|
Ji
bo bîranîna Şehîd Sînan û Dîrok
Carna kêlîkên bê demsal
Xwe li bedena dilê me dike bablîsok.
Dilorîne xewnên zarokatiya me.
Bi hev re, û dîsa bi hev re…
Daweta xeyalan me dikşîne berbayê payîzê
bê ku pelên darê,
Li ber awazên xwe, şahiya dîlanê lidarxe.
Sînan…
Kê dizanî
Ew peyvên te bibin nîşaneke bê nav
Di rûpelên min ên şevê de?.
De ka bêje: ser xaçerêkên, peyvên min û
te
Ji çavkaniyên temeneke bê hempa re
Xwe dihûnandin.
Kê dizanîbû Sînan?.
Ew kêlîk, di kîja destanê de veşartî bû?.
Kêlîkên sarbûn…
Tûjbûn.
Aşûteke ku riya xwe wenda kiribû
Û li nav peyvên min û te de
Xwe dikire siwarê xewnên me.
Ne cesaret û ne wêrekbûn
Dikarîbûn hevokên me bicûn.
Me ha ji xwe nema…
Dara kizwanê xwe kire şahidê min û te.
Gava got…
Firokê, xweşikbûna min kûşt.
Lê dîsa jî, me nexwest bi nexweşikbûnê
re em biveciniqin.
Her dara kizwanê dilê me vexwende
rastiyê.
Dîsa got…
Di kêlîka bêbextîya firokê de.
dê çar demsal bi min dane şûştin.
Û şaxên min dane şikandin.
Ne xwîn ji min herikî
Ne jî av.
Lê hîna jî,
em pêxwas li pey xewnên xwe ketibûn.
di nav berfeke sipî de, ev em bûn.
Lê, dîrok
çima berî zivstan here, buhar anî çogê,
û du gul di nav xençên porên xwe de
hunandibûn.
Lê, du gulên ji heryê bûn.
ma berfa sipî û gulên ji heryê,
bi hev re dijîn?.
Ew tenê veqetînê tînin.
Cara yekem bû…
Min hay ji te nema
Û bêdengiya xwezayê, ez xepandim.
Berf, li bilindahiyan rawestiyabû.
Tenê zerdelûl, li keviyên çeman
Dilopên xwe diçilpand.
Çûk difrîn û birçî bûn.
Bêdeng bûn…
Navbera fîxana dabûnê.
Çem ewqas aram diherikî.
Lê… peqpeqokên wê
Digotin û dipijandin.
Rêz dikirin…
Lê tênedigham…
Çavên min mat mabûn û peyv,
Di qirikê de nediçûn xwarê.
Ji hawara pepûkê veciniqîm
Pepû… pepû… pepû.
Ma wê çi biqewime, pepûkê.
Erê Sînan… karin me bi hev re
Xwarina nîvro xwaribana?
Çawa ejdehayên çavsor,
xwestin canê şêrîn ji xwe re bikin
firavîn.
ejdehayên bê bask hatin
dane verişandin jehra xwe.
ma tenê ez hatim bîra te… Sînan?
an jî xewnên dara kizwanê
te qîr kir: ... bibeze ..
ez bezîm...
bifre..
ez firîm...
lê tu ..tu..bi kuderê ve bezî ..
perda mijê xwe avête ser vê kevala sar
dîmenan, xwe veşartibûn nav goşiyên dara
kizwanê.
tenê dîmena mijê û teqînê
hatin govenda me.
bi hewara min re, axê jî keser kişand.
cara yekem bû..
ax.. xwîn.. û napalim..
di gewriya min de diçûn xwarê.
min dît çawa kevir sivik difrin.
kêlên nayên dirûtin,
di laşê axê de vebûn.
û birînên jehrkirî kortikên xwe
di canê min de çêkirin.
axê, xwîna min mijand
min jî ..kulmên reş û sor vexwar.
peyv têra êşên me nakin.
bedewiya Sînan û Dîrok jî, bidawî nayê.
erê Sînan …erê Dîrok..
nexwezî bi gotinên helbesta min,
ên ku rêz dibin piştî xatirxwestina we.
hûn çûn, û hevdîtinek bi rengê we ma.
bi dilê we …
bi awaza we …
|