|

sala 1977an,
dayikeke kurd
zarokekê têne.
Ev zarok dibe
ciwan, dilê wî
dibeje azadiyê,
kurdistan ji xwe
re dike bûk, û
li pey dikve.
Sala 1991ê tevlî
refên şoregeran
dibe. Sala
1995an, tifingê
davêje milê xwe,
û li çiya û
newalên kurdisan
li evîna xwe
digere. Hîna ji
azadiyê û ji
evîna xwe têr
nebû, di
pevçûneke
leşkerî bêbext
de, sala 2005an
birîndar dibe û
ronahiya çavên
xwe wenda dike.
Ev kes, niha
helbestê bi
zimanê dayikê ji
xwe re û ji me
re dinivîse. Ev
kes, Metîn
Zindan (Efrîn)
e. Werin em hin
ji çîrok û
helbestên wî
binasin.
nivîs
çi demê bi we re
li pêş ket,
bitaybet
heskirina pênûsê
?
Nivîs
perçekî mirova
ye, bi taybetî
gava ku mırov li
çiyan be, di nav
tekoşînê debe,
him ew rengên
xwezayê, êş û
azarên ku
tekoşîn bi xwe
re tînin dihêle
ku mirov
pêwîstiyên xwe
bi dostên xwe
yên herî nêzîk
bibîne, ew jî
pênûse. ji ber
ku di temenekî
biçûk de tevlî
tekoşîna azadiya
gelê kurdistanê
bûm. ji ber
wê, ew demê zor
û zehmetî hebûn.
yanî heta salên
2002 an jî, ji
ber ku di xeten
pêşî de li
bakurê
kurdistanê bûm,
ew derfetên ku
zêde mirov
bikaribe hestên
xwe bîne ser
ziman, û roj bi
roj, êş û azaran
ve, li gel tevî
wenda kirina
hevalan, him bi
şev him bi roj
..li
hemberî
îzraîl, û bi
îzraîl re jiyan
kirin, him jî
şerkirin, yanî
bibû weke
dijberekî
xwezayî ji hev
qut nabe. ji ber
wê, di wê gavên
tenê de pênus
tenê dikare ew
xewin. xeyal,
hêvî û hesret bi
tev mirin, û
tirsê bi tev
têkilbûna tayên
evîna veşartî ya
mirovan, û
xwezayê û
hevaltî bighîne
hevdû û bi rengê
peyvan xwe
raxîne ser rûkê
rûpelan.
yanî hun didin
diyrkirin, hest
ji xwe de ligel
we li
pêşneketin, ew
ji nava xeyalên
zarokatî û
rastiya cewherê
pêvejoya jiyan
kirin a di nava
tekoşîna
rizgariya gelê
kurd de
lipêşket?
raste, hem ji
ber xewnên min
ên zarokatiyê,
ji bîra min
naçin. di
zarokatiya xwe
de, ez li ser
dengê hunermend
ciwan haco mezin
bûm. Bitaybetî,
herdû helbestên
wî (pêşmerge ne,
û Leyla qasim)
ewê hişte ku
şopeke mezin di
dil û mejiyê min
de bihêle. û
bitevlîbûna
tekoşîna kurd
re di sala 1990
de, û piştî
dîtina rastiya
jiyanê û dijmin
bi hev re, hişte
ku ew xewin û
xeyal in min bi
tev rastiya ku
heye, bibine
peyv û helbest,
û li ser xîtikên
rûpelan ku
sînoran nasnake,
bi azadî û dûr
ji qeydan, ji
lêvên pênûsa min
biherikin. Ya
herî girîng ewe
ku, hebûna rêber
APO li perçê
başurê rojava,
hêlişt
hişyariyeke
mezin u kûr di
nava civakê de
li pêş bikeve.
Tê bîra min di
wan salan de,
gava em bi
sitran û tilîl
diçûn palaya
pembo û nîskan,
ji bo me ev
hestê herî
giranbuhabûn, ji
xwedî derketina
li welat û doza
gelê kurd.
rastî ev hestên
watedarin ê ku
dema di nava
rastiya jiyanê
de têne cûtin..
li vir dixwazim
pirskim, wekî
tekoşerekî di
nava gerîla de,
te cihê xwe
girt, li gorî
we, çi cudahî di
navbera nîvîsê
gerîlayekî û yê
nivskarekî dî de
heye?
