|
Pexşan
Hîna ji
biçûkaniya dilê
xwe ve, gava
hemû xewn
diketin gera
azadiyê, dema
çavên me sînor
nasnedikirin… ne
xet û xetxetok,
ne jî jor û jêr,
ne gund û bajar,
ne serxet û
binxet… Gava
tenê li nava
bûkên ji heriyê
xewnên me
dikeniyan, bîra
rojên sar û
seqem ne dibirin.
bûkên ji heriyê,
kenê me geş
dikirin …te
digot belkî
cîhan tenê ya
dilên xwediyê
hastên mezin e..
lewra di
meznahiya çavên
me de, ew bûkên
heriyê, wekî
xewnan diman,
xew kirî nav
bîrhatinên me.
hinekan ji bûkên
xwe yên heryê
şerm kirin, û
hinekan, li nav
wê heriya sorî
mistandî, bi
tiliyên nazik,
axa dilên xwe,
pê mistandin..
kirin heriyek pê
xewnên xwe yê
azad xemilandin.
bûkên heriyê,
wekî me, bi tirs
bûn, gava paş
sînor çavên me
li potînê
laşgerê tirkan
diketin. wan
potînan digotin:
ev der, ne warê
heriya azad e.
têl hene… me
binxet û serxet
çêkiriye. lê
belê, dengê
kenên me, hîna
azad bû …xema wê
ew bû ku bûka me
xera nebe. gava
vedigeriyam malê…bin
mitêla xwe, di
wê quncika
xizaniyê de, …bêhna
papora dayika
min, çavên min
li solên me yên
qetyayî dixist.
ji xwe qetyayî
bûn. dayika min
jî, bi kêra
germ, soleke dî
diqetand, û ya
dî, pê pîne
dikir… Gelo
rengê sola min
sor bû? kesk bû?
gelo zer bû?...
Hîna nizanim. lê
vê dizanim,
xizaniyê rengên
wê, ji
zarokatiyê de …
kesk, sor û zer
kiribû. hîna dil
biçûk bûm, solê
gotibû: tu
keçeke kurd î…
Ji rengê kesk û
soran hatiye
cîhanê.
Erê solên me
pînekirî bûn,
lewra hestên me
pîne nas
nedikirin. ….ew
têlên bêbext,
nedibûn kelem,
gava em li nav
bexçên pîvazan,
qîrên me yên
azad, dilên
biçûk ên
Nisêbînê û yên
Qamişlo, digihan
hev. ne tenê
Qamişlo dibû
bajarê evînê …
ew û Nisêbînê
semaya evînê
digerandin. Êvar
dihat, her çavên
min, paş têlan
bû …seyr bû. ger
min têl li dilê
xwe yê biçûk
bipêça … dilê
min ê mîna hespa
kihêl, hefsar
nedipejirand, ne
jî têlên
riziyayî …
Her çiqas
agirekî tirsê di
hestên me de,
xwe dikeland ..
agirê ku zarokan
qêrîna xwe
gihandin heft
qatên esmanan, û
tu kesek neçû bi
hewara wan ve,
ew agirê sînema
Amûdê bû…lê belê
agireke din hebû,
bêhna buharê
tanî… bêhna
hezkirin û
aramiyê tanî. di
şevekê de, bi
agir re, bajarê
evînê û Nisêbînê
dikire yek … ew
jî agirê newrozê
bû. Newroz, bûka
me ya heriyê
dikire rastî ..
pêlî hemû têlik
mêlikan dikir…
19/3/2008
|