|
Li kîjan waran
tu li min digerî?
Li nav kolanên
sar û reng
derewîn?.
Li dora bejna
avahiyên bê ax?.
Ne dûrim...
Nêzktirîn ji
awirên axê me.
Pirsa min dikî?
Pirsa jineke nav
xeyalên rût dikî?.
Li vî warê...
Li nav mêbûna
çinarên bedew...
Bêhin beybûn im.
Zinar û latên
şewat, mitêla
min in.
Ji te re behsa
destanê rûndikan
nak im.
Rûndik bûne ax.
Axeke sor...
Avbûyîna xwe
jibîr kirin e.
janên evîna
welat
Ji wê axê dibar
in.
Niha.. li van
van bîstikên
dijwar
Nobedariya
hinaseya mirin û
jiyanê dik im.
Li ber dengên
tang û topan.
Li bav bêhna
zehferana mirinê
Barana axa çavên
xwe rêzdik im.
Xwenên zarokan
neqiş dik im.
Zarokên pêxwas
Yên ku şûna
bêhna sînga
gerim...
Hilma napalm ê
vexwar in...
vexwar in.
Li nava hesretan
çavên xwe
nuxumand in.
Hîna ez jî ew
zarok im.
Pîxwas im, li
pêlava xwe ya
wendayî diger im.
Diger im…diger
im
Tenê jibo
bîstikekê jî
axa bin piyên
min
Nebêje: ax… ax…
ax…
Rêwî be …
Li bin barana
axa çavên min
Dilê xwe bişo.
Bila têr vexwe
eşqa evîna
azadiyê.
Tû hîna digerî...?!.
Li nav avahiyan
meger e.
Li jora
bilindahiyên
xezalan me.
Hîna rêving im.
Warê aramiya
barana axa çavên
xwe bibîn im.
Ger tû hîna
digerî...
Li solên zarokên
helebçayê digerî...
Li qêrînên
kulîlkên agrê
sînema amûd ê...
Li hêviyên
zarokên amed ê
digerî...
Li Qendîl a
berxwedanê...
Li Lewcê û
Zergela birîndar
digerî...
Li wan çar
sêwiyên bê dê
man e...
Qîr kir in..
gava firok,
giyanê dayika wa
bir.
Eyşê jinekî can
bû.
Dayikeke dilovan
bû.
Bêrîvana
kûwêstana bû.
Ne şerker bû.
Di şeveke bêbext…
Li nav xwînê de
xatir xwest
Û şehîd çû.
Ew şehîd ket, û
dilên çar
zarokan
Li pey xwe şehîd
hêlişt.
Li qîr û hawarên
buhara dûwazdê
adarê digerî...
Biger e ….rêwî
be…
Li xwe biger e
Li ax ê
Li jiyan ê
Li helbest ê
Tê tenê nav
mêbûna axa çav ê
min de bibîn î.
15/1/2008
lewcê û zergelê
gundên qûntara
çiyayê qendîlin
|