gava ku mirov
dibêje nîvîskar,
ew tê wateya ku
miroveke dikare
êş û azaran bi
tev hest û
xeyalên mirovan,
bi rengê peyvan
bîne ser ziman,
û karibe hestên
veşartî yê
mirovan, bi
rengên peyvan li
ser rûpelan
binîvîsîne. lê
bêguman, ferq û
cudahî eve,
dinavbera
nîvîskarekî û
gerîlayekê de.
nîvîskar her
çiqas binîvîse,
li gorî nerîna
min ew nikare
peyv û hestan bi
temamî bide, ji
ber ku ew tenê
bi hêza xeyalên
xwe dikare
hestan bike rêz
li ser rûpelan.
lê gerîlayek
hemû tişt, yanî
jiyan û mirinê,
rastî û
dûrûtiyê, û tama
birçîbûn û
têrbûnê, û bi
taybetî, rastiya
hevaltiyê, bi
tev hemû aliyên
hestan û peyvan
yan rastî hêvî,
xeyal û evîn ê
ku weke qurçîna
çavekî, yek car
tenê diçe û tê.
mînakê wê, ez jî
berî derbasî
çiyayê azad
bibim, min jî
dinîvîsand. lê
piştî bûm
gerîlayek, wê
gavê, min
rastiya wateya
peyvan hîskir.
bi rengekî
zelaltir, em her
kes ji hev re
dibêjin ( dostê
min anjî hevalê
min ) lê rastiya
hevaltiyê
veşartiye di
çend saniyên
dawî de ye, gava
ku hevalên te
din ava şer de
yek gotin tenê
dibêje û xatir
ji te dixwaze
(ax heval..) lê
tû li hemberî wê
rewşê girêdayî
dimîne. a di
vêderê de, sira
hêza peyv û
cûdahiya
dinavbera
gerîlayekî û
nîvıskarekî, di
vir de
veşartiye. ji
ber ku ê ew
tiştî jiyan
dike, ew tenê
dikare mafê peyv
û hestên wê demê
bide.
yanî li gorî te
wateya nîvîsê çi
demê pêk tê, ji
bo te bi
taybetî?
her nivîsek,
mirov nekare
bêje xwedî wate
û nirxe. Ji ber
ku nîvîs bi xwe,
rastiya xwe di
nava rastiyên ku
heyî de biziman
dike. yanî bi
rastiyên bûyer,
hest, jiyan û
nakokiyên ku
heyî, xwe bixwe
xwedî nirx û
wate dike. ez jî
vê yekê bingeh
digrim, û di
nava gerîla de
fêrbûm ku nîvîs
cewherê xwe ji
rastiyê digre.
yanî wekî ku
wêne tiştan û
mirovan nemir
dike, nivîs jî
di wê wateyê de
mirovan û hestan
zindî dihêle.
gelo tê bîra te
helbest anjî
nivîsa yekemîn
we nîvisand?
Metîn zindan
(afrîn): rast e,
hîna li bîra
mine. ew jî
helbest bû, di
sala 1996an de
min nîvisand. li
ser şehadeta
rêheval zîlan
bû. ez gelekî
bandor bûm bi
şehadeta wê, û
mîna keçekî kurd
qehremantîkî
wiha da
nîşandan, xwe
kire mîna
dîrokeke nû ji
bo jinên kurd û
yên cîhanê.
Zîlan
Zîlan destana
welatekî kevnare
Zîlan çîroka
welat ê roj ê ye
Zîlan
manîfestoya
zanyarê hemdem
Apo ye.
Lewra dibêjim
bila tu kes
nebêje zîlan
mirove.
Ji mirovan re
sucde nayê
kirin.
Ji xweda û
xudwendan tenê
re sucde tê
kirin.
Lwra ez dibêjim,
Zîlan dûwa dikim
sucde dikim û
tobe dikim.
Li ber agirê
bejna te.
Û dibêjim: min
mêraniya xwe
kuşt li ser
destê te.
Jibona ku tenê
ez bibim
şervanekî te
em te gelek spas
dikin. Rastî
dixwazim pirsekî
girîng bikim;
Kîja salê we
çavên xwe
wendakirin?
di sala 2005 an
de. di dawiya
meha Êlûnê de.
Li çiyayê Cûdî.
li cihê herî
watedar, di
navbera sefîna
nebî Nûh, û gora
lawkê xerîb.
rastî, çîrok
lawkê xerîb hun
dizanin ?
raste …. Rastî
tucaran Cûdiyê
miradan ji xewin
û xeyalên min tu
caran dernakeve.
bi vê mebestê jî
her cihekî Cûdî,
xwedî evsaneyên
pir watedarin.
tejî hest, êş û
azar, qehremanî
û evîne. yek ji
wan jî, çîroka
lawkê xerîb e.
