Kurdî

klasîk

Kewistan

Dengvedan

Pexşan

Antolojî

Rexne

 Werger

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 


Pêjna
Baranê


Hevgirtin

Pirtûk &
Xwendin


Urkêş


Şevçira


Kurmancî


Kurdart



Êzîdxane



بعض نافذة

كردستان
 عربياً

القوس
الثالث

Dibistan
A-Z

Qehwa sibehê
 
 
عربي
 Deutsch
 English Redaktion  

 

H.R.R.K    West Kurdistan Intellectuals Union

23 April 2008 04:12

     

Bîskên dijwar

Ji bo bîranîna Şehîd .Xelîl Uysal

 

Nêrgiz Ismayîl


Evîndarek ji agir
Ji te re , ji van bîskên dijwar re , ez û tenahiya vê fanosê, hevala şevê min î bê dawî , bîskên giran in ,
Ewqas dil zarok , lê diljikestî vedigerim rêwîtiya şevê, tenê dikarim kelax û termê peyva bixirikînim nav gorin xemgîniya xwe ,rastî , her rût dimîne mîna tal bûna xwe, rastî , her xweş dimîne mîna dil ê xwe, Rastî nekare cawê rûkê xwe biguherîn e ..ne demsaleke hemû demsale, tevahiya rengê xwe diherkîne, pênûsa min jî pişt jikestî giryê xwe dadiwşîne bi ser rûpelên rastiyê de û pyvên bicilik rip û rût dike ,çawa mirov bê şerim dikare li xweşikiyan mêz bikî ,wiha jî rastî berê mirov dide xwe , her çiqas wêneyeke bi girî be, cangoriyê hemû xewnên bedew bendewarê dergehê ronahiyê ne, qet , ji keserê herikîna xwînê em ne tirsyan e,em tirsîn ji ejdeharên çav sor dilên me bixwin,û nehêlin em dengê xwe bibhîzin,tenê em dikarin dilê xwe bixun,û ji rehên xwîn ê azadiyê bafrînin laşê xwe ,hêviyên me ji axa hesinî ne, xemên me jî dilnişînin, siyên me xeyîdî vedigerin ser textê xewê piştî westana xatirxwestina hêjayên bê mirin,qasî berjengî û sipehî bûna te vêdixim çirayê riya te, dîsa li te digerim, bin dara gûzê, kêleka kaniya biyê, ji destê te bîn dikim bîna pûngê, gava wekî min şervan, gava hozan, gava neqişvan, gava dibû agir û tîna agirekî aram dida çiyayên bûz girtî,xwe li berfekî qerisî dipêça, diheland zivistana çend êşên sar,paş de dihişt aşût ê toza zer.
Îşev te anî bîra min ş.wesfî,ew helbesta ji agir bû ,ew jî mîna te bedew bû…
Bedew jiya û bedew çû oxirê …
Em li kêleka ava şîn bûn, rûniştin piştî westana riyek dirêj, zûxurk û kevrê kevyê avaşîn renga rengin yê nedîtibin nekare rengê wa bawer bike bê ji kîjan bûhiştê pekiya ne nava vê avê ,gelo ev zarok ê kîjan ava dayikin? ger kevrê wê wiha ne ma masiyê wê çi rengin, wekî çawa masiyê wê têne xwarin dilê mirov dibje xwarina kevrê wê jî, tenê mirov bê çare dimîne wa têxe nav giyana xwe de, seyr bû ji boy min gava min temaşeyî wa herdû rengê avê ê dijber û çawa bihev re dimeşin, dû laşê ji hev cûda, dû rengê li hev nakin û bi hev re dimeşin, dû navê cûda Avaşîn û Basya, lê cêwîkê daykekê ne, seyr bû, lewra hest ê min têr nedibû ji temaşekirinê û hildiperikîm nîvisandinê, ma helbest wisa hêsanî dej min berde? û ez di nava buhşteke rastiyê deme, carna ramanê hiş ê min nedigha bersivê pirsan bide ,tama masiyê wê, tama axê bû? Tama avê bû? tama jiyanê bû? hema hemû tam ê xweş î jiyanê bû, lê hîna xweşbûn gava hozan wesfî bi destê xwe ser koza sor dikir, yek yek dida hevala paşî yê herî dawî wî dixwar, eger ne xweşbana jî, hevaltiya heval wesfî tama jiyanê pê dadikir, zimanê mirov hilû dikir û qirik nerim dikir, hest ê xweşya hemû demsalan dibû tamek û demsalek tenê….
Erê, gula di dijwariya bahozan de bû gul, bû hunermend, te ew tamê ku nema tên vegerandin anî bîra min, esmanê vê şevê bi ser min de weşand ..
Lênûsekî rûpel qetyayî di destê wî debû …
Ez jî di nava xewin û xeyalên Avaşîn debûm ..
- girnijî û ji min re got :
