiya şevê de, serê
barbangêde, bi dengê fîxanê çukan, û hilma
belgeyên dara guzê, gava diweşin rundikên
payîzê, ji boy peyva dawiyê bibêjim, ji te re
behsa bêrîkirina welatekî aram û aşiîtıyane
bikim, welatekî hîna bêriya hilma zarokên xwe
dike û ji rengê keskesoran têr nebuye, behsa wan
birînan bikim û derman bibe golên xwînê, tû jî
nebe mêvan, mêvanekî dereng ser lêvan xew bike,
ey kenê sipî her rêvingê rêkên dur û dirêj be,
dara guzê xemgîn e û biqasî digrî dikene, tû jî
mîna pelên wê kesk bikene û sor bike keziyên
zeriya, mîna qurmê wê comerd be, jibîr meke ger
tû welat ê evînê berde û pişta xwe bidî dar,
avê, çiya, axê, çukan, û pirpirîkan wê gavê wê
hemu kêliyên biharê vemirin û hinase nema serî
rabikin ji bo azadiyê, ey kenê sipî tuyî sitrana
xweşiya welatê mine, sitrana dara guzê, sitrana
dermankirina dilê axê û rumeta çiya , tenê kenek
heye, kenê welat ê min e...
Bêriya
sipîbuna te dikim
Kêleka keviyên bi êşan şuştî
Mîna belgeyên dara guzê kesk
Tiblên sor ji xwîna xewnên veciniqî
Mîna wan salên, bi lîstikên çavgirtinkê
Dadiqurtan peyvên di gewriyê de şewitî
Bayeke, ji bakur tê
Dibe ku agireke, agirekî sînema Amud ê ye
Şerm dike stran ji tenahiya xwe
Tenahiya dara guzê strana kenê me radixîne
Şevên me kilê reş bi xwe dadike
Mitêlên sipî rengê xwe avêtine çolan
Strana ez û welatek î, ji tama te xweştir
Êrîşî bihara bîranînên me dike
Di her kenekî de agirê Amud a bavê Mihemed tîne
xeyalan
Ey ken ê kesk, ma sipî buna te ji agirê xedar
pekî ye?
An jî agir xwe ji sipî buna te stirandiye ?
Tu dereng geş dibî, dereng kesk dibî
Dişewitim...
Bin ax dibim...
Diqefilim nav agir de..
Derengmayîna te, bawî dike wêneyên gundê me
Şuna avê xwînê diherikîne
Dara guzê, êdî nema ji agirê sînema bajarê me
hes dike
Bêriya gulê Qamişloka evînê dike
Guharên darê peyîzê, ji veqetîn û rêwîtiyên bê
dawî kerixiye
Bendewarê barîna barana te me
Kengî kesk bike keziyên dara guzê
Dara guzê benda derketina Roj ê ye li paş çiyan
bo vegere roj a jidayik bunê
Roja lîstokên me man bi tenê
û bukên heriyê şuna pên me man
Dereng bêriya te dikim
Hîna zarokên welat ê min, li te digerin
Tenê di xewnan de bi te şad dibin
û serê seharê vedigerin nav bayê sar
De were û mizgîniya dawiyê bîne,
Êdî dara guzê bêriya keskahiya xwe kiriye
dereng nemîne zu were
Bila em di deryayên te de, melevaniyê bikin
Dizanim firok hatina te dereng dike
Napalim dengê te dur dike
Tang û top lêvan zuha dike
Dereng neyê welat ê min
Dayika min jî bêriya te dike
Zu were, dur nekeve, bîne aşîtiyê
Ger tu dereng werî, va ez heme
Nêrgiz îsmayil
|