Dibêjin: lawikek
xerîb, ji bo
dîtina sefîna
pêxember Nûh,
heft salan
dikeve rê û
dimeşe. piştî
heft salan dighê
cihekî nêzî
gemiyê. li
wêderê, şeytan
bi rengê mirovan
tê ba lawikê
xerîb û jê
dipirse: lawikê
xerîb, tû li
vanderan çi
dike?. lawikê
xerîb wiha
bersiv dide:
-
ez hatime gemiya
pêxember nuh
bibînim, û
miradê dilê xwe
li Cûdî
pêkbînim.
wê gavê şeytan
dikene û dibêje:
-
tû heft salê dî
bimeşe, tu
naghêje gemiya
pêxember Nûh.
di wê demêde
lawikê xerîb ji
qehra dilê xwe,
radweste û bi
mirada xwe şad
nabe. û di
rastiya wê de
cihê gemiya
pêxember Nûh û
lawikê xerîb de,
bi meşa piyan
pênc deqe, bu li
beramberî heve.
jibo vêjî her
salê di demên
buharê de, tenê
gulek sor li wî
cihê herêmê, li
ser gora lawikê
xerîb, serê xwe
hildide.
rastî, axa me
tije evsaneyên
biwatene, belê
me got jibo
buyera
birîndariyê,
hestekî çawa
ligel we afirand
û di hêlê
himbêzkirina
helbestê de hîna
bêtir çawa
kûrkir?
di nava tekoşînê
de, gelek caran,
mirov bi mirinê
re rûbirû
dimîne. lê tiştê
herî bi êş ewe,
ku mirov hevalên
xwe wenda bike.
û girêdayî vê
yekê, perçak ji
canê xwe di vê
riyêde bide.
gava ku mirov
perçakî wenda
dike, di gava
yekemîn de, û
heya dumahiya
temenê xwe bi vê
rastiyê re jiyan
dike, û di eynî
wextê de, li
hemberî vê
rastiyê tekoşîn
dide. ji ber ku
wendakirna
perçak ji can
dihêle ku gelek
xwezî û daxwaz
di dil û hizrê
mirovan de
bimîne. belê bi
wendakirina çavê
xwe, gelek
birînên cuda di
hundirê min de
geşkirin. dibe
ku her kes
dizane tarîtî çi
ye. lê ez
bawerim di
tarîbûna çavan
de, gera li
ronahiyê, bi tev
fêmkirina
rastiya
tarîbûnê, her
kes nekare
dijwariya wateya
wê bizanibe. ji
ber ku ew
tarîbûn di
hundirê min de,
her tim
werdigere
ronahiyeke bê
dawî. her hemû
bîranîn, bûyer,
jiyan hest, hêvî
û hesret bi tev
daxwaziyên ku
nêvcûmayî, dibe
weke. hêzekê ku
ji tarîbunê
vejîneke di
hestan de bi
rengê helbest ji
lêvên pênusê
ramûsanekî ji
xeyalên min î
veşartî, bê ku
ti sînorên tirsê
nasbike û bi
serbilindî
bistîne ….ez tu
caran nikarim
wan hevalin xwe
ên xweşik
jibîrbikim
…nekarim wan
kêliyên dijwar
yên ku me hev
hibêzkir û ew bu
himbêza dawiyê
….hîna di nava
xeyalên xwe yê
zêrîn de, bejna
Cûdî vedişêrim.
û hîna wî gihayê
şîn radixînim
ser bîna xwe …ez
nikarim bibêjim:
ez mirovekî
korim. na …na
…ji ber di nava
awirê dawî yê
çavên xwe, min
kurdistanek
xweşik pêça. min
mirovên herî
binirx û hêja
vehewandin …ne
tenê hîna ew
buhuşta gul û
kulîlkên rengîn
yên tu çavan ew
nedîtine di
hêsirên çavên
min de mane …ji
ber vê, ez
mirovekî
bextewerim û
bişensim.
rastiya ku tu
carî min bê hêvî
nahêle, ew jî,
perçak ji canên
xwe min da doza
gelê xwe min
wendakir. û ev
gel hêjaye mirov
her tiştî diyarî
wî bike .. lê
bêguman min
dixwest di nava
awirên rastiyê
de bighêm gelek
xeyalên xweşik û
bibînim çawa
zarok dikenin û
dayik dilşadin
…ez dizanim va
nabînim lewra bi
dilê xwe dibînim
û hîs dikim …ji
ber vê yekê
helbest çavên
min e …ger nema
helbestê
binîvîsînim, ew
dem ez xwe ji
koran hesab
dikim …û her
rûndikek ji
çavên min wateya
helbestên minin…
her wiha
dixwazim van
herdu helbestên
xwe diyarî hemû
mirovan bikim
…ew jî mîna
diyariya kenekî
çavê min e ….
