|
|
|
|
|
 |
|
Gola
Fincancanê |
|
Nêrgiz Ismayîl |
|
Negerîne fincana
qehwê
Geş neke
rûndikên bê
xwedî.
Hilnavêje giyanê
axê.
Mehêle laşê wê
şil bibe.
Bêzar bûye, ji
jimartina tariyê.
Bûye şahidê
peyvên sêdarbûyî.
Mêzekiriye,
Çawa şûlava
giyanê dayik
Tê birîn ji canê
jiyan nedîtî.
Bi salan e,
eware ne,
hêviyên me.
Li çola, li çiya,
li deşta...
Bin baranê...
Nav berfê...
Kêleka latan.
Birçî mane çavê
me.
Zuha mane,
bendemayînên me.
Tenê, bê kes
mane, kenên me.
Her geriya, her
meşiya û negiha
xwe.
Ma tenê, wek
Helebçe şewitî?
Bi dehan Helebçe,
nava þþþşevên me
de
hatin daliqandin.
Nav xwîna me...
Ser canê me...
Şev û rojên me
jî şewitandin.
Carna janên me,
hêza welatekî
wenda kir.
Carna jî, dilên
me, ji janên me
mestir bûn.
Şaşitî nekiriye
pênûsa min.
Ger gewdê êşên
kur ji we re rêz
dike.
Welatê min bedew
e.
Lê, mixabin
Welatê min
serûbinî hev
bûye.
Bo şîn bijîn
hêviyên azdiya
helbest û
volqanê evînên
vî welatî.
Welatê dilên
sermedî
Tenê em dikarin
êşên xwe bikin
helbest.
Û helbest dikare
bi hezaran
Helebçe, bi
cîhana me
bide ji bî kirin.
|
| |
| |
|
|
|
|
|
|
ji bilî nivîsên ku bi
navê Hevgirtina
rewşenbîran û bi navê
malpera rojava. netê
werin weşandin, her
nivîskarek berpirsê
naveroka nivîsa xwe ye! |
|
|
|
|