Ma kirasê ji agir yê ku, min li xwe kiriye û xwe pê şewitandiye ,te jî li xwe kiriye?
Xuyaye tû jî ,ji şewtandinê hes dikî?
Matmayî mam û çi bersivê bidê me ..min nezanî bû ..
Gotina min di qirika min de hişt û axavtinê xwe berdewam kir..
- berî mirov bişewite mirov pêwîstiyê xwe bi germahiya wê dibîne, lê paşî êşa wê şewatê girane, di nava tirsê de mirov tirsa xwe dikuje, vêca tû wê dişewitîne û ew te dişewitîne, ji herdwa yek bi ser nakeve ez û wê bihevre biser dikevin, ji ber heskirin û êşên me dibne yek û em bi hev re biser dikevin, eger yek tenê biserkeve ew dem veqetîn meydanê dixwîne,di wê kêlîkê de, ez nema dimînim ez, û ew jî nema dimîne ew…
Meydan tenê ji agirekî bê wate re dimîne, gava vedimre, xweliya wê bi xwe jî, ba li ber xwe nabe …
Ji nişkave nava bayê buharê de ez qefilîm, geh jî agir bi min diket û tênedighiştim, ev peyv wê min bi kûderê de bibin, geh avekê sar bi hestê min dadike, geh jî dinav beroşekê avek kelandî min dikelîne…
Agir çi ye? çima agir hate bîra wî?çima ewqas bi keser ji min re dibêje? bila ezê, min devê xwe tijî gotin kir ji bo bipirsim,zû li min zîvirî û got :
- lê jibîr neke hestê azadî wisa ne ,ger tû ne şewşte tû naghêje xweşya wê …
êdî sebra min nema , gotin û peyvê min tevlî hev kirin ….
- Ma gelo tû behsa kîjan agirî dikî?
Girnijî, û rêzkirin peyvê xwe….
- sebra te kurte , mîna sebra zaroka ye ..
sebra zaroka ta çavê wa ye, jê û şûn de digrîn ..
ez behsa helbestê dikim..wisa ye agirekî bi şewate ..
carna te di nava eşqê de serxweş dike, carnajî di nava agir de te azad dike.. lê ew agir tenê çol ê dil ê min î gerim hênik dike.. û zivistanê sar gerim dike …
çavên min mat bûna xwe wenda kir û ez jî pey de çûm
- nekarim dej helbestê berdim ..ew ezim û ez jî ewim..
Hêlîna xew di dil ê min de çêkiriye.. her çiqas agir be jî, ez ji wî agirî hes dikim..
Bi dengê bilind keniya û kulmeke kevirk ê avaşîn xiste destê xwe.. dinava ken ê wî de hîna peyv şêrîn dipekîn…
- de ka bêje te çi nîvisandiye?
bê ku haş xwe hebim ..min kulmeke av xiste destê xwe û bi eşq min got :
- li ser gor ê pepûla..
naxwazim gava xatirê xwe ji jiyanê dixwazin gêrik werin canê wa ji xwe re bibin…bila têkevin himbêza axê …
hîna bi kenekî deng bilind ..serî rakir û keniya ..
rûkê min sor û mor bû ..li ber xwe ketim ..ma min tiştekî şaş got…?
hevalê wesfî ma tû kenê xwe bi min dikî ?
hema ji nişka ve rawestiya… êdî peyv ji devê wî lib lib derdiketin…
- bawerke henekê xwe bi te nakim ..xwediya xeyalên xweşik ..lewra kenê xwe bi wan dijminan dikim yên ku ..pey kuştina me ne…û em jî pey azadiya pepûleya ketin e ..nakokiyakî seyre …
de bila tû xweşik bimînî mîna rengê kevrê avaşîn …
gava helbest di dilê mirov de bimre wê demê jiyan jî dimre ..
em rabûn ser xwe û rûniştin me av bi axê dakir û bi xwe dakir… mîna îro bû.. ne doh bû.. rastiyek bû û her li nûbûna xwe digre..
min te dît, peyveke nav zorahiyê şîn tê, bi êşan re weşik bû, her rêwiyê riyên dûr û zehmet bû, hevalê rojê bû û tîrêjên wê li xwe dipêça …
erê, evîndarê ji agir.. xelîl gula ku di zorahiyêde şîn hat ...tûcaran gorekê ji wê cîhana te re ava nakim..
ji ber ku dilê te her semaya xeşikiya azadiyê dikir ûnav hestan de jidayk bû .

21.Nîsan.2008
 

 

 

 

 
 
 


 

 

 

ji bilî nivîsên ku bi navê Hevgirtina rewşenbîran û bi navê malpera rojava. netê
werin weşandin, her nivîskarek berpirsê naveroka nivîsa xwe ye!

Destpêkirina malperê: 01.12.2004 / www.rojava.net - © 2004-2005

HEVGIRTINA REWŞENBÎRÊN ROJAVAYÊ KURDISTANÊ
rojava@rojava.net

Design: www.hesso.de