DİÇİM
Li min nepirs
e.. diçim
Loma neke ji
Bêdengiya
rondikên çavan.
Ji destên ku ji
sira tenêtîyê
Di hembêza min
de
Xwe li hev
pêçayî.
Ez diçim...
Dujeha qutbûnê.
Zengilên
xatirxwestinê
lêdix e.
Xatireke bê
veger.
Hey gidî
Bêje we çendîn
çîya...
Newal û deşt
derbaskirin?.
Tenê ji bo
gotina hevla
Çima wiha bêhêz
û dilerizin
ling?.
Hey gidî
Ne kujerê felekê
me.
Ne jî
qehremanekî
binav û deng im.
Tu çarî
lihemberî
qederê, min serî
netewand
Lê îro dil
şikestî...
Situxwar...
birêdikev im
ber bi dûrîyê
Vaye ez diçim.
Li şûn min dimîn
e germahîya
hestan...
Xeyal sêwî dimîn
in.
Hêvî penaber
dibin.
Bîranîn di
goristana dil de
tên warandin.
Belê vaye ez
diçim...
Her tişt bi
hesreta we dimîn
e
û evdalên hizir
tenê...
Belê, tenê ji
durûtiya rastîyê
rihmê dixwazin.
Ez diçim...
Çûyîneke bêveger
Di xweşyê de
bimîne welatê
min.
Di xweşyê de
bimînin hevalno
Bixatirê we
bîranîn û
xeyalên min
Hêvî û hestên
min hizir û
ramanên min vaye
ez diçim.
Ma gulleya dawî
ji tere mabû
Ku tu li vî dilê
min î hejar
bixînî
Hey deşta Mûsila
bêbext?.
Vaye li pêşya te
me.
Bila dilê te
neşewite bi
rondikên çavên
min
ê ku li ser axa
rihmetê rijiyane
Hey bênamûsa
deşta Mûsilê.
De lêxe û poşman
nebe.
Ji xwe çi maye
ku jê bitrsim.
De lêxe...
Êdî bese kul
keder û jan.
Binêrin vaye ez
diçim.
Bixatirê we
hevalno vaye ez
diçim.
HATİN
Tu dihatî bi
qolincên zayîna
rojê re
Weke xûnava ku
şildike xeyalên
çelmisî.
Weke rihê ku di
canê ku ji ber
bahozên jiyanê
tavizî
Te germ dikir
hest.
Lê ji te dûrim.
Tu dihatî weke
heyva ku
diqetand zicîrên
tenagiyê û
bêdengiya hizir
ê.
Weke tavîya
biharê ku şad
dike rûyê erdê.
Weke mûma ku
ronî bike tarîya
çavên min.
Lê ez ji te
dûrim.
Tu dihatî weke
girava ku gemîya
bîranînên min
lêdigere.
Weke veciniqîna
hizir ji xewnên
durîtiya sar
Lê ez ji te
dûrim.
Ji te dûrim bi
dûriya sitêrkan
ji erdê ve
Bi dûriya mirin
ji jîyanê ve
Bi dûriya rastî
ji xewnê ve
Belê ji te
dûrim.
Weke Donkîşot
şer dikim
Li hemberî aşên
dûrbûnê.
Weke xûltê kor
dikolim zikê
erda tenêtiyê.
Weke kêvroşka ku
direve
Ji ber tajîyên
xema.
Ji te dûrim.
Lê hertim dil li
ba te ye ...
heval
Rastî, em
dixwazin xeyalê
te ên herî hêja
man di dilê te
de, û tu dixwaze
pêk bîne, çine?
min pir xeyal
dikir ku rojekê
rêber APO bi tev
hemû hevalên yên
dîlgirtî, yek û
yek himbêz
bikim. lê her
çiqas pêk nehat
jî, û her çiqas
bi çavên xwe
nebînim, lê di
xeyalên min de
ev wêneyekî, her
dem zindiye. wê
pêk were, û em
hemû bi hev re
li çiyayên azad,
bi hev re
bigerin. û li
ber tenûra
dayika pîr a ku
nanên hêviyê
dipêje, bi hevre
rûnên. tev bi
qetek nan û
tasek dew
çîrokan û
bîranînên vî
welatî ji hev re
bêjin.
....................................
Wargeha Mexmûra
ya penaberan
|