|
Çend dergûşên
dilê xwe
Yê jar û mest
Bi awirên te ve
daliqînim.
Bi naperûşkên
welatekî
Bendewarê buharê
Vê kerba xedar a
feleka bêbext
bikolim.
Çend agirên din
gur bikim...
Çend gurbûnên
din vemirînim.
Ne tu bûyî
gurbûna avê
Ne ez bûm
xweliya agir.
Çend daristanên
agirpêketî
Li ber çavan
vemirîn
Tenê xweliya reş
dikeliya
Digot:
Li vir şînahî
hebû.
Gul bi nav dibûn.
Govenda rojê
digeriya.
Niha jî...
tenê ax
bendewarê rojê
ye, dinale.
|